Zarokên dibin bajarên cuda wê ji çanda xwe dûr mezin bibin

  • 10:14 15 Sibat 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn 
 
SEMSÛR - Endama Hêviyên Rengîn a Amedê û Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Ozge Samuk, bal kişand ser pirsgirêkên zarok li herêma Semsûrê pê rû bi rû dimînin û wiha got:"Ger niha alîkariya zarokan neyê kirin ew ê bi derengî bikeve. Her wiha zarokên dibin bajarên cuda wê ji dûrî çanda xwe mezin bibin."
 
Di 6’ê Sibatê de li Kurdîstanê navenda wê Dîlok û Merş erdhêj pêk hat. Erdhêja ku bandora xwe li 10 bajaran kir bilançoya wê jî her diçe girantir dibe. Zarok gelekî di bin bandora vê yekê de dimînin û pêdiviya wan ji alîkariyê heye. Fona Alîkariya Lezgîn a ji bo Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi daxuyaniya da diyar kir ku 4,6 milyon zarok ji erheja li 10 herêman pêk hatiye, bi bandor bûne. Zarokên li herêmê malbatên wan jiyana xwe ji dest dane yan jî pirsgirêka wan a tendirustiyê hene ji ser axa xwe tê qutkirin û rêya pişaftinê ji wan re vedibe. Ev jî dibe cihê fikaran. 
 
Armanca me xebatên ji bo zarokan e 
 
Endama Hêviyên Rengîn a Amedê û Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Ozge Samuk, da zanîn dema erheje çêbû li Amedê tora qeyranê hatiye avakiri û wiha got:"Daxwaza alîkariyê ya ji bo koordînasyona li Semsûrê hebû. Me got ka em bi hev re dikarin çi bikin. Me formek vekir. Me hewl da em ji alîkariyê bikin. Ekîba me ya ewil du roj berê hat vir."
 
'Ger mudaxaleyî travmaya zarokan neyê kirin wê dereng be'
 
Ozgeyê bi lêv kir ku ji roja ew çûye Semsûrê li cihên kavil digere û wiha got:"Ez bi malbat û zarokan re sohbetê dikim. Ez hewl didim ku rewşa travmatîk a zarokan tespît bikim. Dîmenên di konan de lê rast hatim gelekî xirab bûn. Ger mudaxaleyî travmaya zarokan neyê kirin wê dereng be."
 
Rojeva zarokan mirin e
 
Ozgeyê bi lêv kir ku wan li Amedê ekîbên psiko-sosyal û kon vedane û wiha got:"Em çûn li nava konan geriyan me cihê ku em dikarin lê xebata  psiko-sosyal bidin meşandin me tespît kir. Ez çûm serdana gundan zarokan digotin 'li vir yek mir',"pitik mir', 'bizin mir'. Di rojeva zarokan de mirin heye."
 
'Wê zarok li ku derê bê gihaştin?'
 
Ozgeyê da zanîn zarokên ku ji bo tedawiyê birine bajarên din bi polîtîkayên asîmîlasyonê rû bi rû ne û wiha domand:"Hîn malbatên nehatine tespîtkirin hene. Gelek mirovê ji binê kavilan nehatine derxistin hene. Niha zarokan ji bo tendirustiyê dibin lê belê ji niha şûnde wê çawa be. Wê zarok li ku derê bê gihaştin? Zarokên malbatên wan nehatine dîtin wê çawa bin. Zarok dema ji bajarê xwe bi dûr bikevin wê bi çandeke cuda mezin bibin."
 
Saziya Parastina Zarokan mijareke bi nîqaş e
 
Ozgeyê bi lêv kir ku Saziya Parastina Zarokan mijareke bi nîqaş e û wiha got:"Li saziyên dewletê  ji bo zarokan şerdên ku tedbîr hatibin girtin tune ne. Tenê şerdên cihê karibin lê bimînin tên afirandin. Dema em di warê derûniyê de bifikirin em wê demê dibînin ku ji bo zarokan şerdên baş nehatine avakirin. Daxwaza malbata parastinê zêde bûye lê belê ev ne tiştekî ewqas hêsan e. Berîya erhejê jî gelek zarok li derve bûn û li Saziya Parastina Zarokan bûn. Zarok ji birçînan dimiriyan. Ji bo em bibin malbatên parastinê divê wijdanê me bi pêş ketibe."