'Li Dîlokê welatî nikarin bikevin avahiyên xwe û kon jî nayê dayîn'

  • 09:44 15 Sibat 2023
  • Rojane
Sema Çaglak - Rabîa Onver 
 
DÎLOK - Ji maseya krîzê ya Dîlokê Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê ya Ayten Kaya, destnîşan kir ku welatî çareseriyê di koçberiyê de dibînin û diyar kir ku divê bi lez û bez pirsgirêka welatiyan ya stargehê were çareserkirin.
 
Di 6’ê Sibatê de li Kurdîstanê navenda wê Dîlok û Merş erdhêj pêk hat. Erdhêja ku bandora xwe li 10 bajaran kir bilançoya wê jî her diçe girantir dibe. Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja ewil a erdhejê ve li 10 bajarên karesat lê qewimî ye ketiye tevgerê û dest bi seferberiya alîkarî û piştevaniyê kir. Li Dîlokê jî ku yek ji bajarên herî zêde ji erdhêjê xesar dît alikarî û piştgirî berdewam dikin. Ji maseya krîzê ya Dîlokê Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Ayten Kaya derheqê xebatên xwe de axivî.
 
‘Pêdiviya gel bi hewandinê heye’
 
Ayten, daxuyand ku Dîlok yek ji navendên erdhêjê ye û wiha axivî: “Li navenda Dîlokê 12 avahî hilweşiyane lê belê navçeyên wê weran bû. Li navçeyên Cebelînûr û Islahiye xaniyên sexlem nema ye. Me ji roja destpêkê ya erdhêje maseya krîzê ava kir û bi hemû derfetên xwe seferberî da destpê kirin. Gelek alavên alikariyê digihînin navçeyên Cebelînûr û Islahiyeyê û hevalên me ji welatiyên mexdûr re belav dikin. Ji rojên destpêke her tim baran dibarî û hewayeke pir sar hevbû. Ji ber vê jî niha herî zêde pêdiviya gelê me bi hewandinê heye. Lê belê AFAD kon nade. Dibêjin tenê qadên giştî de hûn dikarin kon vekin. Lê gelek malbat li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne. Ew kes bi rojan e di wê hewayê sar de li benda konê ne. Di wê aliyê de welatî gelek pirsgirêk dijîn.”
 
‘Welatî terkî mirinê kirin' 
 
Ayten, anî ziman ku li Dîlokê li gelek deveran av û ceyran nîne loma pirsgirêkên hîjyenê dest pê dike û got: "Pêdiviya gel yekser hewandin û xwe germ kirin e. Hem kon nayê dayîn hem jî gel di bin şert û mercên zivistanê de hatin hiştin. Sobeyê ceyranê tê dayîn lê belê li vir ceyran nîne û nikarin ew sobeyan bikar bînin. Rewş gelek xirab e û AFAD têrî nake. Hêj jî AFAD dest nedaye gelek kavilan. Di du rojên erdhêjê de welatî terkî mirinê kirin. Ji bo ku alikarî dereng hatin gelek welatî jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî ji sermaye jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes bê kefen hatin definkirin. Em wek HDP niha di her qadê de hewl didin ku xwe bighînin gelê xwe."
 
‘Pêdiviya jinan bi pedê heye' 
 
Ayten, destnîşan kirin ku yê ku di pêvajoya erdhêjê de herî zêde jê bibandor bûn jî jin û zarok in û wiha bi lê kir: "Em ji keraseteke dijwar re rûbirû ne. Ji aliyek welatî xizmên xwe winda dikin û bi hezaran cenaze derdikevin. Ji aliyek din jî gel bi mexdûritiyek mezin ve rûbirû ye. Di pêvajoya erdhejê de ji ber tirs û stresê gelek jin regl bûn. Ji ber vê jî pêdiviya jinan bi pedê heye. Ew bi xwe re gelek pirsgirêkên tendûristiyê tîne. Tunebûna avê jî bi xwe re pirsgirêkan tîne. Zarok pêxwas in û ji sermaye nexweş dikevin. Jin di hêla tenduristiyê de ji bijîşkan û personelên tenduristiyê alikariyê dixwazin. Ji ber ku êdî nexweşiyên şewbê dest pê kir. Ji ber toza kavilan zêdetir zarok nexweş dikevin."
 
‘Desthîlatdar kêmasiyên xwe vedişêre’
 
Ayten, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser astengkirina alikariyan: “Astengkirina alikariyan parçeyeke polîtîkayên desthîlatdariyê ya çewisandinê ye. Gava HDP’ê li qadê dibe desthîlatdar aciz dibe. Ji ber ku ew ne li qadê ye û têrî nake. Ji ber vî jî bi astengkirina alikariyan an jî bi guhertina rojevan hewil dide ku kêmasîya xwe veşêre. Lê rixmî hemû astengiyan em gihaştin gelê xwe. Bêyî cudahiya gelan em xwe gihandin hemûyan re û alikariya wan kirin. Erdhêj û keraset ne mijarek sîyasî ye mijarek mirovahiyê ye.Bi yekitî û seferberiya piştgiriyê divê ew kerasetê re çareseriyek were dîtin. Em jî li gorî wê hem ji aliyê hewandin, aliyê xurek û pêdiviyên bingehîn çi ji destê me were digihînin gel.”
 
'Ji neçariyê koçber dibin' 
 
Ayten, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku welatî çareseriyê di koçberiyê de dibînin û got: “Dîlok hêj jî diheje û ji ber wê welatî ne di ewleyê de ne. Welatî nikarin bikevin avahiyên xwe, kon nayê dayîn. Ji ber vê jî welatî çareseriyê di koçberiyê de dibînin. Gelek welatî naxwazin ji axa xwe biçin lê jiyana wan hate tunekirin. Pêwiste ku pirsgirêka hewandinê were çareser kirin.”