Jinên ku li konan dimînin: Alîkarî ji dewletê nayê

  • 09:58 14 Sibat 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn 
 
SEMSUR - Ji hêla PSAKD'ê ve li taxa Cumhuriyetê 14 kon hatin vedan. Jinên ku di wan konan de bi cih bûyî bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Jinên ku li vir dijîn diyar kirin ku di vê pevajoyê de dewlet alîkarî nedaye mexdûran. 
 
Erdheja ku li Mereşê pêk hat û bandora xwe li 10 bajaran kir û 8 roj li pey xwe hişt. Ligel hêj jî mirov di bin kavilan de mane jî dewlet xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi rêk û pêk nake û welatiyên xwe terkî mirinê dike. Li hemberî sersariya dewletê gel li gorî derfetên xwe xebatê dike. Yek ji wan saziyên sivîl Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) e. Ji hêla PSAKD'ê ve li taxa Cumhuriyetê li ser navê serokê komeleyê ya Semsûrê Zulfikar Yilmaz 14 kon hatin vedan. 
 
'Semsûr wêran bûye'
 
Xaniyê Zeynep Erkmen jî di erdhejê de xirabû û bi rojane li kolanan dimîne. Zeynep wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi rojane li kolanê ne û dawiya hefteyê karine ku kon bibînin. Alîkariya xwarinê tê lê belê amûr nîne ku wan xarinan çêkin. Ava germ nîne, Tualet nîne, jinên ku regl dibin nikarin ped bibînin. Ji bo wan tiştan em ji dewlet û welatiyan alîkarî dixwazin. Ji bo kesên ku rewşa wan taybet e kon hene, lê belê ji bo yên din nîne. Li taxê kon nîne. Di kona ku heyî de 8 malbat bi hev re dimînin. Dibêjin li Semsûrê xisar nîne, lê belê ev der wêran bûye."
 
'Di konekî de 20 kes dijîn'
 
Jina 70 salî Elîf Erkmen li gorî derfetên xwe bi birandayê kon çêkiriye û wiha axivî: "Av nîne, amûrên ku em pê xwe germ bikin nîne. Nexwexiya şekir bi min re heye. Ez nikarim her cure xwarin bixwim. Hefteyeke ez nikarim derziya xwe ya însulînê bikarbînim. Li Cemevî nexweşxaneyek hat avakirin û derman anîn û dan min jî. Di konê de nêzî 20 kes hene û gelo ev 20 kes dê çawa baş bin."
 
'4 û 5 malbat di maşîneyekê de man'
 
Ayşe Yildirim, hewl dide ku zarokên xwe biparêze û got: "Ji hêla dildaran ve gelek cil, berg û xwarin hatin şandin. Ez ji vê yekê pir kêyfxweşim. Konê ku niha em lê dijîn dewlet neda. Li navçeya Altinşehîr a Semsûrê kon bi TIR'an anîn û em heta sibê li pêy wan ketin ku bila kon bidin me. Lê divê bê zanîn ku dewletê alîkarî ne da me. Jinek piyê wê li derve û bedena wê di bin kavilan de 2 rojan di bin baranê de ma, heke serê ewilî mudaxale bihata kirin, piyê wê nedihat jêkirin. 2 rojan em 4-5 malbat di maşîneyekê de man."
 
'Bi keda bi salan min xaniyek çêkir'
 
Ayşe, da zanîn ku ji ber rewşa heyî derûniya wan xirabûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin biçin lê em ê çawa wisa bihêlin biçin. Ji ber ku xizmên me di bin kavilan de hêj nehatine derxistin. Em diçin ser kavilan disekinin lê tiştek bi destê me nayê. Ji ber vê jî ez kesên ku bajarê xwe terk kirine rexne dikim. Ez hînbûm ku tu tiştî ji bo sibê ranakim, bi hêza xwe bi keda xwe min xanî çêkir lê niha nizanim di çi rewşê deye. Em tenê kon û piştevaniya derûniyê dixwazin." 
 
'Em ê çi bikin?'
 
Fatma Erkmen, diyar kir ku bi salan ked da û avahiya bi 3 katî çêkirine û wiha bi lêv kir: "Lê ev avahiya 3 katî hilweşiya. Niha tiştek me nîne û em feqir in. Em dibînin ku erdhej bandorê li kijan civakî dike. Niha em 7 malbat di konekî de dimînin. Em ditirsin. Em çi bikin? Kesek alîkarî neda. Nexweşiya min a tansiyanê heye û dermanê min nîne." 
 
'Xizmên me di bin kavilan de man'
 
Zelîha, da zanîn ku avahiya wan xirab nebûye lê nikarin tede rûnen û got: "Çend rojan di konê xizmên xwe de mane û di dawiya hefteyê de jî ji xwe re kon dîtine. Em niha 8 kes di konekî de dimînin. Met, ap û 5 zarokên apê min di bin kavilan de man. Gelek xizmên me di bin kavilan de man. Alîkarî zu negihaşt ber destê mexdûran, heke zû bihata belkî gelek kes ji mirinê bihata rizgarkirin. Xebateke bi rêk û pêk pêknehat. Hêj di bin kavilan de mirov hene bi kepçeyan dikekin nava kavilan. Em hewcedariyên xwe nikarin pêk bînin. Tiştên ku tê kirin têr nakin. 30 salan ez xebitim lê niha ez nikarim di xaniyê xwe de rûnem."