'Taxa Elewiyan terkî qedera xwe hatiye kirin'

  • 13:25 13 Sibat 2023
  • Rojane
Gulistan Dursun
 
HATAY - Welatiyên diyar kirin ku komên lêgerîn û rizgarkirinê hê jî neçûne Taxa Armûtlû ya ku di erdhejê de wêran bûye û gotin, “Ev der taxa Elewiyan e. Ji ber wê terkî qedera xwe hatiye kirin."
 
Di erdheja bi hêza 7,7 û 7,6 a ku li 10 bajaran navenda wê Mereşê ye da hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan her ku diçe zêde dibe. Li Hatayê ku yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê zirar dîtiye, hê jî bi hezaran kes di bin xirbeyan de ne. Di roja 8'emîn a erdheja ku li Taxa Armûtlûyê ya ku herî zêde zerar dîtiye komên lêgerîn û xilaskirinê tune ye.
 
'Ev der herêma Elewiyan e'
 
Welatiyên ku bi rojan e li benda xizmên xwe yên di bin xirabeyan de ne, serî hildidin. Depremzedeyek ku 6 xizmên wê di bin kavilê de mane,  diyar kir ku ew li ber xirbeyan 8 roj in li bendê ne ku  6 xizmên wê mirî yan jî sax bên derxistin û got “Bila hemû Tirkiye û cîhan vê rûreşiyê bibîne. Ez niha ji we lava dikim, ez dixwazim ku ev cenaze di zûtirîn demê de werin derxistin. Ne şev û ne jî roja me maye.  Êdî bes e, em bedena xwe dixwazin. Ev der herêma Elewiyan e û taxa Armütluyê terkî qedera xwe hatiye kirin."
 
'AFAD nehat'
 
Welatiyek din jî bertek nîşanî medyaya alîgir a ku bûyera qewimî wekî ji rêzê da û  diyar kir ku xizmên wê ji Hollandayê dikarin bên lê AFAD qet nehat. Welatiyeke din jî bal kişand ser nebûna koordînasyonê û got, "Li vir tengezariya AFAD'ê heye."