'Em nikarin lazimiyên pitik û zarokên xwe bi cih bînin'

  • 11:24 13 Sibat 2023
  • Rojane
Sema Çaglak -Şehrîban Aslan
 
AMED - Di vê pêvajoyê de konek, êş, piştgirî, hêvî, xeyal û germahiya malbatan di nava xwe de dihewîne. Gelê Amedê li qad û parkan kon vekiriye. Malbatên ku li konan dimînin destnîşan kirin ku ew hê jî di bandora roja ewil a erdhêjê de ne û gotin ew nikarin lazimiyên pitik û zarokên xwe bi cih bînin.
 
Di encama erdheja navenda wê Mereş û Dîlok de zêdeyî 10 bajar bi giranî bi bandor bûn. Bi hezaran kesî jiyana xwe jidest dan, Bi milyonan kes bê war man. Li bajarên ku lê erdhêj pêk hat welatî di şert û mercên zivistanê de li derve dimînin. Hin kes li ber kavilan li hêviya rizgarkirina xizmên xwe ne, hin kes li kolanan li dora agirê dadidin dicivin. Lê piraniya kesan li konan dimînin.  Li Amedê di encama erdhêjê de 7 avahî hilweşiyan, bi sedan kesî jiyana xwe jidest da û bi hezaran kes birîndar bûn. Ji roja ewil a erdhêjê heta niha welatî li derve di konan de dimînin.  Gava em li parkê digerin, malbat li ber konan li dora agir xwe germ dikin. Li dora agir ji xeynî rojeva erdhêjê rojevek din nîne. Her wiha bi dehan welatî ji bo xwarinê dikevin dorê û bi mexdûriyeta dijîn diêşin.
 
‘Ew çi wehşet bû hat serê me’
 
Piraniya jinên ku ligel hev dicivin û sohbetan dikin li parke hevdû nas kirine. Êş û jana xwe bi hev  re parve dikin.  Hêviyê didin hev ji bo hev dibin moral. Her malbatên ku li parkê dimîne ji ber bêwariya xwe diêşe. Dayikek dibêje "ev çi wehşet bû hat serê me" û dilorîne. Her malbatek ku li ber kon radiweste li benda alikarîyê ye. Gava em li hundirê konên wan dinêrin ji xeynî bataniyan tiştek din nîne. Her wiha zarokên ku hay ji vê kerasetê nînin, an bi pêlistokan an jî bi hevdu re dilîzîn.
 
‘AFAD kon neda me’
 
Fatma Çoban a dayika 10 zarokan 8 roj in li konê ku bi derfetên xwe kiriye dimîne. Fatma,diyar kir ku wê ji roja ewil ji AFAD’ê kon xwestiye lê AFAD'ê nedaye wan. Fatma, got: “Mala me li taxa Kaynartepeyê ya Rezanê ye. Mala me xesar dît û em niha nikarin tê bimînin. Me ji roja ewil ve kon xwest. Lê kon nedan me. Hewa gelekî sar e. Baran dibare û hewayekê sar heye. Çend kon li vir belav kirin û êdî neanîn. Em jî bê kon man û bi derfetên xwe me kon vekir. Em nikarin xwe germ bikin, em wisa mexdûr mane. Pêdiviyên me gelek in. Jiyana me gelek zehmet e.”
 
‘Hertişt li holê ye’
 
Fatma, ji ber hewaya sar ditirse ku zarokên wê nexweş bikevin û got: “Zarok li vir di bin hewayê sar de ne. Em bi fikar in ku nexweş bikevin. Xwari tê, lê dibêjin bibin konên ku AFAD'ê daniye belav bikin. Di nav gel de cudakarî tê kirin. Gelên me bi xwe ji bo mexdûrên erdhêjê gelek alikarî û piştevaniyê dike lê ew alikariyên ku tên kirin ji hêla rayedaran ve tên astengkirin.  Hertişt li holê ye û hayê gel jê heye.”
 
‘Gel perîşan e’
 
Mekiye Kaya jî ku di nav kon de bi 2 malbatan re dimîne diyar dike ku heta kengî wê rewşa wan wiha be nizane. Mekiye, got: “Çend xizmên me birîndar bûn. Gel pêrîşan bûye, em newêrin biçin avahiyên xwe.Ne sol, batanî ne jî mont hene ku em xwe germ bikin. Her wiha em gelek zehmetî dikşînin ku lazimiyên pitik û zarokên xwe bînin cih. Gava sibehê şiyar dibim agir pê dixim û heta şevê li gel malbata xwe dimînim. Roj derbas nabin û hê jî em di bandora roja ewil a erdhêjê de nin.”