Piştgirya ji bo erdhejzedeyan mezin dibe

  • 10:25 13 Sibat 2023
  • Rojane
Rojda Aydin - Rabîa Onver
 
DÎLOK - Ji aliyê HDP’ê ve ji bo bajarên ku erdhêj li wan çêbûye Koordînasyona Krîzê ya ku hat avakirin her diçe bi pıştevaniya tê kirin mezin dibe. Ji Botanê jinên ku ji bo piştgirî û alîkariya Cebelînür(Nurdagi) hatine, anîn ziman ku rewşa bajêr gelek xirap e û gotin divê demildest pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Her wiha jinan anîn ziman ku divê demildest bajarê kon bê avakirin.  
 
Li Dîlok, navçeyên wê Îslahiye û Cebelînûr ji ber erdhêja ku pêk hat bi sedan avahî hilweşiyan û bi sedan avahî jî derizîn. Her wiha bi sedan kes di bin kavilên avahiya de man û hîn xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin. Welatiyên li navçeya Cebelînûrê ji ber xaniyên wan hemû hilweşiyane, neçar man li derve bimînin. Hin ji malbatan bi derfetên xwe konan vedikin û hin jî hîn hefteyeke li derve dimînin. Ji her aliyê Kurdistan, Tirkiye û derveyê welat gelek kesên dildar ji bo alîkarî û piştgiriyê berê xwe dan Cebelînû, Îslahiyeyê û herêmên din ku erdhej li wan pêk hatiye. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgirî û alîgariya gel bike Koordînasyona Krîzê ava kir. Di vê çarçoveyê de Hevseroka HDP’ê ya navçeya Şirnexa Qilebanê Zîlan Yaman û Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag bi tevî 10 kesên dildar, ji bo alîkariya welatiyên navçeya Cebelînûr bikin hatin navçeyê. Jinên ku hatine navçeyê lhefteyeke berê xwe didin hem gund û hem jî navçeyên din ku ji bo alîkariya hemûyan bikin û alîkariya ku tê bi dildariya wan li hemû aliyan tê belavkirin.
 
Li gel kesên dildar hat Cebelî nûrê
 
Zîlan Yaman, anî ziman ku ji ber erdhêja pêk hat wek gelê Botanê gelek xemgîn bûne û ji ber vê yekê bi komek ku ji kesên dildar pêk tê berê xwe daye navçeyê. Zîlan, got: “Me xwest em vê êşê parve bikin. Li ser navê HDP’ê me koordînasyona krîzê ava kir û bi komeke ku ji 10 kesan pêk tê re em hatine Cebelînûrê. Li vê derê biqasî ji destên me tê em xwe digihînin gundan. Gelek alîkarî di hêla xwarin, vexwarin û cilan de tê. Ji ber vê yekê em van alîkariyan bitaybetî dişînin gundan. Ji ber ku ji gundan re tu alîkarî nayê kirin. Mirov hîn di bin bermahiyan de ne. Heta niha ne komên AFAD’ê û ne jî komên tendûristiyê neçûne van gundan. lı Şûna AFAD’ê cerdevanan dişînin gundan. Îktîdar peywira xwe bi cih nayîne. Pêwîst bû tendûristvanan bişînin  vêderê. Lê zêdetir cerdevan û polîs tên şandin. Rewşa vêderê û rewşa herêmên dinê wek heve. Hîn welatiyên ku di bin bermahiyan de hene û tên derxistin. Lê hîn di hêla êkîban de bêhêzin. Piştî ku erdhêj li vir çêbû du roj şûnde AFAD hat herêmê. Dixebitin û ji ber benzîn xilas dibe dev ji xebatê berdidin. Xebatek bi rêk û pêk nayê kirin. Mirov heta serê sibehê li ber agir lı bendê ne ku ka xizmên wan sax derbikevin an mirî. Di hin avahiyan de hîn xebat nehatiye kirin. Welatiyên li vê derê di bin zehmetiyek mezin de ne.”
 
‘Pergal peywira xwe pêk naîne’
 
Zîlan, destnîşan kir ku ji roja hatine li herêmê vir ve li cihên bermahiyan çavderiyan dikin û wiha pê de çû: “Alîkariyên ku tên vir em dibin gundan. Gel gelek zêde alîkariya xwarin, vexwarin û li xwekirinê dişînin.   Tişta ku pergal ji bo gel bike bi tenê şandina konan e. Pirsgirêka herî mezin tunebûna konan e. Welatî di vê hewaya sar de bi betaniyê xwe germ dikin. Divê demildest mudaxaleyek cidî bê kirin. AFAD hem xebatên xwe nake û hem jî alîkariyên ku tê dest datîne ser. Banga me ji gel ew e ku em piştgiriyê mezin bikin. Rewşa li vê derê rastî jî xirap e.”
 
‘Alîkariyên wan belavkirine têr nakin’
 
Sabûha Akdag jî diyar kir ku piştî erdhêjê ji her aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê gel ji bo piştkirî û alîkariyê rabûne li ser piyan û wiha got: “Gelek alîkarî tên vêderÊ. Lê dema k dinêrin wekî ku qet nehatiye ye ji ber ku erkdarên hikümetê desteser dikin. Malbat çend rojin mexdûr in. Li vê derê cihê alîkariyên tên  komkirin heye. Her çixwasî ji kesên pêwîst re tê belavkirin jî têr nake. Dema ku em xwe digihînin hin malbatan an jî gundan em dibînin ku naçe û kêm e. Bi awayek koordîne ji ber ku em dixebitin yekem em li ser ku bê kaji kîjan malbatan re alîkarî çûye û neçûye xebatê dimeşînin. Piştre alîkariyên ku tên li wan belav dikin. Ev belavkirin jî bi alîkariya hevalên me yên dildar ku hatine tê meşandin. Alîkariyên ku ji derveyî me ku tên em nizanin ku diçin  kuderê. Lê tişta ku em dibînin alavên pêwîst gelek kêmin.  Bi taybetî li vê derê pirsgirêka konan heye..”
 
‘Pêwîste demek nêzde bajarê kon wer avakirin’
 
 Sabûha, got bi taybetî gelek pêwîstî hene û hîn qet nehatine û wiha got: “Divê bincilk bên. Dema em diçin gundan jî daxwaza malbatan yekem kon e û hem jî sobeye. Em ê jî bi awayek van kêmasiyan çareser bikin. Mînak duh dayîkek dermanê tansiyonê dixwest. Em çûn me ji AFAD’ê derman xwest, lê nedan me. Gotin bila dayîk bi xwe bê. Ji ber vê yekê jî pêwîste ev piştgirî mezin bibe. Ji ber ku çiqasî alîkarî bê dê li vir xebatek zêdetir koordînelî bê meşandin. Dema ku koordîne nebe alîkarî nagihîjin. Pêwiste bajarê kon bê avakirin ji ber ku pêdiviya gel bi vê heye.”