7 roj in li benda derxistina xizmên xwe ne

  • 15:43 12 Sibat 2023
  • Rojane
Şehrîban Aslan-Sema Çaglak
 
AMED - Malbatên ku li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne destnîşan kirin ku tîmên xebatên rizgarkirinê têrî nakin û gotin: “7 roj in xizmên me ji bin kavilan dernexistin. Heke li ser bisekiniyan niha hemû ji bin kavilan hatibûn rizgar kirin.”
 
Di encama erdheja navenda wê Mereş û Dîlok de zêdeyî 10 bajar bi giranî bi bandor bûn. Ji van bajaran yek jê jî Amed e ku her diçe bîlançoya erdhejê girantir xwe nîşan dide. Lêgerîna di nav kavilan di roja 7'emîn jî berdewam kir. Malbatên ku li hêviya derxistina xizmên xwe ne di roja 7'emin a erdhejê de li ber avahiya bi navê Sözel ya li taxa Ofîsê ya Yenîşehira Amedê ku hilweşiya de nobeta xwe berdewam dikin. Malbatên ku li benda derxistina xizmên xwe ne destnîşan kirin ku heke zûtir bixebitiya niha xizmên wan ji bin kavilan hatibûn derxistin.
 
‘Ne AFAD ne jî dewlet têrî dike’
 
Mekiye Akyol a ku 3 xizmên wê di bin kavilan de ne  daxuyand ku tîmên xebatên rizgarkirinê gelek hêdî dixebitin û got: “Em ji şeve erdhêjê ve hatin vê derê. Welat Talay, Evîn Talay û kurê wan Samet  Talay di bin kavilan de ne. Evîn 8 mehî ducanî ye.Em 7 roj in şev û roj li vê derê ne. Tu agahî ji wan tune ye. Em gelek zehmetî dikşînin. Em li mizgeft û di otobusan de dimînin. 7 roj di ser re derbas bûn lê hê jî pêşketin nîne. Timên rizgarkirinê ewil nehiştin ku kesek biçin gel wan û xwestin bi tena serê xwe dewam bikin. Lê xebatên xwe bi lez nekirin. Piştî demekê xizmên me jî bi dilxwazî tevlî xebatên rizgarkirinê bûn. Kesên ku bi dilxwazî di nav xebatên rizgarkirinê de gelek in. Ji ber ku ne AFAD ne jî dewlet têrî dike.  Melzeme nînin û em ji wan nerazî bûn. Ji bo me deqeyek jî girînge.”
 
‘Heke bi lez bixebitin wê zûtir biqedînin’
 
Heyat Talay jî diyar kir ku lawê pismamê wê di bin kavilan de ye û got: “Tîmên rizgarkirinê naxebitin û qels dimînin. Heke ewil bixebitiya niha hemû jê derxistibûn. Şûna komên girêdayî saziyên dewletê welatî hewil didin ku xebatên rizgarkirinê bikin. Em dixwazin alikarîyek bikin û xwe bigihînin kesên bin kavilan.”
 
‘Stûna avahiyê hatiye birîn’
 
Ayhan Turgut jî anî ziman ku welatî 7 roj in şev û roj di şert û mercên zivistanê de nobetên xwe yên li ber kavilan berdewam dikin û got: “Xelkê wê derê perîşan bûye. Qene kon bihata vekirin. Di wê hewayê sar de gel mexdûr e. Em jî nikarin bikevin malên xwe û malên me zerar dîtine..Avahî ji ber ku stünê wê hatine birîn hilweşiyaye. Heke ji bo avahiyan tedbir bihata girtin û jiyana gel biparastana wê ewqas kerasta mezin çenedibûya.”
 
‘Tiştek nema bi kurdan nekirin’
 
Herî dawî jî Ayten Kaya axivî û wiha bertek nîşanî mutahîtan da: “Agir bi mala mutahîtan bikeve. Hemû sûcê wan bû. Em bi şev û roj li vir dimînin. Li kolan û kûçeyan e. Kesên jiyana xwe jidest dan bi piranî kurd bûn. Tiştek nema nanîn serê kurdan. Ji bo ku kurdan qîr bikin her rê ceribandin. Kurd niha jî li dijî erdhêjê li ber xwe didin.”