'Ji bo jinan bincil û ped hewce dike'

  • 12:12 12 Sibat 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral - Dîlan Babat
 
MEREŞ - Dildarên ku li Elbîstanê dixebitin diyar kirin ku heke demildest mudaxale bihata kirin hejmara miriyan ewqas zêde nedibû û gotin: "Her roja ku derbas dibe hewcedariyên li vir diguherin. Niha amûrên xwegermkirinê, amûrên paqijiyê, ji bo jinan bincil û ped hewce dike." 
 
Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn. Erdhejê bandorê li ser bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Xarpêt, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîsê kir û rê li ber karesatek mezin vekir. Ji bo herêmên erdhêjê di serî dê Kurdistanê û Tirkiyeyê kampanyayên alikariyê hatin destpêkirin. Yek cihê ku herî zêde xisar ditî Elbistan e. 
 
Alîkariyên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin gihaştin Elbîstanê. Alîkariyên ku hatin, li Navenda Çandê ya Cemevî û eywaneyên dawetan hatin bicihkirin. Alîkarî hêla dildarên ku ji bajarên cuda hatî ve tên belavkirin. Ji aliyek alîkarî tê belavkirin û ji aliyek jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tên kirin. 
 
'Ji bo jinan bincil û ped hewce dike'
 
Aylîz Onayli li navçeyê bi dildarî dixebite wiha axivî: "Li depoyên ku alîkarî hatine komkirin organîsazyonek pêk hat. Alîkarî hatin belavkirin. Ez li vir di beşa koordînasyonê de cih digirim. Em hewcedariyan tespît dikin û li gorî vê parvedikin. Çi biçe kijan gundî hildibjêrin û dişînin. Alîkariyên ku tên heke em sîstematîze bikin em dikarin bişînin li cihê pêwist. Niha pirsgirêka cil û xwerekan nîne lê hîn tiştên din kêm in. Bi taybetî jî ji bo jinan bincil û ped hewce dike. Di hêla xwe germkirinê de pirsgirêk heye û divê ev tişt bê çareserkirin."
 
'Amûrên xwegermkirinê hewce ye'
 
Emek Haciîbrahîmoglu jî di depoyê de bi dildarî dixebite wiha got: "Livir xwerek û cil gelek zêde ye lê cihê mayîn û amûrên xwe germkirinê kêm in. Bi taybetî rewşa gundan nebaş in. Gelek rêyên gund hatin girtin û nikarin xwe bighînin welatiyan. Nikarin alîkariyê demildest bişînin. Welatî ji bo xwe germ bikin sobe daxwaz dikin."
 
'Cihên ku biçin nîne'
 
Parlamentera Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Stenbolê Sera Kadigîl Sutlu, daxuyand ku li Elbîstanê gelek malbat navçe terikandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek kes ji navçeyê derketin û berê xwe dan bajarên cuda. Hin malbat jî li vir man, ji ber ku cihên ku biçin nîne. Ev malbat hêj di avahiyên xisat dîtî de dijîn. Ji bo wan welatiyan kon hewce dike. 2 rojên ewilî alîkariyek nehatiye kirin, heke roja ewilî alîkariya rizgarkirin û lêgerînê bihata kirin dê gelek kes ji mirinê bihata rizgarkirin." 
 
Alîkarî û piştevaniya gel...
 
Aygul Edîg jî da zanîn ku alîriyeke mezin hat kirin û wiha bi lêv kir: "Her roja ku derbas dibe hewcedarî diguherin. Niha hewcedarî bi xwarin û vexwarinê nîne. Niha amûrên paqiyê, amûrên xwe germkirinê hewce dike. Alîkariyên ku tên belavî welatiyan tê kirin. Her tişt bi alîkarî û piştevaniya gel tê kirin."