Li Îslahiyeyê piştî 6 rojan jinek hat xilaskirin

  • 19:19 11 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
 
DÎLOK - Li Îslahiyeyê jina 66 salî Guner Guner piştî 6 rojan hat rizgarkirin. 
 
Li Dîlok û navçeyên Îslahiye û Nurdagî  di encama erdhêjê de gelek welatî di bin bermahiyan de man. Li navend û navçeyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike. 
 
Li Îslahiyeyê ji kavilên avahiya Çamlık a taxa Çamlica jina 66 salî Guner Guner piştî 6 rojan hat rizgarkirin.   
 
Li navçeyê xebatên lêgerînê berdewam dike.