'Ev der taxeke feqîr e'

  • 10:09 11 Sibat 2023
  • Rojane
Gulistan Dursun
 
HATAY - Li Hatayê ku yek ji bajarên ku di erdhejê de herî zêde zirar dîtiye, li taxên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nayên kirin, welatiyan bi îmkanên xwe cenazeyên xwe bi qemyonan digirin, kêmasiya alîkariyê jî bi gotinên " Ev der taxeke feqîr e."
 
Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ku navenda erdhejê ye, bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Her saeta ku derbas dibe hejmara qûrbaniyan zêdetir dibe. Karesatek mezin li van 10 bajaran çêbûye û xebatên tîmên AFAD’ê yên lêgerîn û rizgakirinê têr nakin. Li hin deveran xebat tên kirin. Hê jî tîmên AFAD’ê xwe negihandine hin gundan û kavilên hilweşandî. Alîkarî û piştevanî jî negihîştiye gelek deveran. 
 
Yek jî alîkariya ku nehat kirin jî bajarê Hatayê ye. 6 roj bi ser erdhejê re derbas bû jî hêj jî tîmên rizgarkirinê neçûne tax,  gund û kolanan. Di sermayê de welatî hewl didin ku li ser piyan bimînin. AFAD konên xwe 20 km li dûrê bajêr daniyê û ji ber vê jî welatî nikarin xwe bighînin konan. Welatiyên ku kon ji AFAD'ê dixwazin bê bersiv dimînin. Li bajêr ceryan nîne, înternet nîne, av nîne. Welatî di şert û mercên wisa de hewl didin ku bijîn. Her wiha li bajêr hejmera miriyan nayê zanîn û ligel wê jî gelek darbest anîn bajêr. Navçeya Arsuz ya elewiyan e û tenê vîncek dixebite. 
 
 
Welatiya ku li ber kavilan rawestiyaye li benda rizgarkirina nebî û zavayê xwe ye û dibêjê: "Ez nebî û zavayê xwe dixwazim. Çend roj in em li virin kepçeyek nehat alîkariyê. Hatin gotin li vir kesên dijîn hene û pişta xwe dan çûn..."
 
Li taxa Emekê bêtir Dom dijîn, ji xwe di nava jiyana rojane ya asayî de pirsgirêk dijîn, piştî erdhejê jî bêtir bi zehmetiyan re rûbirû man. Heta îro jî tîmen rizgarkirinê berê xwe nedaye vê taxê. 12 cenaze aidê malbatekî ye û li kamyonê hatiye barkirin. Ji ber rewşa heyî şêniyên taxê bi hers in û bi fikar in. Şeniyên taxê dibêjin "Ji ber ku em feqir in em di vî halî de nin. Kesên ku rewşa wan a aborî baş in serê ewilî bajêr terikandin. Çend roj in welatî li gorî şert û mercên xwe kavilan radikin. Heta niha tu rayedareke dewletê nehatine li vir."
 
Welatiyek din a vê taxê jî da zanîn ku dema dibe hilbijartin tên taxê û wekî din nayê û got: "Kanê şaredarî, çima nayê xwedî li welatiyên xwe dernakin? Ava me nîne, ceyrana me nîne. Ma em ne mirov in. Gelo me bacayên xwe nedaye? Ez 25 salan xebitim gelo min ev tişt heq kiribû. Em nikarin biçin nexweşxaneyê û em nikarin derman bigirin. Çend roj derbas bû kesek nehat. Me di cenazeyên zarokên keç derxist û me bi destê xwe defin kir." 
 
Esnafeke ji vê taxê jî da zanîn ku xwişka wê di bin kavilan de maye û ji bo rizgarkirinê kesek nehatiye û wiha bi lêv kir: "Ev tax taxeke feqîr e. Ji ber vê kes berê xwe nade li vir. Ji ber ku kevîr nîne em mezelên xwe bi texteyan digirin."
 
Songul Taşdelen jî destnîşan kir ku ji avahiya 6 katî di kata 2'yan de dijî û bi derfetên xwe ji bin kavilan derketiye û wiha axivî: "Av, ceyran nîne. Kanê dewlet, 25 cenazeyên me hene. Ev der herêma Doman e û em her tim bi cudakariyê re rûbirû man." 
 
Welatiyek din jî piştî 3 cenazeyên xwe derxistin windakiriye û destnîşan kir ku rewş rewşeke perîşaniyê ye. 
 
Cansû Degîrmencî jî daxuyand ku 3 roj in bê av û bê ceyran mane û got: "Em dixwazin ji bajêr derkevin lê belê pereyê ku bidin biletê nîne. Hatay xirabû. Bila bên me rizgar bikin. Her tiştê me di bin kavilan de ma."