Li Hatayê zarokek sax hat derxistin

  • 20:49 10 Sibat 2023
  • Rojane
HATAY - Li Hatayê zarokek sax ji kavilê hat derxistin.
 
Hejmara kesên di erhdêja bi pêla 7.7 û 7.6  ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû û bandor li 10 bajaran kir, jiyana xwe ji dest dane her diçe zêde dibe. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsur, Riha, Amed, Kilis, Osmaniye, Edene û Hatayê bi hezaran kes hîna di bin kavilan de ne. 
 
Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhêjê bi bandor bû Hatay bû. Li taxeke Hatayê di xebatên lêgerînê ya madenvanên Zonguldakê de zarokekî 7-8 salî sax hat xilaskirin