Gelê Elbîstanê ji ber pirsgirêka starbûnê bajar terk dike

  • 19:32 10 Sibat 2023
  • Rojane
MEREŞ - Li Bajarê ku ji sedî 70’ê hilweşyaye xebatên rizgarkirinê  hîna dodmin. Konên AFAD’ê ku têr nakin,dildarên di kavilan de dixebitin jî baldikşînin ser bêkordînasyonbûnê.
 
Bîlançoya erdhêja di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat her diçe giran dibe. Yek ji cihên herî zêde xera bû navçeya Elbîstan a Mereşê bû. Di ser erdhêjê de 5 roj derbas bû û hîna xebatên rizgarkirinê didomin. Ji sedî 70’ê bajar xera bûye û avahiyên mane jî zirarek giran dîtine.
 
Xebatên xilakirinê du roj şûnde li Elbîstanê destpêkirin û gelek dereng ma. Gel bi derfetên xwe gelek kes xilas kirin û li hember rayedaran bi bertekin. 
 
3 roj şûnde kon vedan
 
Gelê ku di vê sermayê de terkî qedera wan hat kirin, alîkariyên gel dihiştin hewara wan. AFAD’ê di roja çaremîn de li qada vala ya ligel Malacemê kon avakirin. Lê kon jî têr nekirin.  Her wiha li navçeyê xebatên rizgarkirinê didomin . Gelek dildarên ji derve çûne navçeyê diyar kirin ku ji ber bêkordanîsyonbûnê gelek kes jiyana xwe ji dest didin. 
 
Gel bajar terk dike
 
Welatiyên ku cenazeyên xwe girtin piştî definkirinê ji ber şert û mercên zehmet ku wan gelek dide zorê, bajar terk dikin û diçin bajarên din.