Li Rojava û Sûriyeyê li dijî erdhejê têkoşîna jiyanê

  • 09:41 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî erdheja di 6'ê Sibatê de bi pîleya 7.7 li Bazarcixa Meraşê pêk hat şûn de bandora xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî kir. Bi hezaran kes ji ber erdhejê  di bin şerd û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didin. 
 
Piştî erdheja di 6'ê Sibatê de bi pîleya 7.7 li Bazarcixa Meraşê pêk hat şûn de bandora xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî kir. Li tevahiya Sûriyeyê herî kêm 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar 235 jî birîndar bûn.Gelek avahiyên li Şehbayê jî ji ber êrişên çeteyên DAÎŞ'ê xisareke mezin dîtiye. Ji ber êrişa dewleta tirk, komên girêdayî wê, dorpêça Hukumeta Şamê gel mecbûr dimînin ku di van avahiyan de û di kampan de têkoşîna jiyanê bide. Di erdhejê de dîwarên avahiyan hilweşiyan. Li Şehbayê 5 kes birîndar bûn. Di nav vana de jî zarok, jin ên temenê wan mezin jî hene. Her carê jî erhdhejok li vir dubare dibin. 
 
Bi hezaran kes di konan de dimînin
 
Li Şêx Meqsûdê û Eşrefî jî ji ber erdhej pêk hat loma ji vir li dora pênc hezar kesî derbasî Şehbayê bûn û di konan de dimînin. Gelek avahiyên li Helebê jî zirar dîtine û wê bên rûxandin.