Nurdagî bi tevahî wêran bûye, cih nîne cenaze bên danîn

  • 10:21 9 Sibat 2023
  • Rojane
Rojda Aydin
 
DÎLOK - Li navçeya Nurdagiyê ji ber erdhêjê hemû avahî hilweşiyane û avahiyên ku mane jî li ber hilweşandinê ne. Ji ber ku li morgên nexweşxaneyan û kolîdoran cih nîne cenaze li derve hatin rêzkirin.  
 
Di 6’ê Sibatê de bi pileyên 7.7 û 7.6 li Dîlok û Mereşê erdhêjek mezin pêk hat. Erdhêja ku pêk bandorê li 10 bajaran kir û wêraniyek mezin hat jiyîn. Li bajaran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di nava xirbeyên bi hezaran avahiyên hilweşayî de berdewam dike. Yek ji bajarên ku herî zêde jê bandor bû navçeya Nurdagi ya Dîlokê ye. Navçeya Nurdagiyê ku hemû wêran bûye, bajêr hema hema nemaye. Her wiha li taxên navçeyê jî heman rewş heye. Hîn bi sedan kes di bin xirbeyan de ye û benda xilaskirinê ne.  
 
Taxa Şatirhoyuk a girêdayî Nurdagî ku dema erdhêj pêk hat gelek avahî hilweşiyan û gelek jê jî derizîn. Xaniyên avahiyekî bi ser 4 welatiyan ve ket û hat zanîn ku ji ber agirê sobeyê ew 4 kes jiyana xwe ji dest dane. Ji van çar kesan yek jî zarokê 5 salî tevahî 4 kes in. Ji 4 welatiyên ku şewitîn ji wan yek, jina bi navê Meryem ku di encama agir de jiyana xwe ji dest daye, dema agir pêketiye bi gotina “Em dişewitin, werin me xilas bikin.” Welatiyên taxê bang li komên îtfaiyeyê kirine, lê ligel vê yekê jî nehatine. Cenazeyê ji 4 kesan ê 3 kes bi helandî hatin dîtin. Lê cenazeyê kesê din hîn nehatiye dîtin.
 
Cenaze bi traqtoran hatin barkirin
 
Li taxa Gedîkliyê jî ji ber erdhêjê xaniyek saxlem nemaye. Ji ber vê yekê welatî şevê li derve li ber sermayê derbas dikin. Malbatên ku 4 roj in li ber seqemêne heta niha tu alîkarî ji wan re nehatiye kirin. Her wiha welatiyên taxê diyar kirin ku gelek kes di bin avahiyan de mane, lê ew bi derfetên xwe derxistine. Cenazeyên ku bi rojan in tên sekinandin, ji aliyê welatiyên taxê ve li goristana taxê hatin definkirin. Welatiyan cenazeyên ku anîn goristanê ji ber tabût nînbû neçar man bi traqtorê bar bikin û bînin. Li goristanê heta niha cenazeyên gelek kesan bi vê awayî hatin definkirin. Hat îdîakirin ku alîkariyên ku tên vê taxa bi taybetî ji kesên AKP’yî re tê belavkirin. Her wiha li goristanê hat dîtin ku ji ber erdhêjê gor jî zirarek mezin dîtine û kevirên wan hemû şikestine.  
 
15 cenaze ji Êlihê ne
 
Li taxa Keferdizê jî heman rewş dihat jiyîn. Li vê taxê jî ji ber komên AFAD’ê neçûn welatiyan bi derfetên xwe cenazeyan û birîndaran di bin xirbeyan de derxist. Her wiha hat zanîn ku ji bo cenaze û birîndaran kepçe kirê kirine. Ji ber komên alîkarî û xilaskirinê neçûne taxê welatiyan bi derfetên xwe dîwarên ku li ber hilweşandinê ne bi bend hilweşandin. Li vê derê jî tu avahiyek saxlem nemaye. Li taxa  jinekê ku di bin avahiyan de hat xilaskirin, pişta wê şikiyaye. Her wiha di encama lêgerîna welatiyên taxê de hat zanîn ku 15 cenazeyên welatiyên Êlihê hatine derxistin. Di heman demê de ji bo cenazeyên ku hatin derxistin û bên definkirin welatiyan bi derfetên xwe ji bo şûştina cenazeyan cihek ava kirine. Her wiha ji bo cenazeyan bişon avê ji cihek din anîne.
 
Bajêr wêran bûye
 
Li navçeya Nurdagiyê jî hema hema tu avahiyek saxlem lê nemaye û wêraniyek mezin hatiye jiyîn. Rêya ku ji Dîlokê ber bi Nurdagiyê ve diçe ji ber erdhêjiyê hemû derizîne û stûnên ceyranê jî hemû xwar bûne. Di têketin û nava navenda navçeyê de ji ber qelebalixa wesayîtan de rêz çêbûye. Li Nurdagiyê avahî sedî 70-80’ê hilweşiyaye. Li navçeyê hat dîtin ku avahiyek saxlem nemaye û hemû hilweşiyane. Avayiyên ku mane jî li ber hilweşandinê ne. Li Nurdagiyê jî piştî rojek dini roja duyem komên AFAD’ê dest bi lêgerîn û xilaskirinê kir. Bi rojan in welatiyên ku di bin xirbeyan de ne hîn benda xelaskirinê ne. Li navçeyê niha xebatên lêgerîn û xilaskirinê hîn berdewam dikin.  
 
Cenaze di li derve tên rêzkirin
 
Bajarê ku wêran bûye welatî agir pêdixin roj û şeva xwe derbas dikin. Malbatên ku ji wan re kon çûne jî konan de dibînin. Lê heta niha gelek kêm alîkarî çûye ji welatiyan re. Di dema lêgerîna nava xirbeyan de hemû kes bi hêviyekî mezin bendêne ku agahiyek ji xizmên xwe bigirin. Di çavên hin kesan de hêvî heye û di çavên hin kesan de jî rondik dibarin. Cenazeyên ku di bin avahiyan de tên derxistin li derve li kêleka hev tên rêzkirin.
 
Zarok di nav xirbeyan de dilêzin
 
Di vê erdhêjê de herî zêde yên jê bi bandor bûn zarok û kesên kal û pîr bûn. Dema mirov nav bajêr de derbas dibe dibînin ku zarok di nava xirbeyan de neçar mane dilêyzin. Welatiyên navçeyê ku ev qas zor û zehmetiyê dijîn jî ji vê erdhêjê sewalên ku bandor bûne re ji bîr nekirine û xwarinê didin wan.  
 
Nexweşxane tijîne
 
Di deman demê de ji ber ku li navçeyê cenaze zêdene nexweşxane hemû tijî bûne û cih nîne bên danîn. Morgên nexweşxaneyê hemû tijîne û welatiyan diyar kir ku ji ber morg tijîne li beşên din ên nexweşxaneyê û kolîdoran de tên danîn. Her wiha welatiyên birîndar jî ji ber nexweşxaneyê de cih nîne ji nexweşxaneyên derdorê yên bajêr re hatin şandin.