Nurdagî bi temamî hilweşiya: Ne alîkarî ne xebat heye

  • 21:17 8 Sibat 2023
  • Rojane
DÎLOK - Heyeta HDP’ê serdana navçeya Nûrdagi ku avahiyek saxlem nîne û taxên wê yên gundewarî kir, kir. Di serdanê de welatiyan anîn ziman ku alîkarî nehatiye van deran û xebatên tên kirin jî kêm in. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, Alîkara Hevseroka  Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana navçeya Nurdagi ya Dîlokê û taxên gundewarî kir. Heyetê piştevaniya bi welatiyan re anî ziman û zehmetiyên ku dijîn guhdar kirin. Welatiyan destnîşan kri ku xebat û alîkariyên tên kirin, gelek kêm e. 
 
Ji bo birîndaran kepçe kirê kirine
 
Heyetê di destpêkê de serdana taxên Keferdiz, Satirhöyük û Gedîklî kir. Welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyan, diyar kirin ku alîkarî ji wan re nayê. Welatiyên Taxa Keferdizê pirsgirêkên ku dijîn ji heyetê re vegotin. Welatiyan got ku ew bi derfetên xwe cenazeyan di bin avahiyan de derxistine û defin kirine. Her wiha gotin ku bi derfetên xwe kepçe kirê kirine û cenazeyan di bin avahiyan de derxistine. Welatiyan bi lêv kir ku tu alîkarî ji wan re neçûye û komên lêgerîn û xilaskirinê jî hîn neçûne cem wan. Welatiyan wiha got: “Alîkarî nakin. Li vir hemû kes bi derfetên xwe tiştan dike. Gel cenazeyên xwe derdixin.  Em tî ne, birçî ne û li ber sermê ne. Rêvebir tunene.” 
 
Komên AFAD’ê neşandin taxan
 
Welatiyan diyar kirin ku xêrxwazan li taxên din ên gundan alîkarî ji wan re şandine û rayedaran serdana wan nekirine. Welatiyan, ev tiştan anî ziman: “Çapmeniya alîgir bi tenê cihên ku xebat tên kirin dikişînin. Piştre dibêjin ‘li her derê xebat hene.’ Ceyran nîne, kon nîne. Em heta serê sibehê agir pêdixin û xwe germ dikin. Ew derewan dikin. Kesî xwe negihandiye me. Alîkariya dewlemendan dikin, çavên xwe ji kesên xîzan re digirin.” Ji ber ku komên alîkarî û lêgerînê neçûne taxan, welatî bi derfetên xwe bi bendan dîwarên ber hilweşandinê ne hilweşandin.  
 
Dîsa piştî gundan heyet çû navçeya Nûrdagiyê ya ku hema hema avahiyek saxlem lê nemaye û wêraniyeke mezin hatiye jiyîn. Li  navçeyê di nav qelebalixa wesayîtan de rêz çêbûn, li ser hin avahiyên hilweşiyayî xebat tên kirin. Xebatên navçeyê kêm hatin dîtin û heyet ji kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û birîndaran re derbasbûn xwest.
 
Sê roj in welatî di bin avahiyan de ne û komên AFAD’ê dereng mudaxele kir. Di encama xebatên hatin kirin de gelek cenaze û birîndar derketin.