Dîmenê yekem ên Îslahiyê

  • 09:03 8 Sibat 2023
  • Rojane
Rojda Aydin
 
DÎLOK - Ajansa me çû cihê erdhêjê li navçeya Îslahiyeyê û dîmenê yekem a bajêr weşand û hat dîtin ku nêzî sedî 70’ê avahî hilweşiyane û avahiyên dinê jî hemû derizîne. Jinên Îslahiyeyê, destnîşan kirin ku bêxwedî hatine hîştin û tu kes pirsa wan nake. Jinan, anîn ziman ku bang li AFAD’ê kirine lê nehatine û ji rayedaran re wiha gotin: “Ger îro neyên bila rojên dinê jî neyên li cem me.”  
 
Du roj berê di saet 04.17’an de bi pileya 7.7 û di saet 13.24’an de jî bi pileya 7.6 li Dîlok û Mereşê erdhejek mezin pêk hat. Li 10 bajaran ji ber erdhejê bandor bûn, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di nav bermahiyên bi hezaran avahiyên hilweşiyayî de dewam dikin. Yek ji bajarên ku erdhej lê bandor bûye navçeya Îslahiye ya Dîlokê ye. 
 
Cenazeyê zarokê 17 salî tê rawestandin
 
Rêya ku diçe navçeyên Nurdagi û Îslahiyeyê ji ber erdhêjê hemû deriziye. Di heman demê de li bajarokê Sakça Gozu ya Nurdagiyê jî ji ber erdhêjê gelek avahî hilweşiyan û gelek dîrekên ceyranê jî xwar bûne. Her wiha hat zanîn ku li bajarok cezayê zarokekî 17 salî di bin avahiyê de hatiye derxistin, lê ji ber AFAD neçûye cihê bûyerê malbat li derve pêçane. Her wiha hat gotin ku kesên di bin avahiyan de mane hene.
 
Pira jor a di derketina navçeya Nurdagi ber bi Îslahiyeyê ve diçe jî hilweşiyaye û rê ji derbaskirina maşîneyan re hat girtin. Têketina Nurdagi jî ji ber trafîkê dixitime.  
 
Navçe sedî 70 hilweşiya
 
Dema ku mirov dikeve têketina navçeya Îslahiyê dibînin kur ê hemû deriziye û ji ber vê yekê maşîneyên derbas dibin zehmetiyan dikişînin. Her wiha ji ber erdhêjê sê roj in ceyran û avên navçeyê hatine birîn. Dema ku em berê xwe didin nava bajêr dibînin ku avahiyên ku zirar nedîtine tuneye. Di encama erdhêjê de nêzî sedî 70’ê avahî hilweşiyane û avahiyên ku mane jî ji ber derizîne zirarek mezin dîtine. Her wiha darên nav bajêr hemû xwar bûne û pira nav pajêr jî hilweşiyaye. Her wiha li navçeyê mizgefta bi navê Opet jî ji ber erdhêjê hilweşiya.
 
Gel di bin rewşên zehmet de bimînin
 
Li navçeyê av, ceyran û şebeke hatine birîn, pêdiviyên gel jî nayên dîtin û ji ber vê yekê zehmetiyên mezin dijîn. Welatiyên nav bajêr ji ber xaniyên wan hemû hilweşiyane hin kes di maşîneyan de dimînin, hin di rawestgehên maşîneyan de ji xwe re cih çêkirine û hîn jî bi derfetên xwe konên anîne de dimînin. Ji ber serma û seqemê taybetî kesên astengdar, zarok, kal û pîr jê bandor dibin.
 
Ji malbatekî 6 cenaze 
 
Bi kepçeyan avahiyên lêgerîn tên kirin de heta niha gelek birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dan. Tişta ku herî zêde bi êş bû jî jê yek ji malbatekî cezayê pîr, bav, dayîk û 3 zarok bi giştî yê 6 kesan derket bû. Cenazeyên 6 kesên ku hatin derxistin li derve li kêleka hev hatin danîn û xizmên wan jî rondikan dibarandin.
 
Dengê gelê Îslahiyeyê nehat bihistin
 
Her wiha heta rayedar û komên AFAD’ê tu alîkarî ji welatiyên navçeyê re nekir û ji ber vê yekê malbat bi bertek bûn. Welatiyan destnîşan kir ku heta niha tu çapemeniyekî jî berê xwe nedaye Îslahiyeyê û dengê wan ranegihandine û bi bertek bûn. Her wiha Şaredariya Îslahiyeyê jî tu tiştî nekiriye. Ajansa me çû Îslahiyeyê û dîmenên yekem ji raya giştî re parve kir. Jinên Îslahiyê ji ajansa me re li ser rewşa dijîn axivîn.  
 
‘Şaredarî alîkarî nekir’
 
Jina ku navê wê nehat anî ziman ku bapîra wê di bin avahiyê de maye û sê roj in tu agahî jê nikarin bigirin. Di bin avahiyê de peyam şandin gotine ‘em nêzî 7-8 kes dijîn.’ Em AFAD’ê geriya nehatin. Ev sê roj in di bin avahiya de ne, em nikarin derbixin. Me bi derfetên xwe hin kesan ji bin avahiyan derxist. Me ji şaredariyê re jî got lê ew jî ji bo me tu tiştî nekirin. Nûh gotin em ê bên.”
 
‘Em du rojan benda AFAD’ê man’
 
Jina ku navê wê nehat zanîn jî destnîşan kir ku ew du rojan li benda AFAD’ê mane lê nehatine û wiha pê de çû: “Lê belê nehatin. Birîndar û miriyên me di bin avahiyan de mane. Ger ku duh bihatina dê îro hemû bihatana xilaskirin. Nehatin û wan bi mirinê rû bi rû hîştin. Xizmên me yên i bin avahiyan de mane ji AFAD’ê re nivîsîne gotine ‘em dijîn, werin me xilas bikin.’ Lê ligel vê yekê jî heta îro nehatin, piştre hatin. Em AFAD’ê digerin lê em xwe nagîhinin wan. AFAD hat got ‘ekîpmanên me nîne’ û carekedin çû.”
 
Bertekên li dijî AFAD’ê mezin dibe
 
Jina bi navê Munevver Alici, bi lêv kir ku keça xaltîka wê di bin avahiyê de maye û sê roj in tu agahî nikarin bigirin. Munevver, detnîşan kir ku piştî du rojan AFAD hatiye navçeyê û wiha axivî: “Keça xaltîka min di bin avahiyê de ye û hîn nehatiye derxistin. AFAD piştî du rojan hat. Me dema AFAD’ê geriya gotin em ê bên lê nehatin. Piştî du rojan hatin dest bi lêgerînê kirin. Xebat tuneye, kes nayê. Alîkarî tuneye. Jinekî di bin avahiyê de giran birîndar bû mirovan bi zorê wê derxistin. Kesen nehat li vir. Tên lê dinêrin û carekedin diçin. Ji ber derfet kêmin em jî nikarin zêde tiştekî bikin. Heta vê rojê jî me ji agahiyak keça xaltîka xwe negirtiye. Gelek zêde mirovên me jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Avahiyên saxlem nemane. Zêdetirî navçeyê bi giştî hilweşiyaye. Ji heft salî bigire heta heftê salî hemû mexdurin. Alîkarî nayê kirin. Xwarin nîne ku em bixwin. Zivistane û cil nînin em li xwe bikin. Em bi tena serê xwe mane. Em benda alîkariya gelê xwe ne. Em dixwazin bila birîndar û miriyên me demildest zû di bin van avahiyan de derbixin.”
 
‘Bi mirinê re rû bi rû ne’
 
Jina bi navê Gul jî bertek nîşanê AFAD’ê da ku sê roj in ji bo wan tu tişt nayê kirin û wiha domkir: “Ev bînaya me de kesên rewşa wan baş jî hene. Lê tu muxadele nehat kirin. AFAD nehatiye wan xilas nake. Bi mirinê re rû bi rû ne. Em nizanin ku êdî çi bikin. Ger ku em bûna em ê bi xwe alîkariya AFAD’ê bikirana. Bila dengê me li hemû cihan bê bihîstin. Bila ne bi tenê pêvajoya hilbijartinê de bên. Di rewşên wisa de jî bên. Ger ku nayên wê demê bila qet neyên li cem me. Dema em AFAD’ê digerin dibêjin li her derê rewş awarteye em nikarin werin.”
 
‘Nexweşxane tijî ne’
 
Gul, da zanîn ku nexweşxane ji ber kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarin tijî ye û wiha ev tiştan got: “Em bi cenazeyan di heman erebeyê de man. Ji ber ku cihê em cenazeyên xwe danîna nîne. Nexweşxane tijîne. Cenazeyan datînin li ser maseyan. Me jî kir hindirê erebeyan. Em nikarin cenazeyên xwe defin bikin. Ne av, ne ceyran û ne jî xwarin nîne. Rewşa me qet ne başe. Alîkarî ji aliyê gel ve tê kirin. Ev rojane em li vir in. Ger ku mirine em cenazeyên xwe dixwazin. Ger sax bin jî bila wan rizgar bikin. Şaredariyê tu alîkariyê nekir û deng jê dernayê. Ligor agahiya ku dibêjin xebatkarên şaredariyê di bin avahiya de mane û jiyana xwe ji dest dane. Ji zarokan bigire heta kal û pîran em hemû mexdûr in. Gelek kes di erebeyan de bimînin. Konteynirek dane me û tê de 30 kes dimîne. Betaniye nîne ku em xwe germ bikin. Me ne tiştek xwar û ne jî vexwar.”   
 
‘Bila bên kesên dinê xilas bikin’
 
Dayika bi navê Safiye Çelîk jî daxuyakirin ku keça wê jî navê de gelek xizmên wê di bin avahiyan de mane û wiha dawî axaftina xwe anî: “Em nizanin ku sax in an mirîn e. Em ji wan tu agahî nikarin bigirin. AFAD roja yekem hat û carekedin çû, tiştek nekir. Ger ku zû lêgerînê bikin dê kesên dinê jî xilas bikin. Konekî nîne ku em biçin tê de bimînin. Li vê derê jî erdhêj bîu lê kesekî dengê me nebihîzî. Bila demek zûtirîn werin kesên bin avahiyan de xilas bikin.”