Li Hatay û Semsûrê xebatên rizgarkirinê tunene

  • 14:32 7 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên HDP'ê li Hatay û Semsûrê xebatên xwe didomînin û diyar kirin ku heta niha tu alîkarî ji bo welatiyan nehatiye kirin. 
 
Li Hatay û Semsûrê heta niha ji hêla rayedarên dewletê ve tu xebat nehat destpêkirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêmê lêkolîn û xebatên xwe didomînin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari derbarê rewşa Hatayê de axivî û got: "Herî kêm 24 saet derbas bû lê heta niha ji bo alîkariyeke tiştek nehat kirin. Rewşeke xeternak heye. Niha demildest alîkariyek bê kirin. Em bang li her kesî dikin ku bila weziyefeya xwe pêk bînin."
 
Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, da zanîn ku li Semsûrê gelek kes hêj nehatine rizkarkirin û wiha bi lêv kir: "Gelek pêdiviyên welatiyan hene. Divê av û xwarin bê şandin. Ez 3 saet şûnde gihaştim Semsûrê û lê li vir ne rayedareki dewletê û ne jî wezîfedarên AFAD'ê hene. Êvarê welatî li derve man. Li vir hewcedariya piştevaniyê heye."
 
Parlamenterê HDP'ê ya Agiriyê Abdullah Koç, jî da zanîn ku li taxa Kayalik a Semsûrê welatî di bin kavilan de mane û nehatine rizgarkirin û wiha axivî: "Li vir welatî li gor derfetên xwe xizmên xwe di bin kavilan de derdixin. Li vir gelek winda hene."