Welatiyên Dîlokê: Rayedar li ku derê ne?

  • 09:22 7 Sibat 2023
  • Rojane
DÎLOK - Welatiyên Dîlokê ku di erdhêjê de xaniyên wan xira bûn û bi sedan kes di bin erdhêjê de mane, bi lêv kirin ku AFAD dereng hatiye cihê lê bûne û gotin: “Dema ku tê axaftinê jî kesên rayedar dibêjin em li cem gelê xwe ne.  Gelo heta vê saetê ew li ku derê ne? Çima nayên.”
 
Bîlançoya erdhejên bi pileya 7,7 û 7,5'an ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereş û Dîlokê ye, her ku diçe girantir dibe. Di encama erdhêja ku pêk hat de gelek kesî jiyana xwe ji dest da, gelek jê birîndar bûn û hîn bi sedan kes jî di bi xirbeyên avahiyan de ne. Ji bo kesên ku di bin xirbeyan de mane hewldanên rigarkirina wan berdewam dikin.
 
Piştî şopandina rewşa Amedê min berê xwe da cihê erdhejê ku herî zêde bandor lê bûye Dîlokê. Dema ku ez ber bi Dîlokê ve derketim rê welatiyên ku otobûsê sîwar bûne hemû behsa vê erdhêjê dikirin û ew xemgînî ji çavên wan dihat xwendin. Piştî pênc saet û nîvê din ez digihîjim Dîlokê. Dema ku ji otobûsê peya dibim ew êş û tofana bajêr ji dil ve tihat hîskirin. Ji bo ku ez biçim taxên ku di encama erdhêjê de zerar dîtine li benda wesayitê bûm  Lê ji ber erdhêjê wesayitên nav bajêr nedxebitîn. Li ser vê yekê piştî hemû hewldanan min wesayitek peyda kir û ber bi taxa Încî Pinar a girêdayî navçeya Şehîtkamîlê ve diçim. Di rê de dema ku em diçin bi şofor re behsa rewşa bajêr dikim. Şofor dibêje ku ‘min heta vî emrê xwe erdhêjek wisa nedîtibû. Li vir jiyan sekiniye’ û piştî vê gotinê bêdengiyek çêdibe. Şofor piştre behsa rewşên taxên ku avahiyên hatine hilweşandin kir û got rewşa gel gelek xirap e.
 
Çavên wan mizginiyê ye
 
Piştî 15 deqeyan ez digihîjin taxa Încî Pinar ê. Dema ku ez gihîştim li wir min dît ku konek wek bi emanet hatiye danîn, malbat jî li aliyê din ji xwe re agir pêxistine û rûniştine benda mizginiyekê ne. Nêzî malbatan dibim û wan silav dikim û dibînim ku çavê her kesî bi rondik e. Çavê wan li agahiyekê ye ku agahiyek baş ji xizmên xwe bigirin. Ji her malbatek dipirsim ji xizmên we kî di bin avahiyê de maye û ew jî wek bersiv 3 an jî 4 kes binîde mane dibêjin. Elbet ev gotin bi ziman hêsan e, lê êşa wê jî ew qas mezine.
 
Ji malbatan bertek ji AFAD’ê
 
Di dema sohbetê de hîn bûm ku duh dema ku erdhêj pêk hat şûnde komên AFAD’ê nehatine alîkariya wan. Dema ku sedema wê min pirsî jî gotin “Me li wan geriya lê ji me re gotin em li Îslahiyeyê ne, nehatin. Êvarê saet 20.00’an de hatin taxa me dest bi xebatê kirin. Kesên rayedar dibêjim nizanim me ev qas personelên AFAD’ê derxistiye rê ji bo rizgarkirin. Lê duh êvar bû hatin.” Li dora agir sohbet her ku diçe berfirehtir dibe. Di sohbetê de em hîn bûn ku ji ber AFAD nehatiye wan bi derfetên xwe kesên birîndar rizgar kirine û yên jiyana xwe ji dest dane ji bin xirabeyan derxistine. Welatiyek din jî dibêje, “Me hewl da birîndaran bi biviran derbixin. Me 6 birîndar xilas kirin û 2 jî jiyana xwe ji dest dabûn me derxistin. Êvarê dora 20.00’an dema AFAD hat xebat meşand. Ger ku serê sibehê ve bihata dê ev qas birîndar dibin xirabeyan de nemane û bertek nîşan dide.
 
‘Rayedar li ku derê ne’
 
Welatiyek din jî di dema sohbetê de dibêje serê sibehê heta êvarê ew li derve bin serma û seqemê de bûne jî tu rayederek nehatiye serdana wan. Welatiyek din jî ji wir dibêje, “Em darên ku ji avahiyan derketine tînin pêdixin, xwe pê germ dikin. Konek wek emanet anîn danîn li vir. Lê ne kursî heye û ne jî tiştek din. Em wî konî jî nikarin bi kar bînin. Dema ku tê axaftinê jî kesên rayedar dibêjin em li cem gelê xwe ne.  Gelo heta vê saetê ew li ku derê ne? Çima nayên.  Li taxên dinê gel li benda kepçeyê ku xizmên xwe ji bin avahiyan de derbixin.”
 
‘Êşa me mezin e’
 
Dayîka bi navê Elîf Eren a ku li taxa Încî Pinarê xizmên wê di bin avahiyê de mane û şevê li ber derî li ber agir derbas kir, got dema erdhêj çêbûye ew gelek tirsiyane û wiha bi lêv kir: “Em hemû gelek tirsiyan. Piştî erdhêj çêbû me xwe avêt derve, di wesayitan de û li kolana sekinîn. Piştre me bihîst ku avahiya tî yê min hilweşiyaye. Em gelek xemgînin. Êşa me mezin e. Tiyê min, hevjîna wî û du zarokên wî di bin avahiyê de man. Hîn di bin xirbeya avahiyê de ne, nehatin dîtin. Em li benda ku agahiyekê ji wan bigirin. Hêviya me ew e ku bi awayek baş bên dîtin.”
 
‘Em benda piştgiriyê ne’
 
Elîf, da zanîn ku Şaredariya Dîlokê tu alîkarî nedaye wan û wiha pê de çû: “Ne kon, ne kursî û ne jî betanî anî. Ev betaniya jî kesekî bi xwe hat belav kirin. Ne şaredar û ne jî rayedarek din nehatin pirsa me nekirin. Dinya sar e û gel gelek zehmetiyê dikişîne. Sibehê heta êvarê em li vir li benda agahiyekê ne. Lê komên AFAD’ê jî dereng hatin. Ji ber vê yekê hemû kesan bi derfetên xwe birîndar xilas kirin.  Em dixwazin bila hemû kes piştgirî û alîkariyê bide me. Divê gelê me di vê rewşê de hişyar be. Em bi zorê bi derfetên xwe agir pêdixin û xwe germ dikin.”
 
‘Lêgerîn berdewam dike’
 
Fatma Eter jî erdhêja ku pêk hat bi gotina “bi tirs bû” penase kir. Fatmayê, da zanîn ku vê tirsê dê tucarî ji bîr neke û wiha pê de çû: “Ji malbata me xwîşka min, hevjînê wê û du zarokên wê di bin avahiyê de mane. Me hîn xwe negihandiye wan. Lê lêgerîn berdewam dike.”
 
‘Piştgiriyê bidin me’
 
Fatma, destnîşan kir ku ew di bin hewaya sar de li kolanan dimînin û ev ji bo wan gelek zahmete. Fatma, diyar kir ku daxwaza wê ya herî mezin ew e ku xizmên wê bên dîtin û wiha domand: “Zêde alîkarî neha. Li vê derê komên AFAD’ê kêm bûn. Ji ber vê yekê jî hat gotin ku ev kom ji Stenbolê hatiye. Lewma lêgerînên wan dereng man. Em dixwazin hemû kes piştgiriyê bidin me.”