Dîlan Dîrayet Taşdemîr: metna Tifaqa Millet restore û mijûlkirin e

  • 09:06 4 Sibat 2023
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku doza girtinê, bloqekirina hesabên HDP’ê ji niha de nîşan dide ku hîle tevli hilbijartinan bûye û mutabakata Tifaqa Millet jî wek metna mijûlkirin û restorekirinê binav kir.
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der bare doza girtina der barê partiya xwe de, bloqekirina alîkariya xezîneyê û mutabakata maseya Tifaqa Millet de nirxandin kir.
 
‘Kumpasên din xistin dewrê’
 
Dîlanê destnîşan kir ku li ser îfadeyên şahidên veşarî alîkariya xezîneyê ya ji bo partiya wan hatiye birîn û doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin jî ji hiqûqê dur e û wiha vegot: “Doza girtina partiyê girêdayê biryara bloqekirin û doza Kobanê ye.Tevî ku hemû pêvajo li gorî xwe organîze kirine jî tu delîleke ku partiyê bide girtin tune ye. Mêze kirin biser nakevin kumpasên din xistgin dewrê.  AKP demek dirêje tevgera kumpasê daye destpêkirin. Hewl dide êrîşên li hember HDP’ê bi kumpasan rewa bike. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de hemû konseptên êrîşê xistin dewrê.”
 
‘Ji niha de hîle tevli hilbijartinan kirine’
 
Dîlanê da zanîn ku serdozgeriya komarê ya dadgeriyê du caran ji bo bloqekirina hesabên partiya wan serlêdanê dike û wihagot: “Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dibêje delîl tune şûnde vedigerîne. Lê şahidekî veşarî ji bo aboriya HDP’ê îfadê dide. Li holê kumpaseke, sûcekî organîzekirî heye. Di 14’ê Gulanê de wê biçin hilbijartinê û ji niha de serî li xîle û manîpulasyonan didin. Gelo di van şertan de wê hilbijartinek rast û zelal pêk bê.”
 
‘Hesabên AKP’ê li hev dernakevin’
 
Dîlanê destnîşan kir ku hesabên AKP’ê qet li hev dernakevin û ji 7’ê Hezîranê de ye AKP her tim li hember HDP’ê konsepta êrîşê dike dewrê û wiha daxuyand: “Lê ev hesabên AKP gel li pêş xwe dibînin û şûnde vedigerin. Wê ev jî wisa bibe. Bloqe kirin, gelê me xwedî li partiya xwe derket.Kampanyayên ‘xezîna me gelê me ye’ dan destpêkirin û bexş kirin. Ji bexşê wêdetir, xwedîderketina gel û bertekên wan pir girîngin.”
 
Dîlanê her wiha bi lêv kir ku AKP di hewldana ku ji Kurdan çawa dengan bigirim de ye û wekê ku AKP hesasiyeta Kurdan li ber çavan digire,  xwe nîşan dide û wiha pê de çû: “AKP welat birêve dibe û hemû mekanîzma di destê wan de ye. Niha davêjin ser MHP’ê û dibêjin ‘ew dibêjin, em nabêjin, gotinên MHP’ê ne’ û bi vî civakê didin bawerkirin. Dixwaze dengên Kurdên muhafazakar Kurdên ku demekê deng didanê, ji nû ve bidest bixe. Lê em dikarin bêjin ku ev dereweke mezin AKP bixwe kumpas û girtinan li hember partiya me dike. MHP bêguman vê tîne ziman lê qadeke wan a siyaetê bike tune ye.”
 
‘Nêzîkatiya restorekirinê’
 
Dîlanê balkişand ser mutabakata ku maseya 6’an di rojên borî de aşkerakiriye û  ev tişt anî ziman: “Peymana Stenbolê û pirsgirêka Kurd di mutabakatê de tune ye. Li tirkiyeyê pirsgirêkên sedsalî hene. Pirsgirêkên dîrokî yên jinan û Kurdan hene. Pirsgirêkên bindest û kedkaran hene. Ji ber vê bêguman ev tenê bi bernameyek hilbiajrtinê nayên çareserkirin lê qe nebe divê navê wan bê danîn. Ev mutabakata maseya 6’an nêzîkatiya restorekirin û reformekirinê ye. AKP’ê texrîbat kir lê Tifaqa Millet jî boyax û badanê dike. Ev jî tiştekî naguherîne. Ev tenê metneke mijûlkirin û restorekirinê ye.”