Mal bi mal amadekariya ‘Meşa Îmraliyê’

  • 09:03 4 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
COLEMÊRG - Di salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê berbi Gemlîkê ve meşek pêk bê. Jinên Geverê beriya meşê kolan bi kolan, derî bi derî digerin û xebatên meşê dimeşînin û her wiha gotin "Ji bo azadiyê dê em bimeşin Îmraliyê".
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED) ve Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmen xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 15’ê Sibatê komploya navneteweyî bi dirûşma ‘Ji bo çareseriyê em dimeşin Îmraliyê’ meşekê pêk tîne.
 
Di 6’ê Sibatê de ji navçeya Qoser a Mêrdînê û Gever a Colemêrgê ber bi Gemlîkê ve wê meşek bê destpêkirin û beriya meşê HDP’a Geverê tax bi tax kolan bi kolan xebatên xwe dimeşîne û her kesî vexwendiyê meşê dikin. 
 
‘Çareseriya azadî û aştiyê Rêbertiye’
 
Hevseroka HDP’a Geverê Halîme Sure diyar kir ku ev du sale agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û polîtîkayên tecrîda giran tên meşandin û wiha got: “Ji ber agahî ji birêz Ocalan nayê girtin Gelê Kurd bi fikare.Tecrîda li ser Birêz ocalan divê demildest bê rakirin. Ev tecrîd li Gelê Kurd jî pêk tê. Divê hemû Gelê Kurd dest bidin hev û li dijî tecrîdê rabin. Çareseriya aştî û azadiyê serokatiye. Em jî ji bo ev tecrîd rabe dimeşin Gemlîkê. Di 6’ê Sibatê de ji Geverê wê gel birêkeve. Ji bo vê me li tax û gundan xebat dan destpêkirin. Em gund bi gund, tax bi tax digerin û gel vexwendiyê meşê dikin. Di 6’ê Sibatê de wê gelê me li qadan bersiva herî xweş bide. Em di 6’ê Sibatê de hemû gelê xwe vexwendiyê avahiyê dikin.”
 
‘Bila tecrîd bê rakirin hevdîtin bên destpêkirin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Şadiye Kirmizigul destnîşan kir ku tecrîd di serî de li Îmraliyê li hemû gel bandor kiriye û divê Gelê Kurd dest bidin hev û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişkînin û ev tişt bi lêv kir: “Niha sedema krîza aborî û kuştinên jinan jî ji ber tecrîdê pêk tên. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re nayên kirin. Ev demek dirêje agahî jê nayê girtin. Gel dixwaze ji rêberê xwe agahiyê bigire. Divê tecrîd rabe û hevdîtinên telefonê demildest pêk bên.em di 6’ê Sibatê de li Geverê starta meşa Gemlîkê didin. Bang li hemû Gelê Kurd dikim kut evli meşê bidin. Armanca meşê ji bo dawîbûna tecrîdê ye. Em ji bo aştî û azadiyê bimeşin Gemlîkê.”