Nobed bi dawî bû 'Meşa Îmraliyê' dest pê dike

  • 12:41 3 Sibat 2023
  • Rojane
ENQERE - Parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku ew ê dawî li Nobeda Edaletê bînin û nobeda xwe veguherînin çalakiyên "Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin".
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike dabûn destpêkirin di roja 32’yemîn de bi dawî bû. Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîn Kenanoglû, Muazzez Orhan, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Surucu, Kemal Pekoz, Ridvan Tûran û Huseyîn Kaçmaz bi dowîzên li ser “Bila li Îmraliyê hiqûq were bicihanîn” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî re li baxçeyê Meclisê daxuyanî da. 
 
'Di cîhanê de mînakeke wiha nîne'
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ê di nobedê de axivî, da zanîn ku di roja dawî ya Nobeta Edaletê de ne. Sarûhan, diyar kir ku demek dirêj e li Îmraliyê tecrîd didome û wiha got: “Di cîhanê de mînakeke wiha nîne. Wezareta Dadê û desthilatê mînaka ku li cîhanê nebe careke din li Tirkiyeyê afirand. Tecrîd ne tenê hevdîtina ku bi parêzer û malbatê re neyê kirin û bi telefonê neyê axaftine, tecrîd di heman demê de jiholêrakirina hiqûqê ye. Her wiha tecrîda li Îmraliyê parçeyek ji polîtîkaya tunekirina destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd e”
 
Sarûhan, bi lêv kir ku ji adara 2021’ê ve ji Ocalan agahî nayên girtin û anî ziman ku hemû serlêdanên hevdîtinê bi cezayên dîsîplînê tên redkirin. Sarûhan, diyar kir ku ji Îmraliyê tu agahî nayên girtin û wiha berdewam kir: “Bi awayekî aşkere hiqûqa neteweyî û navneteweyî tê binpêkirin. Peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê îmze kirine tên binpêkirin. Ev mijar di qada navneteweyî de bûye mijara hiqûqnasan. Vê desthilatê Tirkiye xistiye vî halî.”
 
Serlêdanên hatibûn kirin hat bibîrxistin
 
Sarûhan, anî ziman ku li dijî tecrîda ku Wezareta Dadê û rayedarên desthilatê dibêjin tune ye, raya giştî ya cîhanê vê tecrîdê nîqaş dike û serdanên ku beriya niha gelek parêzeran bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kiribûn bi bîr xistin. 
 
‘Ji serlêdanên hatine kirin re bersivê bidin’
 
Sarûhan, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Birêz Ocalan îmtiyazê naxwaze. Dibêje, ‘ez ne îmtiyazê ez hiqûqê dixwazim.’ Em jî di hemû serlêdanên xwe yên Wezareta Dadê û bi rayedarên desthilatê de ne îmtiyazê hiqûqê dixwazin. Em dixwazin hiqûq were bicihanîn. Piştî 32 rojan Nobeda Edaletê bi dawî dikin. Ji 6’ê sibatê û pê ve, em ê ji navçeyên Gever û Qoserê ji du baskan dest bi meşa 'Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin' bikin. Ji ber ku divê ev rewşa derveyî hiqûqê demildest bi dawî bibe û hevdîtin bên kirin. Em careke din bang li Wezaretê dikin. Bikin ku hiqûq bi cih were. Ji serlêdanên hatine kirin re bersivê bidin.”