Nuran Îmîr: Em ê bi sekna xwe dawî li tecrîdê bînin

  • 09:07 3 Sibat 2023
  • Ramyarî
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr meşa ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hatina heyeta navneteweyî wê li dar bixin nirxand û diyar kir ku weke jinên Kurd ew ê bi helwesteke dîrokî tecrîdê bişkînin.
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û ev nêzî 2 sal in ku tu agahî jê nayên girtin. Li gel ku çalakî û bangên ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevdîtinan berdewam dikin, parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hefteyan nobedê digirin û daxwaz dikin ku hikûmet deriyên xwe ji Îmraliyê re veke.
 
 Têkîldarî mijara tecrîdê Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr pirsên me bersivand.
 
*Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe kûrtir dibe. Nêzî 23 meh in tu agahî jê nayê girtin. Hefteya bor jî 3 meh cezayê disiplinê lê hat birîn. Agahî negirtina ji Abdullah Ocalan bi gelê Kurd re fikaran çêdike. Hûn vê rewşê çawa şîrove dikin?
 
Tecrîd bi serê xwe aliyekî berdewamiya komploya navneteweyî ye. Li ser tevger û  gelê Kurd hertim li qadan navneteweyî jî lîstik tên lîstin. Ev tecrîda ku li grava İmraliyê bi awayê sîtematîk tê dewamkirin ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî ye. Tecrîd di salên 90’î de piştî girtina birêz Ocalan  dest pê kir. Îro qanûnên Tirkiyê û ên navneteweyî bi vê tecrîdê hatine binpêkirin. Ev sûcê Tirkiyeyê bi piştevaniya hêzên navneteweyî  24 sal in dewam dike. Ji bo bidawîkirin tecrîdê heta niha gelek çalaki û grevên birçîbûnê hatin kirin. Ev çalakiyên ku bi biyara gel tên kirin di heman demê de fikarên gel jî nîşan dide. Ji bo kûrkirina tecrîdê her carê qanûnek nû tê darxistin. Heke têkiliya girtiyekî bi derve re hatibe qutkirin û nikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike  ev bi serê xwe sûcekî mezin e.  Lê belê derîyên Îmraliyê rojekê jî li gorî qanûnên Tirkiyê nehatiye vekirin. Hertim bi biryarên taybet hatine vekirin. Di salên borîn de bi gelek hincêtan hevdîtin hate astengkirin. Lê piştre qanûnek nû ji bo girtîgehan derxistin. Di bin navê Saziya Cezayê Înfazê de her gotinekê ku vê tecrîdê vedibêje dibe sedema cezayên dîsîplînê û bi van cezayan danûstanda Abudllah Ocalan a bi derve re tê qedexekirin. Polîtîkayê ji bo Îmraliyê girêdayî polîtîkayên şerê yên li Rojhîlata Navîn e.”
 
‘Li Îmraliyê pergalekê îşkenceyê heye’
 
Di destpêka salên 2000’î de girtîgehên Tîpa F hatin çêkirin. Ev hucreyên ku di girtîgehên Tîpa F de hatin vekirin bingeha amadekirina tecrîdê bûn. Wê demê gelek sazî û partiyên sîyasî ji bo vê yekê hişyarî kiribûn. Lê kesê guh neda wê hişyariyê û têkoşînek mezin nehat dayîn. Niha ev tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Ev sîstema hûcreyên Tîpa F’ê ne bi tenê li  girtiyên sîyasî di heman demê de li girtiyên edlî ve jî tê ferzkirin. Tecrîd bi serê xwe ne tenê gotinek e. Ev sîtemek e. Li Îmraliyê sîtemek îşkenceyê heye û ev îşkence li ser tevahî gelan tê meşandin. 
 
*CPT rapora ku ji bo hevdîtînên xwe kiribû heya niha aşkere nekiriye û bêdengiya xwe diparêze. CPT çima di bêdengmayinê de ewqas bi israr e?
 
Helwesta CPT hevkariya desthîlatdariya AKP-MHP’ê nîşan dide. Saziyek navneteweyî ku biçe grava Îmraliyê û tecrîdê bi çavê xwe bibîne bi raya giştî re parve neke ev ne sazîyek xwedî îrade û serbixwe ye. CPT bi biryarên sîyasî yên alîgir nêz dibe. Cidîyeta CPT nema ye. Peywîr û berpirsyariya CPT ew e ku li ser hevdîtin û raporên xwe raya giştî agahdar bike. CPT serbixwebûna xwe winda kiriye. Berjewendiyên dewletê dane pêş. Li gorî qanûnê navneteweyî û mafên mirovan nêz nabe. CPT bi vê yekê hevparê vî sûcê kûrkirina tecrîdê ye. Gelê Kurd û bi mîlyonan kes ji rewşa birêz Ocalan di nav fikaran de ye.
 
Mijar ne tenê Gelê Kurd e
 
Kurdîstan û Tirkiyê hemû dever bûne Îmralî û îro civak bi pergala tecrîdê tê birêvebirin. Lewra ji bo şikandina tecrîdê divê hemû kes dengê xwe bilind bike û sekna xwe bi awayekî zelal nîşan bide. Lê ev deng tenê têra bidawîkirina tecrîdê nake. Ji ber vê jî li Amedê du mirovan li dijî tecrîdê agir berdan bedena xwe. Ev cîdiyeta tecrîdê nîşan dide û hişyariyek e. Gava birêz Ocalan dîl hatibû girtin bi dehan kurd li dijî dîlgirtina birêz Ocalan xeleka ji agir pêk anîbûn. Li seranserê cîhanê mînakek bi vî rengî tune ye. Lê di heman demê mînakek bi vî rengî ya tecrîdê jî tune ye. Di war hiqûqî, hem yê sîyasî û civakî de bidawîkirina tecrîdê girîng e. Lê belê ev rewşa tecrîdê girêdayî polîtîkayên desthîlatdarê tê manîpulekirin. Derheqê vê mijarê de ji bo ku hişê gelan tevlihev bibe û berê wan bidin rojevek din supekulasyonan pêk tînin.
 
Ji aliyek din ve jî çalakî, daxuyanî û nobetên ku ji bo bidwîkirina tecrîdê tên kirin asta girankirina tecrîdê nîşan didin. Bi taybetî nobeta parlementeran a li ber meclîsê bi biryar berdewam dike. Girîngiya nobeta parlementeran a li ber meclîsê hûn çawa dinirxînin?
 
Israrkirina di tecrîdê biryarek siyasî ye
 
Nobeta me ya ji bo tecrîdê xwedî rolekê girîng e. Ev çalakiya ku me li ber meclîsê da destpêkirin girêdayî daxwaza gel e. Gelek hewildanên me çêbûn ku ji bo em biçin girava Îmraliyê û di demên borîn de parlementeran gelek şande jî avakirin. Lê belê çawa ji parêzêrên birêz Ocalan re bersîvek nehatiye dayîn û muxatabek nehatiye diyarkirin ji bo me jî nehatiye diyarkirin. Me jî di vê demê de xwest rol û peywira xwe di vî warî de bi cih bînin. Di her warî de em ê li hemberî vê tecrîdê helwesta xwe ya diyarkirî nîşan bidin. Tercîha me ya ji bo derîyê parlementoyê jî xwedî wateyek e. Israrkirina di tecrîdê de biryarek siyasî ye. Lewra tecrîd jî encax bi biryarek sîyasî dikare were şikandin. Çareseriya şikandina tecrîdê û pirsgirêk Kurd ji meclîsê derbas dibe. Polîtîkayên ku li Îmraliyê pêk tînin dixwazin li her qadên civakê pêk bînin. Ji bo ku aramî û demokrasî were vî welatî rêya yekane yekane bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd e.
 
Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan gelê Kurd hertim di nav liv û tevgerê de ye. Di salên 2005, 2011 û herî dawî jî di meha Hezîranê ya 2022’an de ji bo Îmraliyê meş hatibû lidarxistin. Di meşa Hezîranê de ji hêla desthîlatdariyê ve êrîşek hovane hate kirin. Rixmî van hemû êrîşan jî gelê Kurd israr a xwe ya ji bo bidawîkirina tecrîdê nîşan da. Li ser navê desthîlatdarê wê çaxê Abdulkadîr Selvî nivîsek nivisî û xwest dawaza gelean manîpule bike. Di nivîsa xwe de got ‘Wê rojek nêz birazî û birayê Ocalan hevdîtinê pê re bikin’. Bi vî awayî xwest bibiryardariya gela ji bo bidawîkirina tecrîdê ji rojevê derxîne û hişê gel şêlo bike.
 
Li Îmraliyê çi diqewime
 
Bêguman xebatên me yên ji bo bidawîkirina tecrîdê dê berdewam bikin. Par meşa ber bi Gelmlikê ku dest pê kir gelek sazî tevli bûn û bi taybetî bi pêşengtiya baroyan ev meş hatibû lidarxistin. Nêzî 800 parezêr ji bo girava Îmraliyê serlêdan kiribûn û xwestibûn biçin girava îmraliyê. Li dijî fikar û daxwazên gel ên ji bo Îmraliyê nêzîkbûnek gayrîcidî heye û vê rewa dibîn. Ji ber ku li dijî gelê Kurd şerekî hebûn û nebûnê hatiye destpêkirin û ev şer jî girêdayî tecrîdê ye.
 
*Bêguman yek ji encamek tecrîdê jî şerê li dijî kurdan tê meşandin e. Girankirina tecrîdê girankirina şer r. Ev bandorek çawa li ser gelê Kurd û yê Tirkiyê dike?
 
Li hemberê gelê Kurd şerekî piralî heye. Aliyê yekemîn ê vî şerî jixwe kûrkirina tecrîdê ye. Aliyê dûyemîn jî şerê li derveyî sînor e. Şerê  ku li hemberê herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê her wiha li Rojava berdewam dike ye. Ji aliyek din jî şerekî li dijî sîyaseta kurd heye. Desthîlatdar bi israr kirina tecrîda li dijî birêz Ocala deskeftiyên gelê Kurd hedef digirin û êrîş dikin. Kurdan ne zilma ku li wan hatiye kirin ji bîr kiriye ne jî ji daxwazên xwe paş gavê diavêjin.  Bi rewşa şer dixwazin biçin hilbijartin ku gelê Kurd bêyî alternatif bihêlin. Lê gelê Kurd xwedî rêxistin e û xwedîalternatif e.  Em îro dibînin ku gelek welatên cîhanê ji têkoşîn û berxwedana gelê Kurd îlhamê digirin.
 
Sîyaseta îmha û înkarkirinê encamê nade. tenê rewşa şer, kaos û aloziyên li Tirkiyeyê mezin dike. Çiqas tecrîd berfireh dibe şer jî ewqas berfireh dikbe.   Aramî û derûniya civakê nema ye. Di aliyê hiqûqê de baweriya mirovan a qanûnê dewletê nema ye.  Di vir de mijar ne tenê kurd in. Polîtîkayên neyartiya li dijî kurdan bandorê li hemû gelên Tirkiyê û Rojhîlata Navîn dike. Heta bandora xwe li sîyaseta Ewropayê jî dike. Sedema xitimandina sîyaseta nava dewletan jî bingeha xwe ji vê digire.
 
Gava mesele dibe pirsgirêka kurd heman mejî xwe dubare dike
 
Ev pergal ne pergalek ya desthîlatdariya AKP û MHP’ê ye. Ev pergalek dewletbûyînê ye. Hemû hêzên ku qaşo ji xwe re dibêjin ‘muxalîf’ û li hemberê polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê têdikoşin îro çavên xwe hem ji tecrîd hem jî ji çareserkirina pirsgirêka Kurd re digirin. Îro di bin navê muxalefete de behsa hiqûq û demokrasiyê dikin.  Lê ew edalet û demokrasiyek ji xwe re dixwazin. Ev meji mejiyê rejîma dewletê ye. Lê ji dubarekirina dîrokê tu carî encam nehatiye girtin û wê neyê girtin. Bi vî yekê xitimandina sîyasî kûrtir dibe. Îro AKP û MHP’ê li dijî Kurdan û birêz Ocalan êrîşên xwe bi awayekî aşkere dimeşînin. Li derdora wê desthîlatdariyê hêzên ku ji xwe re dibêjin muxalîf ne zelal û ne samîmî ne. Ji xeynî HDP’ê Di vî pirsgirêkê de çareseriyek pêşkeş nekirine. Gava mesele dibe pirsgirêka kurd heman mejî û heman zîhnîyet xwe dubare dike. Hebûna kurdan hê di mejiyê de nehatiye qebûlkirin. Nerazîbûna li hemberê tecrîdê ne meseleya kurdan tenê ye. Li dijî vê yekê dirûtiyek mezin heye. Hebûna tecrîdê krîmanîlîz tê krin ku naxwazin kesek li hemberê vî bêhiqûqîyê deng derxîne.
 
*Di rojên borîn de Delegesyonek Navneteweyî hat û serden kirin. Her wiha bi minasebeta salvegera komploya navneteweyî deklarasyonek hat aşkerekirin. Wê bi şîara “ji bo çareseriyê ber bi İmraliyê ve” meşek were lidarxistin.  Di vê pêvajoyê de armanca vê meşe û delegesyonê çi ye?
 
Delegesyona navneteweyî hêz da çalakiyên li dijî tecrîdê. Şandeya ku hatî dide aşkerekirin ku tecrîd îro li hemû welatan tê nîqaşkirin.  Birêz Ocalan di 15’ê Sibatê de wekî tê zanîn bi komployek navnetweyî dîl hate girtin. Di kesayeta birêz Ocalan de ev îşkenceya sîstematîk ji hemû gelan re rewa hate dîtin. Em vê îşkenceyê qebûl nakin. Ji ber wê em ê di 6’ê sibatê de bi du milan ve ber bi Gemlikê ve bimeşin. Bingeh û armanca hemû çalakiyên me şikandina tecrîdê  ye. Bê qanûniyek xweser li girava îmraliyê tê kirin. Gelê Kurd sekn û berteka xwe ya li dijî tecrîdê her carî nîşan da ye. Ji bo ku li Rojhîlata Navîn aramî bê pêkanîn divê demildest tecrîd were bidawîkirin. Meşa gemlikê jî meşa çareseriyê ye. Rêya çareseriyê û aktorê w birêz Ocalan e. Em wek jin û kurd bi seknekê dîrokî em ê tecrîdê bidawî bikin.