Bi Foruma Jinan a Stenbolê re wê nexşerêya nû bê diyarkirin

  • 09:05 3 Sibat 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Ji KBG’ê Nazli Andan diyar kir ku KBG bi dirûşma ‘serhildana jinan wê biguherîne’ wê Foruma Jinan a Stenbolê pêk bîne û got di forumê de wê nexşerêya dema nû bê diyarkirin.
 
Jin bi hev re bi hêz in (KBG) di 8’ê Çileyê de li Kadikoyê bi çalakiya ‘serhildana jinan wê biguherîne’ hatin gel hev. Jinan diyar kirin ku tiştên ku dixwazin biguherînin xistin rojeva xwe û di vê çarçoveyê de xebat meşandin û bi vê hêzê wê li Foruma Jinan a Stenbolê pêk bînin.  Di 5’ê Sibatê roja yekşemê saet di 11’an de li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şaredariya Şîşliyê wê jin bên gel hev.
 
Ji KBG’ê Nazli Andan der barê girîngiya forum û peyamên di forumê de wê bên dayîn axivî.
 
Serhildana me wê biguherîne
 
Nazliyê bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatdarî dimeşîne û wiha dirêjî dayê: “Em bi rastiya şer ketin 2023’yan. Em bi pêvajoya ku çekên kîmyewî di rojevê de bû ketin sala nû. Dîsa wek KBG'ê me gotina xwe got. Me got em aştiyê dixwazin em dixwazin butçeya şer ji jinan re bê veqetandin. Lê êrîşên li dijî destkeftiyan, şer û xizaniya jinê berdeawam kir. Peymana Stenbolê hat rakirin. Qanûna hejmar 6284 pêk nayê. Ligel van destûrek bingehîn a newekhev û îstîsmara zayendî derket pêşberî me. Rewakirina îstîsmarê têr nake bi destûra bingehîn jî dikin bin ewlehiyê. Destûra Bingehîn a newekhev di rojevê de ye. Bi vê destûra bingehîn re wê jin wek jinên bi turban û bê turban ji hev bê veqetandin. Me bi dirûşma ‘wê serhildana jinan biguherîne’ di 8’ê Çileyê û niha jî em di 5’ê Çileyê de foruma Jinan pêk tînin.”
 
‘Wê nexşerê bê diyarkirin’
 
Nazliyê daxuyakirin ku di foruma pêk bê de wê nexşerê diyar bikin û wiha dirêjî dayê: “Di rojeva me de butçeya ji bo diyanetê tê bikaranîn, rejîma îslamî siyasî, destûra bingehîn, tundiya mêr, qanûna înfazê, bêcezahiştina gumanbarê jinan hene. Em bi desthilatdariyan dixwazin jiyana xwe jiî biguherin. Em hedef dikin ku desthilatdariyê biguherin. Lê jin dizanin ku piştî hilbijartinê jî her tişt nakeve rê û wê têkoşîna me bidome. Ez bang li hemû jinan dikim kut tevli foruma saet di 12.00'an de li navenda Çanda Nazîm Hîkmet pêk tê bibin.”