Gulistan Atasoy: Ji bo çareseriyê em berê xwe didin Îmraliyê

  • 09:03 3 Sibat 2023
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - KCD, DBP, HDP û MED TUHAD-FED li dijî komploya navneteweyî û tecrîda Îmraliyê dimeşin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy têkildarî meşa wê were lidarxistin  nirxandin kir û got: “Em bi hêz in û em dikarin hemû êrişan vala derxin. Çawa komplo vale hat derxistin îro dora têkbirina tecrîdê ye.”
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meşa wê bi dirûşmên “Li Dijî Tecrîdê Meşa Azadiyê”, “Ji Bo Çareseriya Demokratîk Ber Bi Îmraliyê Ve Dimeşin” were lidarxistin wê di navbera dîrokên 6-15’ê Sibatê de bidome.
 
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy têkildarî meşa wê were lidarxisitnê û di 12’ê Sibatê de li Amedê xwepêşandan pêk werin nirxandin kir û bi riya ajansa me banga xwe bi gel re parve kir.
 
‘Îktidar civakê ber bi kaosê ve dibe’
 
Gulistanê êrişên îktidara AKP- MHP’ê destnîşan kir û got: “Niha rejîmeke ku bi temamî li ser înkarkirina kurdan xwe ava dike heye. Gavên vê rejîmê ji berê de hatin avêtin lê bi taybetî ji sala 2015’an şûnve, bi konsepta şer, polîtîkayên înkar û îmhakirinê re ji nû ve pêvajoya xwe dan berdewamkirin. Ev polîtîkaya jî wê di diyarkirina aqûbeta 100 salên pêşiya me de jî bi bandor be. Weke berdewamiya vê hişmendiyê jî rejîmek nû, sedsalek nû dixwazin ava bikin. Beramberî vê yekê zemînek demokratîk çiqasî girîngiyek jiyanî hildigire em dibînin. Di nava van herdu xetan de rola Îmraliyê girîng e û di cihekî krîtîk de cih digire. Ji ber dema ev rejîm hate avakirin bi taybetî li ser bêqanûniyê hate avakirin û vê li Îmraliyê dest pê kir. Qanûn di bin berjwendiya siyasetê de tê bikaranîn. Li Îmraliyê aştî hatiye hepskirin. Ji ber vê jî em dibêjin klîda aştî, demokrasî û çareseriyê Îmralî bi xwe ye. Pêwîst e hemû sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî û pêkhateyên jinan di nav de li dijî vê bikevin nava hewldanan. Îro dem ew dem e.”
 
‘HDP li dijî van kaosan xebatê dike’
 
Gulistanê qala girîngiya rakirina tecrîdê kir û got: “Pêwîst e em hemû li dijî vê rejîmê berxwedanek hevpar bidin. Ji bo aramî, aştî û demokrasiyek domdar ev gav pêwîst in. Ji bo hemû beşên tecrîdê yên li ser hemû beşên civakê bandora mezin dike bi dawî bibe em vê berxwedanê bidin. Ji bo vê jî em difikirin ku em vê berxwedana xwe mezintir bikin. Dema em ber bi 15’ê Sibatê ve diçin di çarçoveya lêgerîna HDP’ê ya çareseriya demokratîk de wê xebat werin kirin û em ê balê bikşînin ser vê tecrîdê. Ji ber çareseriyek demokratîk a di hedefa wê de civaka azad heye em ê van xebatên xwe bidin destpêkirin. Em hemû gelê xwe jî ji bo bibin parçeyek ji vê çareseriyê vedixwînin da ku çalakî hîn bi hêz bin. ”
 
‘Em ji bo demokrasiyê gavekê diavêjin’
 
Gulistanê bi lêv kir her ku diçe tecrîd giran dibe û pêwîst e em di vê xalê de rexnedayîna xwe bidin. Gulistanê wiha berdewam kir: “Di asta pêkhateyên siyasî û sivîl de jî divê em rexnedayîna xwe bidin. Xwedîderketinek bi hêztir pêwîst bû û neavakirina vê bingehê cihê xeteriyê ye. Bi taybetî ger qada siyasî pêşengtiya vê kiriba wê tecrîd ewqas kûr neba. Lê ji bo çareseriyê em dizanin ne dereng e. Pêwîst e herkes rexnedayîna xwe bi beşdarbûna meşê re bide. Li Amedê jî hem di roja 11’ê Sibatê û 12’ê Sibatê de xebatên pêwîst wê werin kirin û ji bo avakirina demokrasî, hiqûq, aştî, edalet û azadiyê em gavekê diavêjin.  Ji bo pêvajoya li pêşiya me bi hêztir were birêvebirin jî divê em têkoşîna vê bidin. Em di vê xalê de bi israr in.”
 
‘Meşa me ji bo hemû qeyranan rêya çareseriyê ye’
 
Gulistanê diyar kir ku em li Tirkiyeyê pêvajoyek ku her qeyranek vedigere qeyrana civakî dijîn. Ji ber vê jî hemû nêzîkatî û siyaset divê çareseriyê bikin mijara xwe. Dema em temaşe dikin mixabin ne ji îktidar ne jî ji beşa muxalif em vê yekê nabînin. Li dijî vê hişmendiyek  û polîtîkayên van qeyranan kûr dikin li pêşberî me ye. Divê di serî de ev were mehkûmkirin. Dema em ber bi hilbijartinên 2023’yan ve diçin pirsgirêka sereke û ya civakî ya li Tirkiyeyê divê bi taybet li ser bê axaftin. Tecrîd û qeyran wekî sîlsîleyekê belav bûne. Ev dibe sedema pirsgirêka kurd û bêzarhiştina civakê. Divê zemînên xilasbûna ji van qeyranan werin avakirin. Meşa ber bi azadiyê ve di vê pêvajoyê de xwedî girîngiyek dîrokî ye. Ji ber ji van pirsgirêkan hemûyan re dibe çareserî. Ev çiqas bi hêz were himbêzkirin, ev çiqas ji bo civakê pêk were, çiqas em bixin rojeva civakê wê çareserî jî ewqas zû pêk were.”
 
‘Werin em bi hev re berxwedana xwe bi hêz bikin’
 
Gulistanê banga bihêzkirina berxwedanê kir û wiha bi dawî kir: “Îktidar dixwaze me bê çareserî bihêle. Dixwaze sînoran deyne pêşiya me. Dixwaze me mûhtacê xwe bihêlin. Ji bo em ji bandora vê yekê derkevin jî divê em bi gel re di nava tifaqê de li berxwe bidin. Ev ne pirsgirêkên ji rêzê ne. Li hemberî wê ji bo derbaskirina pirsgirêkên civakê, ji bo dermankirina wan birînan pêwîst e baş li ser were rawestandin. Em pêvajoyek dîrokî dijîn. Divê li gorî wê nezîkbûnek çêbibe. Em dizanin çareserî bi gel re jî wê pêkan be. Em cardin dibêjin çareserî têkbirina tecrîdê ye. Em vê peyama xwe ji ciwanan, jinan û ji gel re radigihînin. Werin em bi hev re li hemberî qeyranan li berxwe bidin.”