Ji doza destdirêjiya sîstematîk tenê kesek girtî ma

  • 09:02 2 Sibat 2023
  • Rojane
 
WAN - Li navçeya Bêgirî ya Wanê gelek kesî destdirêjî li zarokekê kiribû û li ser gilîkirina zarokê ji 6 kesî 4 kes hatin girtin û ji çar kesên girtî jî 3 kes hatin berdan. Der barê mijarê de endama Komeleya Jinan a Star Serap Guvenç axivî û diyar kir ku divê piştevaniya jinan bi rêxistinê mezin bibe.
 
Li Bêgiriya Wanê di 5’ê Çile de gelek kesî destdirêjî li zaroekê kiribû. Her wiha şantaj û tehdîd ji li zarokê kiribûn. Piştî zarokê gilî kir 4 kesên tecawiz kirin hatin girtin. Rojnameger Oktay Candemîr yê ku nûçe çêkiribû jî serdozgeriya Komarê ya Begiriyê ew gazî îfadeyê kir. Hat hînbûn ku ji 6 kesên hatine binçavkirin 4 kes hatine girtin û piştre sê kesên din jî hatine berdan û yek jê girtî maye.
‘Ser bûyeran tê girtin’
 
Endama Komeleya Jinan a STAR'ê Serap Guvenç da zanîn ku li herêma Serhedê kuştina jinan û tundiya li  jinan bi destê malbatan tê veşartin û wiha vegot: “Piranî kuştinên jinan wek mirina biguman derbasî qeydan dibe. Her roj, destdirêjî, destavêtin û tundî li jinan tê kirin. Tundî gihîştiye asta herî jor.”
 
‘Penaberên jin bi tacîzan re tên rû hev’
 
Serapê daxuyakirin ku bajarê Wanê ji bo penaberan cihê derbasbûnê ye û wek komele ji bo jinên bêderfet xebatan dimeşînin. Serapê wiha dirêjî dayê: “Ji ber Talîban Afganîstan desteser kir û li Îranê jî ji ber rejîmê  her sal bi dehan jin welatên xwe terk dikin û di riyan de bi her cureyê tundî û pêkanînan re tên rû hev. Me sala borî ji bo jinên Afgan û Îranî projeya ziman û mafên sereke pêk anî. Me xwe gîhand gelek jinên penaber. Me sohbet bi wan re kir. Serlêdan gelek zêde bûn.  Jinên penaber tacîz, tundî û destdirêjiyê re tên rû hev.”
 
Polîtîkayên dijminane
 
Serapê balkişand ser jineke ku serî li wan daye û wiha vegot: “Vê jinê bi leşkerekî re têkilî danîbû. Ev jin ewil bi awayekî normal têkiliya xwe didomîne. Piştre ev leşker bi soza zewacê wê dixapîne, telefonê pê dide girtin pere dixwaze. Em vê ji bûyera Musa Orhan jî dizanin. Mixabin ev kesên wisa bi hêza ji dewletê digirin dibêjin tiştek bi me nayê. Li Muradiyê gelek kes destdirêjiyê li zarokekê dikin. Piştî bûyer derket holê biryara veşartinê danîn ser dosyayê. Me bihist ku ji vê bûyerê çar kes hatine girtin. Lê mixabin piştre em fêr bûn ku sê kes hatine berdan yek girtî maye.  Di kuştinên jinan de polîtîkayên bi zanebûn tên meşandin. Dewlet li hember jinên Kurd jî polîtîkayên dijminane dimeşîne.”
 
‘Divê jin piştevaniyê mezin bikin’
 
Serapê wiha dawî lê anî: “Divê li dijî kuştin û sûcên li hember jin û zarokan refleksek bê avakirin. Divê rêxistinbûna jinê û piştevanî bi awayekî lezgîn bê pêkanîn. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çavkaniya esas bê dîtin. Çavkaniya kuştinên jinan, newekheviya zayenda civakî, baweriyên paşverû û bêhişmendîbûn zêde dibe. Ji ber vê divê jin li dijî van êrîşan piştevaniyê mezin bikin.”