‘Armanc azadiya Abdullah Ocalan e’

  • 09:06 1 Sibat 2023
  • Rojane
Zelal Tunç
 
WAN - Bi wesîleya 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 6’ê Sibatê de ji du milî wê ber bi Girtîgeha TÎpa F ya ewlehiya Bilind a Îmraliyê ve meşek pêk bê. Beriya meşê jinên Wanê ku li taxan xebatan dimeşînin diyar kirin ku armanca wan azadiya Abdullah Ocalan e.
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , MED TUHAD-FED û MEBYA DER'ê li dijî komploya navneteweyî wê bi  dirûşma "ji bo çarseriyê em dimeşin Îmraliyê" meşek pêk bê. Meş di 6’ê Sibatê de ji navçeya Qoser a Mêrdîn û Gever a Colemêrgê ber bi Gemlîkê ve wê dest pê bike. Beriya meşê jinên ku li Wanê xebatan dimeşînin bang li hemû gelê Serhedê kirin ku tevli meşê bibin.
 
‘Divê dawî li vê bêdengiyê bê’
 
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) Edîbe Babur der barê armanca meşê de axivî û got armanc şikandina tecrîdê ye û wiha got: “Li gelek bajarên Tirkiyeyê jî wê meş pêk bên.Armanca meşê ev e ku em dengê xwe bigihînin Îmraliyê. Ev meş li dijî zilm û tecrîda Îmraliyê ye. Çi dibe bila bibe wê ev meş pêk bê. Em êdî azadiya Ocalan dixwazin. Gelê Kurd vê zilmê qebûl nake.”
 
Edîbeyê wiha domand: “Du sale tecrîda giran li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Agahî jê nayê girtin. Em di vê mijarê de bi fikar in. Divê agahiyek ji Îmraliyê bê. Ji vê saetê şûnde kes nikare bêdeng bimîne. Bêdengiya li Îmraliyê bandora xwe li ser jiyana gel kiriye. Yekane banga min ji bo gelê Wanê ev e ku tevli meşê bibin û di têkoşînê de cihê xwe bigirin.”
 
‘Hevdîtin mafê herî sereke ye’
 
Hevseroka DBP’ê Şengul Polat jî bertek nîşanê tecrîdê da û bi lêv kir ku hevdîtina li Îmraliyê bi malbat û parêzeran re mafê herî sereke ye û wiha dirêjî dayê: “Lê mixabin Birêz Abdullah Ocalan ji vî mafî fêdeyê nagire. Der barê tecrîdê de gelek çalakî pêk tên û li Enqereyê niha nobeta parlametneran heye. Lê tecrîd hîna didome. Ji Abdullah Ocalan û girtiyên din agahî nayê girtin. Ez ji bo meşa 6’ê Sibatê bang dikim. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê wê meş dest pê bike. Em ê jî ji wanê derkevin rê. Em dixwazin demildest ev tecrîd bi dawî bibe û divê her kes tevli vê meşê bibe.”
 
Rêvebera Komeleya Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine (MEYA-DER) Ceyda Dîndar jî  daxuyakirin ku armanca meşê ev e ku tecrîd bê bidawîkirin û wiha bi lêv kir: “Li dijî tecrîda dijmirovî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan divê gav bê avêtin. Demek dirêje agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Em jin jî tecrîdê ji kûrahî hîs dikin. Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bi dawî be. Em ê li qadan ji bo vê têbikoşin.”
 
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun jî ji bo meşa 6’ê Sibatê bang kir û ev tişt vegot: “Tecrîda giran hatiye asta ku nikare bê qebûlkirinê. Em tabloya li welat dibînin û sedema vê tecrîd e. Divê ji bo vê demildest hevdîtin pêk bê. Ji bo vê divê hemû kes tevli meşê bibin.”