‘Em ê xebatên xwe yên derbarê tecrîdê de bidomînin’

  • 09:04 1 Sibat 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama Koperatîfa Parêzerên Jin a Barcelona Paula Ponz ku di heyeta Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê cih digirt, diyar kir ku ji bo tecrîd bidawî be û Konfederalîzma Demokratîk ava bibe, divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn.
 
Endamên Delagasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê ku ji 7 welatî ji 36 kesî pêk dihat di navbera 25-27’ê çile de li Stenbol, Amed û Enqereyê serdan pêk anîn.12 kesên di heyetê de sê rojan li Stenbolê der barê pêvajoya siyasî û pirsgirêkên ku jin dijîn de hevdîtin pêk anîn.
 
Endama Koperatîfa Parêzerên Jin a Barcelona Paula Ponz derbarê armanca vê xebatê û her wiha çavdêriyên xwe de ji ajansa me re axivî.
 
Ya hatiye jiyîn îşkenceye
 
Paula diyar kir ku ji ber tecrîda pêk tê ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û ji ber vê bi fikarin û got: “Tecrîd dijhiqûqiye. Girtina wî dijqanûniye. Divê kes di wan şertan de neyê girtin. Rewşa li girtîgehê tê jiyîn îşkenceye. Ev bi aşkera îşkenceye. Ev rewşa polîtîka  hikûmeta Tirk nîşan dide. Li gorî me divê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmrali demildest bên berdan.”
 
‘Hemû serkeftin wê bibe serkeftina cîhanê jî’
 
Paula di berdewamiyê de armanca serdana heyetê jî nirxand û wiha pê de çû: “Armac lêkolînkirina mafê mirovan ali Tirkiye û Kurdistanê bû. Ne tenê mafên civakî me xwest em mafê jinan, karkeran, girtiyan jî lêkolîn bikin. Bi taybet rewşa girtiyên jin û girtiyên siyasî nebaşe. Dijhiqûqiyên tên jiyîn ji demorkasiyê pir dûr in. Ez aktîvîstek polîtîk im. Her aktîvîsta polîtîk piştgiriyê dide Konfederalîzma Demokratîk. Di heman demê de azadkirina gelê hatiye çewisandin jî bûyerek girîng e. Li vê herêmê her tişta ku bisekeve wê bibe serkeftina hemû cîhanê. Ji ber vê heta ji destê me tê divê em bibin alîkar.”
 
Xebat wê bidomin
 
Paula balkişand ser rewş girtiyên nexweş û wiha got: “Rewşa girtiyên nexweş bi rastî gelek giran û xerab e. Nikarin hewcedariyên sereke peyda bikin. Li hemû girtîgehan êrişên sîstematîk, zext û tundî hene. Xebatên me wê bi serdanan sînor nemîne. Em vegerin welatê xwe em ê xebatan bidomînin. Em ê rewşa girtiyan û mijara kurd her tim bînin ziman û li ser bisekin.”