Zeyneb Murad: Di vê sedsalê de em ê Lozanê bê bandor bikin

  • 09:03 1 Sibat 2023
  • Ramyarî
Dilan Babat
 
ENQERE - Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad der barê 100’emîn sala Peymana Lozanê de axivî û got kurd Peymana Lozanê bi rewşa berê qebûl nakin û wiha anî ziman: “Ji bo me kurdan mijara girîng ev e ku di vê sedsalê de em ê Lozanê bê bandor bihêlin. Bêguman astengiyên mezin hene. Lê ji bo me ya girîng helwesta hevar e û siyaseta netewî ye."
 
Sedsal beriya niha di nav de Tirkiye, Brîtanya, Îtalya, Fransa, Yewnanîstan, Romanya, Sirp, Hirvat û Yugoslavya heyî, di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li Swîsreyê li bajarê Lozanê, Peymana Lozanê îmzekirin û Kurdistan kirin çar parçe. Tirkiyeyê piştî peymanê polîtîkayên înkar û îmhayê ya li hember kurdan xist dewrê.
 
Di 99’emîn sala Peymana Lozanê de kurd, 57 partiyên siyasî û sazî, gelek siyasetmedar, akademîsyen û rewşenbîr di 24’ê tîrmeha 2022’yan de li Lozanê hatin gel hev û konferansek pêk anîn. Kurdan diyar kirin ku ew Peymana Lozanê bi vî awayî qebûl nakin û piştî konferansê jî danezan belav kirin û gotin ew destûr nadin ku kurd bê statu bên hiştin.
 
Hevseroka Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad 100'emîn salvegera Peymana Lozanê ji ajansa me re nirxand. 
 
‘Rupelek reş di dîroka kurdan de cih girt’
 
Zeyneb, diyar kir ku sed sal berê konferansek pêk hat bi Peymana Lozanê re Kurdistan hat parçekirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Mafê kurdan hat xespkirin. Polîtîka komkujî û qirkirinê li ser kurdan hat meşandin. Ev siyaset hîna diodome. Vê jî wek rupelek rewş di dîroka kurdan de cih girt. Kurd ji roja ev peyman hatiye îmzekirin ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ji ber vê îsal ji bo me girîng e. Em vê nêzîkatiya ku mafê kurdan xesp dike qebûl nakin.”
 
‘Peymana Sevr pêşiya komkujiyê vekir’
 
Zeynebê daxuyakirin ku bi peymana Sevr re Kurdistan li çar parçeyî hatiye veqetandin û li ser hinek maf û azadiyên ji bo kurdan peyman hatine kirin lê ev maf hatine înkarkirin û wiha bi lêv kir: "100 sal berê Sykes-Pîcot hat kirin. Wê peymanê de jî mafên me hatin xespkirin.Vê peymanê pêşî li qirkirin û komujiyan vekir. Wê demê mixabin pêşeng jî tunebûn, gel ji siyaset û dîplomasiyê bêpar bû. Dewletan piştî yekemîn şerê cîhanê destkeftiyên xwe bi peymana Lozanê kirin bin ewlehiyê. Împaratoriya Osmanî û hinekên din hatin têk birin û axa awn hat parvekirin. Lê mixabin yên herî zêde windakirin kurd bûn. Ji ber Kurdistan hat parvekirin. Kurd ji mafê wan bêpar hatin hiştin.”
 
‘Polîtîkayên asîmîlasyonê’
 
Zeynebê destnîşan kir ku hemû peymanan pêşiya qirkirin û komkujiya li hember kurdan vekiriye û dewletê serdest ên kurd û axa wan navbera xwe de parve kirin ji ser kurdan polîtîka înkar û îmhayê xistin dewrê, li her parçeyê Kurdistanê komkujî pêk anîn û wiha axivî: "Piştî Peymana Lozanê li hember kurdan komkujiyên mezin pêk hatin. Li Başur jenosîd, bomebaran, li Helebçeyê komkujiyên mezin pêk hatin. Li bakurê Kurdistanê li Dêrsim, Agirî û deverên din komujiyên mezin pêk hatin û hîna jî didomin. Li rojhilatê Kurdistanê piştî avakirina Komara Îslamî ya di 1979’an şûnde li hember gelê me komkujî û asîmîlasyon pêk hat. Hebûna Gelê Kurd her tim hat înkarkirin. Di pergala navendî ya van welatan de kurd tune tên hesibandin û tu hêz kurdan qebûl nake.”
 
‘Li Rojava êrişên mezin hene’
 
Zeynebê bi lêv kir li hember modela Rojava ji aliyê Tirkiyeyê ve êriş pêk tên û dîsa hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li dijî vê bêdeng dimînin û ev tişt bi lêv kir: “Dîsa li bakurê Kurdistanê li hember têkoşîna jiyana demokratîk a Gelê Kurd êrişên mezin hene. Hemû siyasetmedarên partiya HDP’ê niha girtîne. Polîtîkayên komkujî û asîmîlasyonê didomin."
 
‘Kurd aktorên aramiyê ne’
 
Zeynebê destnîşan kir ku kurd ne kurdên sedsal berê ne û li her çar alî Kurdistanê niha têkoşîn tê dayîn û wiha berdewam kir: “Peymanên ku kurdan tune dihesibînin êdî ne pêkanin. Bêyî kurdan tu aştî û aramî nikare bê bidestxistin. Ev rastî ji aliyê hemû cîhanê ve tê dîtin. Kurd aktorên aramî û aştiyê ne. Ev du sal in kurd ji bo 100’emîn sala Peymana Lozanê amadekariyan dikin. Baweriya me heye ku sala 100’î ya Lozanê  bibe sala çareseriyê. Kurd di vê sedsalê de ji bo destkeftiyên xwe bigirin dest amadekariyan dikin. Em wek KNK beriya sedsalê ji bo li Lozanê konferansê bikin amadekariyan dikin. Ji her çar parçeyê Kurdistanê delege hatine vexwendîkirin. Hêza kurdan bi destkeftiyên nû ji bo pêşwazîkirina vê sedsalê têr dike.”