'Bi guhertina destûra bingehîn re careke din jin bûn hedef'

  • 09:02 1 Sibat 2023
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên KBG’ê diyar kirin ku deshtilatdarî herî dawî çûye guherîna Destura Bingehîn û bi vê re careke din jin bûne hedef û bi nêzîkbûna hilbijartinan re  li dijî êrîşên mijara gotinê ne , ji bo nexşerê diyar  bikin wê di 3’ê Sibatê de bi tevlibûna jinan civînekê pêk bînin.
 
Jin Bi Hev re bi Hêz in (KBG) di 23’ê Çile de hevdîtina Egeyê bi jinên ji Îzmîr, Aydin, Manîsa, Mugla û Denîliyê hatin gel hev re civîn pêk anî. Jin niha ji bo nexşerêya xwe diyar bikin di 3’ê Sibatê de civînê pêk tînin.
 
Parêzer Berfîn Kaya di hevdîtina Egeyê de axivî û balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û  got polîtîka serdestiya mêr  bêcezahiştinê zêde dike. Berfînê her wiha diyar kir ku  desthilatdarî civaka serdest ya mêr ava dike û hewl dide bi polîtîkayên bêcezahiştinê serî bi jinan bide tewandin û got wê KBG li dijî dijhiqûqiyan bêdeng nemîne.
 
‘Gotinên nefretê zêde bûn’
 
Endama KBG’ê Zîlan Tayboga der barê guherîna Destura Bingehîn de axivî û di vê mijarê de wiha got: “Di encama polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminê jinê û LGBTÎ de ev hat rojevê. Bi qanûna malbatê jin û LGBTÎ’yan tehdî dike û AKP normên xwe yên ahlaq û olî ava dike.Ji ber vê jî gotinên neferetê zêde dibin. Em jin tu ferzkirinê qebûl nakin. Êrîşên sîstematîk hene lê em ê hemû jin li qadan bi hev re têbikoşin.”
 
Keda jinê hat axaftin
 
Endama KBG’ê Sîbel Yaşar jî destnîşan kir ku di hevdîtinê de binpêkirina keda jinê nîqaş kirine û bandora vê ya di warê  nirxandine. Sîbelê bi lêv kir ku hedefa wan yek eve ku bi jinên herêmê û jinên karker re têkiliyê ava bikin û di pêvajoyên pêş de wê tevli berxwedana jinên karker bibin, xebatên li herêmê rêxitsin bikin.  
 
Endama KBG’ê Berfîn Buyukertaş di mijara rêxistina li zanîngehan de axivî û anî ziman ku rêxistibûna li zanîngehan yek ji qadên rêxistibûnê yên girînge û wiha  bi lêv kir: “Di civînê de polîtîka desthilatdariyê ya li zanîngehan hat axaftin. Li zanîngeha qereolên polîsan hatine avakirin û yekîneyên ewlehiya taybet tundiyê pêk tînin, qeyûm tayînê zanîngehan tên kirin. Der barê çalakiyên ku mafên me ne  qedexe tên dayîn. Me der barê vê de nîqaş kir.  Em 3’ê Sibatê de bi jinan re civînekê çêdikin û em ê nexşerê ya xwe ava bikin. Di vê mijarê de bang li hemû jinan dikim. Bila tevl ibibin û gotina xwe bêjin.”