Di mutalaya derbarê Ayşe Gokkan de ceza hat xwestin

  • 16:35 30 Çile 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Di danişîna Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan de Ayşe û parêzerên wê li dijî 30 sal cezayê girtîgehê ku hat dayîn parastin nekir, dozgeriyê jî bi daxwaza cezakirinê mutalaya xwe pêşkêşî heyeta dadgehê kir..
 
30 sal cezayê girtîgehê yê ji Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan re sala 2021’ê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin û rûniştina doza ji nû ve hat dîtin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Ayşe û parêzerên wê Berfîn Gokkan, Ozûm Vurgun û Gozde Engîn beşdarî danişînê bûn. TJA, Komeleya Jinan a Rosayê, Yekîtiya Jinên Kurd, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Nuran Îmîr, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Kadin Zamani, Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar. HDP û Endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP  û gelek parêzeran cihê xwe li salona daneşînê girtin.
 
Li pişt wan her netewdewleta mêr hebû
 
Ayşe ya ku li dijî betalkirina cezayê dadgeha bilind nêrîna wê hat xwestin bi rêya tercûmanê ku kurdî wergerî tirkî kir wiha got, "Min berê jî daxwaza xwe ya redkirina dadger anîbû ziman. Lêbelê,  nehat qebûl kirin. Bi gotineke hêsan, redkirina daxwazên min tê wê wateyê ku dewleta mêr vî mafî dide dadgerê mêr û ji jinê re tê gotin, 'ger ez bixwazim hûn dikarin vî mafî bi kar bînin'. Nûnerên saziyên sivîl, baro û temaşeva bûn şahidên vê dadgehê. Ev têra îsbatkirina ku dadgeh ne bêalî ye dike. Lê em nikarin vê rewşê îspat bikin.  Dadgeh ji me daxwaz dike ku em li dijî îfadeyên şahidên veşartî, şahidên derevîn parastinê bikin. Ez nikarim vê rewşa ku her kesî li vê dadgehê şahidî jê re kiriy qebûl bikim. Kes van şahidên veşartî û şahidên derewîn nas nake û nizane. Her kes dizane ku destê dewletê di çi rewşê de hebe, ew bûyer ronî nabe.
 
Baş tê zanîn ku her çiqas kiryarên şerê li Kurdistanê aşkera bin jî, nehatine ronîkirin. Mînak kurê Mehmet Agar jinek qetil kir. Lê nehat darizandin. Ew kurê bavê xwe ye û beşek ji heyameke tarî ye. Tevî ku li Kurdistanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn jî nehatin eşkerekirin. Li Roboskî, Silopiyê û Parîsê qetlîam çêbûn. Lêbelê, yek ji van nehatin ronîkirin kirin. Hevrîn Xelef, Jîna Emînî hat kuştin. Di derbarê vê yekê de tiştek nehatiye eşkerekirin. Dîsa zarokeka 6 salî tecawizî wê hat kirin. Gulîstan Doku wenda bû, Îpek Er hat qetilkirin, Mûsa Orhan û kincên fermî yên dewletê lêbûn û yên mîna wî bi tu awayî nehatin cezakirin. Ji ber ku her tim li pişt wan netewdewleta mêr hebû.
 
'Em Kurd û jinên Kurdistanê wekî terorîst tên pênasekirin'
 
Her kes behsa hiqûqê, qanûnê dike. Ez ê îro ji we re vebêjim ku li vî welatî ka qanûn tê çi wateyê.  Tê wateya ku li aliyekî bajêr Kerxane û li aliyê din jî girtîgeh bên avakirin. Di vê pergala mêr de fuhûş, tiryak û çete hemû parçeyek ji dewleta netewe ya mêr in. Ev dewleta mêr jinan bi hinceta ku li bajêr fuhûşê dikin digire û dişîne girtîgehan. Weke jinên Kurd û Kurdistanî ji ber ku em li dijî vê rewşê derdikevin eê wele terorîst tên ragihandin. Dîsa jinên li dijî vê rewşê bi 'alîkariya terorê' tên sûcdarkirin û me mehkûmî girtîgehan dikin. Em li hemberî vê rewşê li girtîgehan li ber xwe didin, lê dîsa jî bi sûcdariyan re rûbirû dimînin. Ji ber ku em jinên Kurd û Kurdistanî li dijî vê rewşê ne, dewleta netewe ya mêr li dijî me şer îlan kiriye. Ji ber ku dewletê li dijî me  şer îlan kiribe, ez dixwazim li dadgeheke navneteweyî bi dewletê re rû bi rû bêm. Ez ji demokrasiyê re demokrasî, wekheviyê re  wekhevî û ji azadiyê re azadî dixwazim. Ji ber ku di 5 salên ku ez li Nisêbînê dixebitim li bajarê min kerxane û girtîgeh tune bûn em terorîst îlan kirin. Ez tiştên li vê dadgehê bûne tînim ber çav  û ez parastina xwe li vê dadgehê red dikim. Di vê derbarê de daxwaznameyeke min a nivîskî jî heye. Ez li vir hemû jinan silav dikim. Jin jiyan azadi, zen, zendegi, azadi.”
 
Parêzeran parastin red kir
 
Parêzera Ayşeyê Berfîn Gokkan diyar kir ku lêpirsîna der barê Ayşeyê de piştî çalakiya rûniştinê ya Ayşeyê ya li hemberî dîwarê ku di navbera Nisebîn û Qamişloyê de dihat çêkriin, dest pê kiriye û  ji ber ku dadgehê bêalîbûna xwe winda kiriye, ew parastinê red dikin.
 
'Nêrîna me zelal e'
 
Parêzera Ayşeyê Gözde Ergîn jî anî ziman ku dadgehê tu daxwazên wan qebûl nekir û ji dosyayê bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê li Ayşeyê biriye  û got, "Dê li vê dadgehê hiqûq neyê nîqaşkirin. " û diyar kir ku ji ber vê parstinê red dikin.
 
'Em dadgehê nas nakin'
 
Parêzer Ozum Vurgun jî ji dadgehê re got, “Li vêderê hiqûqa dijminane tê pêkanîn. Em dadgehê nas nakin û em parastinê jî red dikin."
 
Bi daxwaza ceza mutala hat dayîn
 
Dozgerê ku derbarê esasê de mûtalaya xwe pêşkêş kir, Diyar kir ku Ayşeyê li çadira li baxçeyê şaredariyê  propagandaya PKK'ê kiriye û bi vê re "bi zanebûn piştgirî daye rêxistinê û propagandaya rêxistinê kirin" û xwest ku ji ber vê Ayşe bê cezakirin.
 
'Ez parastinê red dikim'
 
Ayşeya ku li dijî mutalayê nêrîna wê hat xwestin got, "Ez parastinê red dikim." Parêzerên Ayşeyê jî ji bo ku li dijî mutalayê parastina xwe amade bikin dem xwestin.
 
Dadgehê daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û doz talaoqî 22'yê Sibatê kir.
 
'Li hemberî dewleta mêr parstin nekir'
 
Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Yek ji parêzerên Ayşeyê Ozûm Vurgun ku ewil axivî pêvajoya darazê ya der barê Ayşeyê de vegot.
 
'Em ê ji têkoşîna xwe gavê paşve navêjin'
 
Li ser navê TJA’yê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî û got, “Em li pêşberî dadgeheke ecêbin; dadgeh dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan dide. Dixwaze di pêşengiya jinên Kurd de têkoşîna jinê paşve bixe. Têkoşîna jinên Kurd û jinên azad li tu salonê nayê darizandin. Li Ayşe Gokkan gelek caran doz hatin vekiri û avêtin girtîgehê, lê helwesta Ayşe li ber çava ye û Ayşe çawa natirse em jî natirsin. Em jin in kurd in û Kurdistnî ne ji têkoşîna xwe gavê paşve navêjin."  
 
Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.