Şahidên berxwedana Evîn Goyî: Evînê pêşenga têkoşîna jinê ye

  • 09:04 30 Çile 2023
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Cangoriya têkoşîna jina kurd, Evîn Goyî li her çar aliyî, li her bajarî şopa xwe ya berxwedanê weke mîrate li pey xwe hişt. Rêvalên Evînê yên bûne şahidê têkoşîna wê yên ji Mexmûrê heta Rojavayê Kurdistanê û Dîasporayê qala berxwedana wê dikin. Rêhevalên Evînê wiha dibêjin:"Evînê bi gotinan tenê nayê şîrovekirin. Ji ber Evînê, hezkirin, welat û serhildan bû. Ew pêşenga têkoşîna jinê ye"
 
Evîn Goyîya di sala 1974’an de li gundê Hilalê yê girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê ye ji dayik dibe û di sala 1988’an de tevlî nava refên PKK’ê dibe. Di şoreşa Rojava, şoreşa jinê de li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Ji ber rewşa birîndarbûna xwe diçe Ewropayê. Ji Botanê heta çiyan, ji Başûrê Kurdistanê heta Rojavayê Kurdsitanê û Dîasporayê pêlên têkoşîna xwe berfireh dike. Di 23’yê Kanûna 2022’yan de li Parîsê li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya hunermend Mîr Perwer, welatparêz Abdurrahman Kizil, endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara) hatin qetilkirin.
 
Derbarê Evîn Goyî de biraziya wê Hêlîn Kara, şahidê têkoşîna wê ya li Rojavayê Kurdistanê ji Serokatiye Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Rojava Edalet Omer û rêhevalê wê ya 30 salan endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Medya Botan hestên xwe parve kirin.
 
‘Temenekî biçûk û serhildanek mezin’
 
Hêlînê da zanîn ku armanca Evînê bi pratîka wê xuya kir û wiha dewam kir:"Evîn 34 salên xwe da têkoşîna azadiya gelê Kurd. Li her parçeyê axa Kurdistanê geriya û ji bo barê wê hilgire hewl da. Dewleta tirk a dagirker her ku kete tengasiyê û li hember gerîlayên azadiyê bi bin ket êrişî derdorê kir. Dixwazin bi hedefgirtina jinek pêşeng re hêza kurdan bixin. Hedefgirtina Evînê ji ber vê sedemê bû. Ev jî asta ketina dagirkeran eşkere dike. Ji bo têkoşîna azadiya jin û gelê kurd qetilkirina Evînê wendahiyek mezin bû lê belê nayê wê wateyê wê dawî li têkoşîna wê were. Ez dikarim qala kesayeta heval Evînê bikim. Ew di temenekî biçûk de beşdarî nava refên gerîla dibe. Di wî temenê xwe de jî xwedî taybetmendiyek cuda a şoreşgeriyê bû. Di wî temenî de şêweyê civaka heyî lêpirsîn dikir, li gorî wê diket nava lêgerînan, li dibistanê jî nakokiyên dijiya bûn sedema serhildanek mezin a di temenekî biçûk de. Qedexeyên li ser kurd û çanda wê gelek li zora wê diçû. Bi pirsa çima re zarokek asî ya kurd bû. Wê demê diyar dikir ku ew ne kesek ji rêzê ye.”
 
‘Ji bo rastiya dît her tim ked da’
 
Hêlîn da zanîn Evînê, li hemberî ya lê dihat ferzkirin rastî dît û ji bo wê heta jiya ked da. Hêlîn wiha berdewam kir: “Heval Evîn bi zanabûyînekê tevlî nava regên gerîla bû. Armanca wê hebû û ji bo vê hertim têkoşiya. Civaka Kurd pîvanên ji jinê re diyar kiriye diyar e. Ji bo jinan qalib hatin tekûzkirin û hat xwestin ku li gorî wê tev bigerin. Ev di aliyê hest û rihî de jî tengavbûnekê çêdike. Çawa ku li hemberî sîstemê serî hilda li hemberî van qalibên civakê jî serhildan kir. Her ku serî hilda cesaretek mezintir di xwe de ava dikir. Xwe ji nû ve diafirand. Derdora xwe jî ronî dikir. Herî dawî li hemberî DAÎŞ’ê weke pêşengek şoreşê têkoşiya. Di şoreşa jinê de jî navê xwe li dîrokê da. Piştî birîndar bû jî derbasî Ewropayê bû. Evîn bi zanabûn û bernamekirî hate qetilkirin. Em dizanin li Parîsê ev ne komkujiya yekem e. Rûyekî tarî yê Parîsê yê tarî ku nayê ronîkirin heye. Helwesta gelê kurd komkujî vala derxist. Kurd hesabê vê yekê dixwazin. Êdî ew qederê qebûl nakin û li hemberî komkujiyan sekna xwe nîşan didin.”
 
‘Evînê, bahoza hêz û berxwedanê dihewand’
 
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Medya Botan diyar kir ku wê beriya 30 salan Evîn Goyî nas kiriye. Medya naskirina wê weke şansekê dinirxîne û pê de diçe: “Dema min Evîn nas kir tiştê herî bala min kişand xwezayîbûyîna wê bû. Herwiha tije hezkirin bû dikaribû bi wê hezkirina xwe herkesî himbêz bike. Li herkesî guhdar dikir û dikarî hêz bidayê. Ya di serî de bala mirov dikişand ev bû lê belê Evînê di nava salan de xwe bi keda xwe ji nû ve ava dikir. Em herêma Botanê nas dikin. Yek ji cihên herî zêde dijmin êriş li ser dike û ji bo bişaftinê polîtîkayênt taybet dide meşandinê ye. Li hemberî zext û polîtîkayên tunekirinê Botan bi berxwedana xwe hate naskirin. Ango bi girêdana xwe ya xweza û jiyanê re jî bi nav û deng e. Evînê bi vê çandê mezin bû û bi rengê herî xweşik hildigirt. Dema mirov ji dûr ve ew didît kesayet nerm xuya dikir, lê di nava xwe de bahozek dijiya. Ev bahoz hemû ya hêzê û berxwedanê bû. Ji ber vê jî kesayetek bi bandor bû. Di nava têkoşînê de, di salên dirêj de bi ew esaleta xwe têkoşînên serkeftî bi dest xist.”
 
‘Yekem platforma jin jiyan azadî ava kir’
 
Medya Evînê weke jinek pêşeng pênase kir û got: “Evîn weke avek zelal bû. Li cihê dixebitî şêlûbûn qebûl nedikir. Weke ku dixwest zelal dikir. Li cihên çûyê şopa xwe hiştiye. Piştî salan ez û ew li Ewropayê rastî hev hatin. Li vir ji min hezkirina wê ya li hemberî xwe û hêza wê ya neqediya bû ji dil hês kir. Ji bo têkoşîna azadiyê gerdûnî bike çi ji destê wê dihat dikir. Tenê hesabekî wê hebû, ew jî ev têkoşîn bû. Heval Evîn li vir gelek platformên jinan ava kir. Bi raperîna jinên Rojhilatê Kurdistanê re destpêkê wê li Parîsê ‘Platforma Jin Jiyan Azadî’ ava kir. Bi dehan rêxistinên jinan dianî gel hev. Bi wê re rêxistinbûyînek bi hêz çêbû. Piştî hedefgirtina heval Evîn tevgerên jinan hemû jî xemek mezin hilgirtin. Ji ber vê jî yên Evînê qetil kirin ji heval Evîn ditirsiyan. Pêwîst e îro em xebatên wê di pêş de bivin. Em ê bi wî rengî tola heval Evîn hildin. Divê li cihê wê bi hezaran Evîn serî rakin. Em hemû Evîn in. Qalkirina Evînê barekî giran e. Lê belê pêwîst e em qala wê bikin, divê em wê bidin jiyîn. Weke Evînê gelek jin ji ber rol û misyona xwe ya di têkoşînê de hedef hatin girtin. Nagîhan Akarsel, Sêvê, Pakîze û wekî din gelek jin ji ber heman sedeman hatin qetilkirin. Ew tirsa herî mezin a kapîtalîzm, dewletên dagirker e. Dixwazin jinên kurd bi vî rengî bitirsînin. Ji Latîn Emerîka heta Fransa û Rojhilata Navîn bi milyonan kes xwedî li berxwedana Evînê derdikevin.”
 
‘Jina pêşeng tim di hedefê de ye’
 
Ji Serokatiye Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Rojava Edalet Omer diyar kir sîstema netew dewlet û sîstemên hegemonîk her û her ji jinên xwe nas kirine û ji bo vê serî hildana ditirsin. Edaletê wiha nirxandin kir: “Ji ber vê jî yekem car jin hedef tê girtin. Li Rojavayê Kurdistanê jî ev yek bi eşkere hate îspatkirin. Bi dehan jinên pêşengtiya şoreşê kirine, jinên ji bo jin dîroka xwe û rastiya xwe nas bike, yên jinan rêxistin dikirin hedef hatin girtin. Jinên li hemberî hişmendiya DAÎŞ’ê serî rakirin heta niha jî di hedefa dagirkeran de ye. Yên zihniyeta DAÎŞ'ê têk birin û têk dibin jî cardin ew jin in. Desthilatdar dixwazin di kesayeta van jinan de têkoşîna kurdan tune bikin. Dixwazin bi rêbaza kolekirina jinê armanca xwe bi ser bixin. Heval Evîn jî yek ji wan jinên pêşeng e ku timî di hedefa dijminan de bû. Wê civak baş nas kiribû û birînên wan çareser kiribû. Heval Evîn heqîqet fam kir û ji bo têkoşîna jinan bibe serî hedefên wê yên mezin hebûn. Mirov nikare van bi gotinan şîrove bike. Ji ber heval Evîn yek ji wan kesayetan bû ku gelek ast derbas kiriye.”
 
'Her tim ji bo gelê xwe têkoşiya'
 
Edalet herî dawî bi van gotinan Evîn pênase kir: “Wê di rêwitiya xwe ya têkoşînê de gelek destkeftî bi jina kurd da qezençkirin. Bi dehan perspektif da. Bi sedan jin bi rêxistin kir. Li her devera lê ma rêxistin xurt kir. Bi hezaran kes şiyar kir. Tenê li Rojava tiştê me didît ev bû. Jinan ji wê feyz digirt û hêz jê digirtin. Hertim ji bo pêşxistin û pêşvebirinê dixebitî. Di şoreşa Rojava de jî yek ji wan jinan bû ku di çeperên pêş de şer kir. Dewleta tirk xwest bi rêya DAÎŞ’ê bigihêje armancên xwe. Lê bi pêşengiya jina kurd ev êriş vala hatin derxistin. Li hemberî wehşeta DAÎŞ’ê Evînê serkêşek bû. Li Dêrik, Tirbespiyê, Tiltemir û hemû bajaran jî şopa vê berxwedana xwe hişt. Di van şeran de gelek birîndariyên wê çêbûn. Piştî serkeftina Rojava jî ew ji ber tendirustiya xwe derket Ewropayê. Birînên wê giran bû lê li wir jî berxwedana xwe bi hêz kir. Li wir jî dest diavêt Rojavayê Kurdistanê. Dewletên dagirker ên ku hêza jina kurd dibînin her tim xwestin di kesayeta jina kurd de civaka kurd tune bikin. Li nav dilê Fransayê, li cihê ku weke welatê demokrasiyê tê naskirin Evîn hate qetilkirin.”