Ji malbata Pakistanê bertek: Dadgeh kujeran diparêze

  • 09:37 27 Çile 2023
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - 2'emîn danişîna doza kujerê Pakistan Demîr a li Kerboranê hat qetilkirin Mehmet Emîn Oner hat dîtin. Mehmet Emîn Oner dîsa tevli danişînê nehat kirin. Dayik û xuşka Pakistanê ku bertek nîşanî rewşê dan, anîn ziman ku kiryar ji aliyê dadgehê ve tê parastin û ji bo danişîna dozê ya bê  bang li hemû jin û saziyên jinan kirin ku xwedî li dozê derkevin.  
 
Di 16’ê îlona 2022’an de Pakîstan Demîr a 34 salî li çoltera taxa Zenganê ya navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin û kujer di 17’ê Îlona 2022’an de hatibû girtin. Bi sûcê “Kuştina jin û hevjînê ya bi zanetî” 2’yemîn danişîna doza kiryar duh li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyada Mêrdînê hat dîtin. Kiryar Mehmet Emîn Oner ê ku tevli danişîna ewil a dozê nebû tevli ya duyemîn jî nebû û doz taloqî 27’ê sibatê hat kirin.
 
Dayîka Pakîstanê, Naîme Demîr û xwîşka Bêrîvan Demîr,  ên ku bertek nîşanî rewşê dan gotin darizandineke edilane nayê kirin û banga piştevaniyê kirin. 
 
‘Kiryar tê parastin’
 
Naîme, destnîşan kir ku heta kujerê keça wê neyê cezakirin ew ê şopdarê vê dozê bin û wiha got: “Ez ê heta hetayê li pey vê dozê bim. Ez ê xwedî doza keça xwe derbikevim ku ev kes cezayê heta hetayê bigire û ji girtîgehê nikaribe derbikeve. Bi tenê daxwaza min ew e ku kujer bê cezakirin. Dadgeh destûrê nade ku kujer tevlî dozê bibe. Kiryar tê parastin. Ew kes baweriya xwe bi hikûmetê tîne. Bi hinceta ku dibêjin derûniya wî nebaşe di nexweşxaneyê de tê girtin. Cihê vî kesî ne nexweşxane, girtîgeh e. Ji ber ku derûniya vî kesî xirap nîne. Di danişîna dozê ku hat dîtin de jî dadgehê kujerê keça min parast.”
 
‘Şûna darizandina kujer derbarê me de lêpirsîn tê destpêkirin’
 
Naîme, bi lêv kir ku heta dawiya emrê xwe wê şopdarê vê dozê be û wiha axivî: " Li şûna ku îro kiryarê keça min bê darizandin, derbarê me de lêpirsîn tê destpêkirin. Bang li me dikin em diçin îfade didin. Ji min re gotin tu çima meşiyayî, min ji got li dijî komkûjiya jinan ez meşiyame. Bila cezayê giran li kujerên jinan bê birîn ku edalet cihê xwe bibîne. Em bang li jin û saziyên jinan dikin ku x wedî li doza keça min derkevin.”
 
‘Mirovekî evqas hov çawa tê parastin?’
 
Xuşka Pakistanê Bêrîvan Demîr jî nêzîkatiya dadgehê ya li dijî kriyar şermezar kir û bi lêv kir ku bi hinceta derûniya wî ne başe kujer di nexweşxaneyê de tê girtin û tê parastin. Bêrîvan, wiha pê de çû: “Dewlet jî alîkariya kujer dike. Ji ber ku ji malbata cerdevana ye. Ev du carin danişîna dozê tê dîtin û dibêjin nexweşe û naynin danişînê. Morvekî hov çawa tê parastin? Çima wî kesî naynin hemberê edaletê? Çima kujer tê parastin? Ji parastina kujer armanc çi ye? Em dixwazin cezayê muebetê bê dayîn. Ev du carin doz vala tê derxistin û kujer naynin daneşînê. Em bawer nakin ku kujer nexweş e. Ew kes  hêza xwe ji dewletê digire. Bila cezayê heta hetayê lê bê birîn ku nikaribe ji girtîgehê derke.”
 
‘Bila êdî jin neyên qetilkirin’
 
Bêrîvan, diyar kir ku ew ê heta dawiyê û heta kujer ceza bigire şopdarê dozê bin û wiha dirêjî dayê: “Em ê tu carî ji doza xwîşka xwe gav paşve nevêjin. Heta ku li kujerê wê cezyê divê bê birîn em têkoşîna xwe bidomîn. Bila ew kes di nav çar dîwaran de birize. Baweriya me bi dadgehê nayê. Ji ber ku bi hezaran jin hatin qetilkirin. Lê tu kiryar nehatin darizandin û cezyê divê negirtin. Em dixwazin edalet bê bicihanîn. Em ji wan tiştek din naxwazin. Kujerê jina herî zêde 3-4 salan girtî dimînin û tên berdan û piştre jinek din tê qetilkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Bila qanûnên xwe pêk bînin. Bila cezayê giran bidin van kujeran ku êdî nikaribin jinan qetil bikin. Bila tu zarok bê dayîk nemînin.”
 
Banga xwedî derketina li dozê hat kirin 
 
Bêrîvanê, di dawiyê de bang li hemû saziyên jinan kir ku xwedî li doza xwîşka wê derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila hemû jin heta dawiyê mafê xwe biparêzin. Ji bo jinên ku hatine qetilkirin divê jinên din dengê xwe bilind bikin û bi girseyî xwedî derkevin. Ji bo qetilkirina jinan bi dawî bibe divê em dakevin qadan. Îro derbarê me de lêpirsîn tê destpêkirin. Em vê qebûl nakin. Kujer jî ew in, hov jî ew in. Em xwedî jinan derketin. Lê rabûn derbarê me de lêpirsîn dan destpêkirin. Em vê yekê şermezar dikin. Em ê heta dawiyê xwedî dozê derkevin.”