'Gumanbarên destdirêjiyê piştgiriyê ji TSK’ê digirin'

  • 09:12 27 Çile 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Endama Komîsyona Koçberiyê ya HDP’ê Gulsum Agaoglu der barê ku li Wanê du leşkerên Tirk destdirêjî li jnek penaber kiribûn axivî û got gumanbar ji nîjadperestiyê xwedî dibin, hêza xwe ji TSK’ê digirin.
 
Di 4’ê Çileyê de li Serava Wanê du leşkerên Tirk destdirêjî li jinek Afganîstanî ya bi navê L.M kirin. Ji bo dosyaya du leşkerên hatin girtin biryara veşartinê dan.  Ev bûyer, bûyera di 2020’an de li Wanê ku sê peywirdaran li navenda Şûnde Şandinê ya Kurubaş destdirêjî li jinekê kiribûn anî hişê mirovan. 
Endama Komîlsyona Koçberiyê ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglu  der barê polîtîkayên şerê taybet û hedefgirtina jinên penaber de axivî.
 
‘Gumanbar hêzê ji TSK’ê digirin’
 
Gulsumê da zanîn ku di 2017’an de  du mêran destdirêjî li jinek penaber a bi navê Emane ya ducanî kiribûn û piştre jî qetil kiribûn û wiha vegot: “Gumanbar destdirêjiya li jinên penaber rewa dibînin. Di bûyera Wanê de jî heman sedem hene. Gumanbar ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê digirin. Gumanbar ji ber peywirdarên ewlehiyê ne xwe mezin dibînin û dizanin ku hêza leşkerî ya dewleta Tirk (TSK)  li pişt wane.”
 
‘Dibêjin qey wê têkoşîna jinê teslîm bigirin’
 
Gulsumê her wiha daxuyakirin ku li Kurdistanê jin bi binpêkirinên mafan ên sûcên şer re tên rû hev, li hember jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û wiha vegot: “Di bûyera întîhara Îpek Er de jî gumanbar Musa Orhan cezayê pêwist negirt. Jin  li dijî polîtîkayên dewleta Tirk pir li ber xwe didin. Ji ber vê jî hewl tê dayîn têkşoîna jinan teslîm bê girtin lê wê bi ser nekevin.”
 
Gulsumê da zanîn ku sûcên nefretê ên li hember panberan bi Partiya Zafer zêde bûne û got tenê Umît Ozdag vê bi kar nayne, Kemal Kiliçdaroglu jî dem bi dem  ji bo şûnde şandina penaberan ev gotin b ikar aniye. Gulsumê daxuyakirin ku hemû şertên ku penaberiyê diafrînin divê sûc bên dîtin."
 
'Divê têkoşîn bê mezinkirin'
 
Gulsumê di dawiya axaftina xwe de  bang li hemû jinan kir ku derfetên têkoşîna hevpar divê bi hev re bên hûnandin û jinên Tirkiyeyê têkoşîneke kedê ya hevpar bimeşînin.