Şahida şoreşa Kobanê: Kobenê bi têkoşîna jinê û yekîtiya gelan têk neçû

  • 09:22 26 Çile 2023
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Endama Kongreya Star Sara Ellî Xelîl a bû şahida şoreşa Kobanê da zanîn piştî şoreşê ji bo jinê serkeftinên mezin çêbûn û wiha got:" Ji bo şoreş pêk were me gav bi gav xwe amade dikir. Ew hewldanên di bin wan şert û mercan de pêk dihatin xwedî girîngiyek mezin e. Kobenê bi têkoşîna jinê û yekîtiya gelan têk neçû."
 
26'ê Çileyê 8'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ye. Dema dîrokê 15’ê Îlona 2014’an nîşan dikir çeteyên DAÎŞ’ê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Kobanê kirin hedefa êrişên xwe. Piştî êrişan di 2-3’ê Cotmehê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hevdîtina ku bi HDP’ê re kiribû banga seferberiyê kiribû. Bi deh hezaran kes ji bo Kobanê seferber bûn. Di 26-27’ê Çileyê de jî Kobanê ji çeteyan hate paqijkirin.
 
Endama Kongreya Star, Sara Ellî Xelîl di pêvajoya şoreşa Kobanê de yek ji wan jinan bû ku heta dawiyê di nava bajêr de ma û alîkarî da şoreşê. Birîndar tedawî dikir, cenaze radikir, di aliyê pêdiviyan de dibû alîkar. Ji  dagirkeriya rejîma Sûriyeyê, ji pêvajoya êrişên El-Nusra û êrişên DAÎŞ’ê re şahidî kir û para xwe ji rizgariyê girt. Sarayê şoreşa Kobanî ya ku bûye şahid bi me re parve kir. 
 
Serhildana yekem a li hember paşverûtî û rejîmê
 
Sara Elî Xelîl di sala 1977’an de li gundê Eynbetê yê girêdayî bajarê Kobanê ye ji dayik dibe. 7 salan li dibistana dewletê dixwîne û ji ber bêderfetiyên malbatê ji gund koçber dibin. Ew êdî bi karê çandiniyê ve mijûl dibe. Sara di nava malbatek welatparêz de ji zarokatiyê ve xwe bi rêxistin dikir. Li aliyekî dixebite li aliyekî jî hewl dide ku xwe tevlî kar û xebatên rêxistinê bike. Di wê demê de hewl dide bi kurdî binivîse û bixwîne. Saraya xwe gav bi gav bi rêxistin dikir vê carê di temenekî biçûk de weke berdêlî tê zewicandin. Ango di heman demê de li hemberî hişmendiya paşverû ya civakê ku wê di temenekî biçûk de neçarî zewacê kiriye jî têkoşînek mezin dide. Ew dibêje ‘mafên kurdan tê binpêkirin û du caran jî mafê jinê ji aliyê dagirkeran û ji aliyê mêr ve tê binpêkirin.’ Bê guman zehmetiyên mezin di zewaca xwe de dijî. Piştî zewaca xwe jî ji xebatên rêxistinê paşde gav navêje. Wê ev hewldanên xwe di bin şert û mercên zehmet de dianî cih. Ji ber ku rejîma Sûriyeyê ji bo tunekirin û bişaftina nasnemeya kurd êriş û zexteke mezin li ser civakê dida meşandin. Ev hewldanên Sara ji bo pêşketina wê dibe bingehek xurt.
 
Gav bi gav ber bi şoreşê ve
 
Saraya kurtejiyana xwe parve kir wiha qala rêxistinbûyîna kurdan a di demên dagirkeriya rejîma Sûriyeyê dikir: “Di wê demê de sazî û dezgehên me bi awayekî fermî tune bûn. Em mal bi mal digeriyan me xwe bi rêxistin dikir. Li gorî demê çi pêwîst dikir me pêk dianî. Zext hebûn lê me bi rengê herî baş jî rêxisitnbûyîna xwe berfireh dikir. Me di wan şert û mercan de dersa zimanê kurdî dida. Partî gel bû û gel partî bi xwe bû. Me dest bi dest bi piştgiriya hevdu mezin kir. Ji bo şoreş pêk were me gav bi gav xwe amade dikir. Ew hewldanên di bin wan şert û mercan de pêk dihatin xwedî girîngiyek mezin e. Rejîma BAAS'ê zext dida meşandin, digirt an jî tundî bi kar dianî. Bi taybetî jî gelek rêhevalên me yên jin dihatin girtin. Dixwestin di aliyê civakê de jinan tewanbar bikin ku xebatan nedin meşadin. Girtina jinan jî bandor li xebatên me dikirin. Lê me paşde gav neavêt. Me pêşbîniya van polîtîkayan kiribû û ji bo em derbas bikin me amadekarî dikir. Ruxmê hertiştî jimara jinên di nava xebatan de gelek zêde bûn. Heta niha jî ew rêhevalên me xebatên xwe didin berdewamkirin. ”
 
‘Bandorek mezin a hatina rêbertî çêbû’
 
Sara diyar kir ku di rêxistinbûyîna gel û bi taybetî jî di rêxisitnbûyîna jinê de bandorek mezin a hatina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Kobanê çêbûye. Sara wiha qala tora jinan a li derdora rêbertî mezin bûye kir: “Rêbertî di serî de hat gundê Xêrê û gundê Elbelûrê yên girêdayî bajarê Kobanê. Bi qasî 2 mehan li vir dimîne. Li vir civîn û gelek hevdîtin bi rêbertî re pêk hatin. Li derdora wê rêxistinbûyîn û şiyarbûnek mezin pêk dihat. Bi hezaran mirov li vir, li ser şopa wê çûn. Ev şansek mezin bû. Me bi xeta rêbertî dest pê kir û bi baweriya xwe ya bi wê xetê re em dimeşiyan. Em îro jî deyndarê rêbertî û felsefeya li vir bi me daye fêrkirinê ne. Hîm û bingeha şoreşê dema Rêberê gelên Kurd Abdullah Ocalan, derbasî Rojava û Sûrîyeyê bû hatibû danîn. Ev bingeha zihnî ji şoreşa zihnî gava yekem bû, bû destpêka birêxistinkirin û çalakkirina civakê.”
 
Serhildana 19’ê Tîrmehê
 
Di 18'ê Tîrmeha 2012'an de çeteyên xwe wek Artêşa Azad a Sûriyeyê bi nav dikir û yên El-Nusrayê, bi armanca dagirkirina Kobanê bi sedan wesayîtan re berê xwe dabûn Kobanê. Her çi hêzên rejîma BAAS'ê bûn jî dor li wan hatibû girtin, jixwe di nava hewaya şoreşê de nekarîn ji bargeh û avahiyên xwe derkevin. Heman rojê, li bajarên Kantona Cizîrê, Dêrikê û li navenda kantona Efrînê jî rejîm dihat qewitandin. Ev raperîna gel dibû berbanga Şoreşa Rojava. Di demeke kurt de piraniya deverên şêniyên wan bi giranî Kurd ji rejîmê û çeteyan hatin rizgarkirin. Sara pêngava yekem a şoreşê wiha nirxand: “Daxwaz û xeyalên çeteyan pêk nehatin. Kobanê weke her carê neket. Piştî wê jî me serkeftina xwe bi rêxistinbûyîn û xweparastina rewa re pîroz kir. Êdî komele û pêkhateyên me ne bi veşartî bi awayekî vekirî xebat didan meşandin. Cara yekem bi awayekî azad bi zimanê me dibistan hatin vekirin. Cara yekem saziyên jinê hatin vekirin. Ne tenê di warê nasnameya kurdîbûnê de, di warê azadiya nasnameya jinê de jî pêşkeftinên mezin dihatin bidestxisitn.”
 
‘Di warê jinê de pêşkeftinên mezin çêbûn’
 
Sara diyar kir bi taybetî di warê jinê de pêşketinên mezin çêbûn û ew ji bo pêşketina civakê jî dibû hêviyek mezin. Saraya got bi jina azad re civaka azad dihat afirandin wiha şîroveyên xwe da berdewamkirin: “Jin şiyar bûn û li mafê xwe geriyan. Mala jinan hate vekirin. Kongreya Star dest bi xebatê kir û girêdayî wê meclîsa jinan hate vekirin. Lewra di vir de ne tenê jin mêr jî pêş diketin. Şiyarbûnek di wî alî de jî pêk dihat. Bifikirin dema tundiyek di nava civakê de rû dida mêr dihatin li mala jinan serlêdan dikirin. Ji bo pêşî li wê tundiyê were girtin wan jî hewl didan. Girêdayî vê jî perwerde û atolyeyên me pêk dihatin û ew jî bandorek xwe ya mezin hebû. Bi vê re jî jinan bêhtir xwe tevlî xebatan kirin û bêhtir çalak bûn.”
 
Li hember DAÎŞ’ê serhildan
 
Piştî serhildana 19’ê Tîrmehê salekê DAÎŞ’ê xwe birêxistin kir û bi piştgiriya dewleta tirk derbasî Kobanê bûn. Sarayê got piştî rizgariya Kobanê bê guman êrişên Tirkiye û DAÎŞ’ê ji me re sivik nehatin. Sara wiha qala van pendên li ser Kobanê dihatin zivirandin kir: “Berê  êriş li ser Şengalê pêk hat û piştre jî derbasî Kobanê bûn. Piştî salvegera 19’ê Tîrmehê 2 rojan êrişên giran dest pê kirin. Beriya wê jî Kobanê dorpêçkirî bû. Di aliyê pêdiviyên rojane yên civakî de me gelek zehmetî didît. Gel zehmetî didît lê hîna li berxwe didan. Bi wê xeyala reveberiya kurd baweriya gel zêde bû. Bi taybetî jin li hemberî vê sekna xwe bi awayê herî xurt nîşan da. Destkeftiyên jinê mezin bûn û ji bo biparêzin pêşengtiya pêvajoyê kirin. Di nava vê dorpêçê de salek derbas bû û di 15’ê meha Îlonê ya 2014’an de êrişa mezin pêk hat. Gundên Kobanê hatin dagirkirin û vê carê êrişî navendê kirin. Li navenda Kobanê di aliyê leşkerî û gel de jî amadekariyên me pêk hatin. Li hemberî van êrişan berxwedanek mezin dihat dayîn. Herî dawî li Kobanê 2 tax di destê me de man û ew ji bo ji dest neçe bi hemû hêvî û hêzê berxwedan dihat dayîn. Ev kêlî bi kêlî di pêşengiya jinê de pêk dihat.”
 
‘Kobenê bi têkoşîna jinê û yekîtiya gelan têk neçû ’
 
Sara bi lêv kir seferberiya ji hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybetî ji Bakurê Kurdistanê pêk dihat Kobanê ber bi rizgariyê ve dibir. Sara wiha berdewam kir: “Di wan deman de her roj Edogan bi daxuyaniyên dida re digot ‘Kobanê ket û dikeve.’ Piştî rêbertî banga seferberiyê kir şûnde gel ber bi Kobanê ve herikî. Ne tenê ji herçar parçeyên Kurdistanê ji derveyî Kurdan jî gelek kes beşdarî serhildanê bûn. Ev kes bi têkoşîna dane re jî gihiştin asta şehadetê. Ji derveyî wê gelê Bakur li ser sînorê Pîrsûsê di nobedê de bû. Ev hemû ji bo Kobanê têkoşînek gelek mezin bû. Kobenê bi têkoşîna jinê û yekîtiya gelan têk neçû. Ev yekîtî û şoreş nemir bû bi vê wesîleyê 1’ê Mijdarê bû roja Kobanê. Di vê pêvajoyê de ez û 3 hevalên xwe yên jin me bi hev re piştgirî dida şoreşê. Me weke sivîl di aliyê pêdiviyan de piştgiriyek dida.”
 
Ji rizgariyê ber bi projeya xweseriyê ve
 
Sara herî dawî ev gotin kir: “Ev rizgarî ji bo me gavek bû. Em gav bi gav ber bi projeya rêbertî daye pêşiya me ve diçûn. Me komînên xwe ava kirin, di hemû beşî de sazîbûna xwe çêkir. Bi taybetî di warê jinê de û beşdarbûna rêxistinbûyînê de gav hatin avêtin. Ev jî ji bo hemû cîhanê bû nimûne. Şoreşa Rojava gerdûnî bû. Êdî bû modelek a xweseriyê.”