Parêzer Canan Kaya: Divê daraz îfadeya jinê esas bigire

  • 09:03 25 Çile 2023
  • Hiqûq
Marta Somek
 
STENBOL - Endama Komîsyona Jinan a OHD’ê Canan Kaya da zanîn ku li dijî parastina gumanbaran divê pêvajoyeke darazê ya ku jinê û wekheviya zayenda civakî esas digire pêk bê û got wê ji salonên dadgehê bigirin heta qawişên girtîgehan, kolanan, destkeftiyên jinan biparêzin û têkoşînê bidomînin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên şerê taybet roj bi roj zêde dibin û kuştinên jinan, destdirêjî û tundî tên jiyîn. Her wiha gumanbar jî bi berat an jî bêcezahiştinê tên xelatkirin. Di pêvajoya dawî de yek ji bûyerên hat jiyîn ev bû. Damezrînerê Weqfa Hîranur ku girêdayê Cemaata Îsmaîlaga ye, Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicandibû û bi salan destdirêjî li zarokê hatibû kirin. H.K.G di 2020’î de serlêdana sûc dike lê ji bo darizandina gumanbaran tu tiştek nayê kirin. Bûyer di cotmeha 2022’yan ku lêpirsîn temam bûbû de derket holê.
 
Li wargehên tarîkatê destdirêjî
 
Di encama zextên rayagiştî de gumanbar di 15’ê Kanûna 2022’yan de hatin girtin. Mînakek din jî ev bû gumanbar Y.Y hewl dabû destdirêjiyê li sê zarokan bike û ew ji aliyê daraza mêr-dewletê ve hat beratkirin û serokê dadgehê ji gumanbar re pêşniyara ‘tobe bike’ kir. Herî dawî jî li wargeha tarîkatê ya bi navê Weqfa Îşrak a li Sultangaziyê midur destdirêjî li zarokekê kiribû û piştre ji bo bûyer bê girtin jî gef lê xwaribû. Tê zaîn ku der barê gumanbar de ji 13 salan heta 30 salî ceza tê xwestin.
 
Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Canan Kaya der barê biryarên bi hevkariya mêr-dewlet-darazê tê dayîn de nirxandin kir.
 
‘Daraza mêr gumanbaran diparêze’
 
Cananê daxuyakirin ku pratîka piştevaniya dewlet û daraza mêr ji berê de dîtine û di 20 salên dawî de jî ev zêdetir bûye. Cananê got xalên qanûnî yên ferzkirî di Qanûna Cezayê Tirk de hene û got: “Gelek xalên qanûnî yên ku hiqûqa malbatê eleqeder dikir ên bi pirsgirêk hebûn. Ev bi destkeftiyên jinan guherîn. Lê daraza mêr gumanbaran diparêze. Bi qanûnên heyî cezayên gumanbaran tên daxistin. Ji ber vê jî daraza mêr tu car neguherî. Di 20 salan de zêdetir bû. Ev zêdebûn girêdayê vê ye. Li pêş me desthilatdariyeke ku hebûna xwe bi polîtîkayên li ser hebûna jin û mafê zarokan dimeşîne heye. Ji ber vê jî muxalefeta jinan tehdîd tê dîtin. Ji ber vê jî li hember destkeftiyên jinan êrîş mijara gotinê ye. Em vê ji fehskirina Peymana Stenbolê dibînin. Ji ber feshkirina peymanê cesaretê dide gumanbar, tecawizkaran. Polîtîkaya çewisandina jinê dimeşînin."
 
Darazê ji gumanbar re got ‘tobe bike’!
 
Cananê bal kişand ser dosya Y.Y ku hewl da destdirêjiyê li sê zarokan bike û wiha domand: “Di darizandina dosyayê de nêzîkatiyeke ku riayetê rêgeza bêalibûnê nake hebû. Di rûniştina biryarê de serokê heyetê ji gumanbar re got ‘tobe bike carek din neke’. Me ji serokê heyetê re got ku usulek wisa ya darizandinê tune ye. Me li HSY’ê der barê mijarê de gilî kir. Usula darazê cesareta xwe ji desthilatdariyê digire. Ji her alî li hember jinê êrîş mijara gotinê ye. Lê em dibêjin ku divê daraz îfadeya jinê esas bigire û li dijî parastina gumanbaran divê pêvajoyeke darazê ya ku jinê û wekheviya zayenda civakî esas digire pêk bê. Em ê jî têkoşîna xwe bi vî awayî bidomînin.”