Tara Fatehî: Li Îranê dema şoreşê ye

  • 09:01 25 Çile 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta kurd a rojhilatê Kurdistanê Tara Fatehî diyar kir ku li Îranê hemû nasname bi daxwaza demorkasiyê daketin kolanan û got: "Di dema 43 sal desthilatdariya hikûmeta Îranê de kaosa derketiye holê nikare bê reforme kirin. Têkçûna hikûmeta Îranê ne tenê ji bo gelê Îranê ji bo hemû cîhanê wê baş be."
 
Piştî qetilkirina jina Jîna Mahsa Emînî, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan serhildan destpê kir û hîna jî didome. Aktîvîtsa mafê kurdan a rojhilatê Kurdistanê Tara Fatehî der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî. 
 
‘Daxwazên gel pir zelal in’
 
Tara da zanîn ku gel 4 mehe têdikoşe û serî natewîne û wiha dirêjî dayê: “Hikûmet jî bi dijwarî êrsş dike. Mirovan qetil dike. Ji bo kesên tên qetilkirin merasîm pêk tê û piştre dîsa protesto destpê dikin. Ji ber vê protesto mezin dibin. Gel şûnde gavê navêje. Daxwazên gel pir zelal in. Dixwazin ev rejîm biçe û qel pêşeroja xwe diyar bike. Ev daxwaz ji bo her kesî derbasdar e. Hemû gelên li Îranê azadiyê dixwazin. Bi israr in. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ya ji kurdên Tirkiyeyê hatiye bûye sîmge.”
 
'Li dijî Gelê Kurd hîn bêtir çavsor bû' 
 
Tara destnîşan kir ku Jîna Emîn bibe sembolek jî di esasê de ev berxwedana li Rojhilat bi sedsalane didome û wiha domand: “Ev têkoşîneke bi dehan salî bû. Kurd li Îranê li dijî dîktatoriyan her tim têkoşîn dimeşand. Kurd beriya vê rejîmê jî dîktatoriya ji monarşî vejiya qebûl nedikir. Ji roja komara îslamî li Îranê hat avakirin kurdan tu car rejîm qebûl nekir û li dijî zext û rejîmê sekinin. Ji ber vê jî hewldan kurdan têk bibin. Tundî li kurdan kirin. Em dizanin ku ev rejîm ji bo her kesî gelek xerabe. Lê li dijî Gelê Kurd hîn bêtir çavsor bû.”
 
‘Zext li ser her kesî ne’
 
Tara bi lêv kir ku ev rejîma Îranê ji bo her kesî xerabe û wiha anî ziman: “Dema nasnameyên etnîk dibin yek ev dibe xeleka zextan. Ger mirov li Îranê jin bin ev zext hîn bêtir giran dibin. Ev dîktatoriyek çavsore. Ev rejîm îslamê wek zexta li ser civakê bikar tîne.  Bi taybet jî li ser jinan rêgazên pir giran hene. Yek ji mînakan jî turbane. Jin, ol û nasname. Kêmar di bin zextan de ne. Nikarin zimanê xwe bikar bînin. Bi zimanê xwe perwerdê nabînin. Li Îranê ji ber kurdî fêr kirine gelek mamoste niha di girtîgehan de ne.”
 
‘Dema avakirina demokrasiyê hatiye’
 
Tarayê, destnîşan kir ku li Îranê hemû nasname bi daxwaza demorkasiyê daketin kolanan û wiha berdewam kir: "Ev kom di mijara çûyîna hikûmetê de bi israr in. Kesên li Îranê dijî ne xwedî  heman tecrubeyane. Lê hemû cudahî, nasname û kêmar ji zextên rejîmê para xwe girtine. Ji ber vê jî piştevaniyê de ne.”
 
Ne reforme daxwaza şoreşê
 
Tarayê balkişand ser dîktatoriya li Tirkiyeyê û got Tirkiye di esasa dîktatorî û polîtîkayên olî de berbi jêrve diçe û wiha daxuyand: “Li gorî min divê hikûmeta Tirk ji şaşiyên Komara Îslamî ya Îranê dersan bigire. Ez bi fikarim ku wê Erdogan di hiqûqek olî de pêş bikeve.  Di dema 43 sal desthilatdariya hikûmeta Îranê de kaosa derketiye holê nikare bê reforme kirin. Têkçûna hikûmeta Îranê ne tenê ji bo gelê Îranê ji bo hemû cîhanê wê baş be.”
 
‘Gel wê şûnde gavê navêje’
 
Tara, diyar kir ku gel êdî guherînê dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di mijara ku wê venegerin pergala zext û zilmê, de bi israr in. Piştî çûyîna hikûmeta Îranê gelek kar û bar hene. Ev bi rastî şoreşe. Mirov guherînê dixwazin. Qe nebe ez dikarim li ser navê Gelê Kurd biaxivim, ez dikarim bêjim ku bi wan re veger tune israr heye. Êdî me ev nokte ji zûde derbas kiriye. Li gorî min mirov êdî rejîmê qebûl nakin. Mirov aştî û demorkasiyê dixwazin. Wê vê zilma dîktatoriyê qebûl nekin.”