Eren Keskin: Xwediyê Xelata Olof Palme Jîna ye!

  • 10:51 24 Çile 2023
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin a ku Xelata Olof Palme girt wiha got:"Esas xwediyê vê xelatê Jîna Mahsa Emini û jinên wekî wê ne, jinên têkoşîna aştiyê didin û gotina vê sedsalê 'Jin jiyan azadî' ye." 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskin, bi salan e ji bo gelên kurd, tirk, suryani, ermeni, çerkez, pomak ên tecawiz, destdirêjî, tundî li wan tên kirin her wiha polîtîkayên cihêkariyê li dijî wan tên bikaranîn, têkoşînê dide. Erenê tevî gefa mirinê lê hatiye xwarê, hedef hatiye nîşandan û hatiye darizandin jî ji parêzvaniya mafê mirovan gav paşde neavêtiye. Erenê ji bo Dayikên Aştiyê, jinan,  LGBTI+ yan bi salan têkoşîna hiqûqê daye. Her wiha Erenê Komeleya Alîkariyê ya Edlî ya li dijî Tundiya Zayendî damezrand û bû sedem ku gelek leşker bên darizandin. 
 
Bû yek ji xwediyê xelatê
 
Xelata Olof Palme ya ji bo Ewlehiya Navîn û Feraseta Navneteweyî ya ji aliyê Fona Bibîranînê ji sala 1987'an ve ye tê dayin vê carê ji bo Eren Keskin hat dayin. Erenê ev xelat tevî du jinên aktivîst yên ji Ukrayna û Îranê girt. Erenê li ser vê xelatê axivî. 
 
'Olof Palme bi dengekî bilinid bêçekbûn parast'
 
Erenê da zanîn ku Olof Palme li Siwêdê dema serokê dewletê bû bi dengê bilind bêçekbûn dibarast û got:"Loma girîng e ku kesên wekî Olof Palme di dewletan de peywirdar bin. Piştre hat qetilkirin. Demeke dirêj bi taybet ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat gotin PKK'ê ew kuştiye. Lê belê daraza Siwêdê kujer eşkere kir û got hemwelatiyekî Siwêdê ye. Daraza Siwêdê got 'Ev cinayeteke takekesî ye û ne girêdayî tu rêxistinê ye'. Lê belê min û parêzvanên mafên mirovan tu carî ji vêya bawer nekir. Çimkî cîhan hem ji aliyê hêzên emperyal hem jî ji aliyê çekfiroşan ve tê birêvebirin. Di esasê xwe de siyaseta ku rêya cîhanê diyar dike çekfiroş in. Loma jî parastina bêçekbûnê ya serokê dewleteke xurt a mîna Siwêdê nehat hesabên hinek hêzan."
 
Jinên têkoşer
 
Erenê bi lêv kir ku Olof Palme ji aliyê hêzeke kûr a di navbera dewletan ve hatiye kuştin û wiha pê de çû:"Di wê serdemê de bi taybet Tirkiyeyê digot PKK'ê ev cinayet kiriye. Loma vê bandora xwe li ser siyaset Ewropayê ya li hemberî kurdan kir. Lê rewş zelal bû şûnde ev yek guhert. Ev xelata li ser navê Olof Palme yê ku aştî diparast hat dayin. Ji bo sê jinên di qada şer de hat dayin. Loma ev girîng e. Jinek li dijî şerê li Ukraynayê bû jineke din jî ya ku li dijî rejîma Mollayê têdikoşiya bû. Loma parvekirina vê xelatê ya bi van jinan re gelekî girîng bû. "
 
Salên 90'î û şahidiya şer a li Kurdistanê
 
Erenê da zanîn ku li Kurdistanê polîtîkayên şer didomin û wiha lê zêde kir:"Meseleya kurd ne tenê meseleya Tirkiyeyê ye, loma jî çareserkirina wê zehmet e. Çar welatan eleqedar dike û rêveberên van welatana jî her demê polîtîkayên neçareseriyê derxistin pêş. Gelê Kurd ên li ser her çar erdîngariyan her tim bi zilm û zextan rû bi rû mane. Her tim şer li ser kurdan hat ferzkirin. Wekî parêzvanên mafên mirovan û Komeleya Mafê Mirovan di salên 90'î de me hewl da em xwe bigihînin hemû bûyerên li herêmê. Raporên ÎHD'ê yên derbarê van bûyeran de hene. Em bûn şahidên bûyerên gelek mezin û êşên mirovan. Gund hatin şewitandin, mirov hatin şewitandin, hatin kuştin, bi îşkenceya zayendî rû bi rû man, tiştên nayên bîra mirov em bûn şahidên wan. "
 
Ji bo jinên îşkenceya zayendî li wan hat kirin buro vekir
 
Erenê bi lêv kir ku qadeke berfireh a zextê heye û wiha got:"Cinayetên kontrgerilla, windakirinên di bin çavan de, êrişên fîzîkî gelekî zêde bûn. Di wê demê de bi taybet rêbazên êrişa zayendî yên li dijî jinên di bin çavan de zêde bûn. Me buroyek ava kir. Li vir parêzertiya bê pere ji jinan hat kirin,  jinên di bin çavan de êrişa zayendî li wan hatibû kirin. Em şahidên mexdûriyeta jinan a di şer de ne. Mixabin ev hîn didome." 
 
Têkoşîna bi israr a li dijî şer
 
Erenê diyar kir ku bêyî Komkujiya li ser Ermeniya a di 1915'an de, bêyî komkujiya Dêrsimê ya Sayfo mirov nikare pêvajoya îro binirxîne û wiha pê de çû:"Ev polîtîkayeke dewletê ye û kurdên li ser erdnîgariyên din jî vî tiştî dijîn. Her wiha piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildanek pêş ket û li cîhanê belav bû. Ev girîng bû. Tiştên li Sûriyeyê tê jiyîn jî em dibînin. Ji bo kurd azad nebin şer tê ferzkirin. Yanî li her erdnîgariyên kurd lê ne şer heye. Sedema vêya ew e ku naxwazin aştî bê. Çimkî aştî bê wê çek û hişbir ji holê rabin. Mixabin kesên biryarê didin dixwazin ev şer bidome. Em ê li dijî van polîtîkayan wekî parêzvanên mafên mirovan ên jin têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Ez naçim tu derê'
 
Erenê da zanîn ji ber têkoşîna didomîne tê hedefgirtin û wiha got:"Li ser erdîgariya xwe her tim em bi êriş û zextan rû bi rû dimînin. Niha derbarê min de 26 sal û 9 meh cezayê girtîgehê tê xwestin. Li ser erdîgariya xwe ez li hêviyê me ku têkevim girtîgehê. Ev 6 sal in nikarim herim derveyî welêt. Loma nikarim herim merasîma xelatdayinê jî. Ez li vir im. Jixwe min gotibû bi derekê ve naçim. Em li ser erdnîgariya xwe bi zextan rû bi rû ne lê belê li ser erdnîgariyeke din em xelat digirin. Ev cihê kêfxweşiyê ye."
 
Xelata xwe diyarî Jînayê kir
 
Erenê bi lêv kir ku ew xelata xwe diyarî Jîna Emînî dike û wiha bi dawî kir:"Ev xelat tê maneya têkoşîna aştiyê ya ez didim. Esas xwediyê vê xelatê Jîna Mahsa Emini û jinên wekî wê ne, jinên têkoşîna aştiyê didin û gotina vê sedsalê 'Jin jiyan azadî' ye."