Ciwan bi biryarin wê desthilatdariyê bişînin

  • 09:05 23 Çile 2023
  • Rojane
Gulîstan Dursun
 
STENBOL - Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Ronahî Tunç da zanîn ku  yekane rojeva ciwanan a sala 2023’an wê tecrîd û têkbirina deshtilatdariyê be. Ronahî wiha got: “ Di sala 2023’an de wê azadî hîn nêztir be. Wê têkoşîn bilind be. Serkeftin wê bi taybet a jin û ciwanan û hemû civakê be.”
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  24 sal e didome û ev tecrîd bandorê li ser hemû civakê jî dike. bi taybet jin û ciwan gelek bi bandor dibin.  Koordînasyona Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku li dijî polîtîkayên desthilatdariyê têdikoşin, di 2022’an de jî tevî hemû zext û êrîşan qad terk nekirin.
 
‘Ji ciwanên rêxistinkirî  pêşeroja azad’
 
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di 24’ê Kanûnê de li Amedê, di 25’ê Kanûnê de jî li Stenbolê konferans pêk anîn. Meclîsa Ciwanan ku konferans bi dirûşma "Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi pêşeroja azad" pêk anîn diyarî Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di êrîşa Navenda Çanda Ahmet Kaya ya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan kirin.
 
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ronahî Tunç der barê pêvajoya pêş de axivî.
 
‘Ciwan dikevin tora hişbirê’
 
Ronahiyê da zanîn ku sala 2022’an pir dijwar derbas bûye, şer û tecrîd li her derê belav bûye û wiha dirêjî dayê: “Bi taybet li ser ciwanan zextên mezin hene. Fatura şer û tecrîdê li ciwanan, jinan û civakê tê birîn. Xizanî zêde bûye. Ji ber krîza aborî ciwan dikevin tora hişbirê. Bêguman ev bi destê desthilatdariyê dibe.  Desthilatdarî bi vî awayî ciwanan ditevizîne.  Di vê çarçoveyê de dirûşma ‘Em hişbirê têk bibin jiyanek nû ava bikin’ hebû. Me turnuvaya, atolye pêk anîn.”
 
‘Ciwan hêza pêşeng in’
 
Ronahiyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ciwan hêza pêşeng in. Potansiyelek wan ya mezin heye. Desthilatdarî jî dixwaze vê biçewisîne. Desthilatdarî dizane ku wê bi destê jin û ciwanan biçe. Wê jin û ciwan pergala desthilatdariyê xera bikin. Rastiyek me ya wisa heye. Jin û ciwanan mohra xwe li sala 2022’an dan.”
 
Yekane rojeva 2023’an tecrîd e
 
Ronahiyê wiha dawî lê anî: “Em ê di 2023’an de xwe zêdetir rêxistin bikin.Yekane rojeva 2023’an tecrîd e. Em ê li her derê xwe bigihînin jinan. Em ê mal bi mal tax bi tax xwe rêxistin bikin. Em ê atolyeyên hişmendîkirinê pêk bînin. Em ê panelan pêk bînin. Wê di 2023’an têkoşîn hîn bêtir geş bibe.Serkeftin wê ya jin, ciwan û hemû civakê be. Ev destilatdarî wê bi destê ciwanan têk biçe.”