Gulîstan Atasoy: Wê îktidar bi lîstokên xwe bi ser nekeve

  • 09:04 12 Çile 2023
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy êrişên îktidara AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê nirxand û got: “Îktidar bi qasî dixwaze bila êriş bike. Em ji gelê xwe piştrast in. Bi xebatên me li herêmê dane destpêkirin jî em gihiştin vê encamê. Wê bi bilokekirina hesabên me jî, tu encamê negirin. Em ê bi awayekî bi hêz di hilbijartinê de serkeftinê bi dest bixin.”
 
Îktidara AKP-MHP’ê li dijî beşa mûxalîf û bi taybetî jî li hemberî sîyaseta Kurdan di nava hewldanên têkbirinê de ye. Ev êriş bi dayîna starta hilbijartinê re bi hêztir bû ku her roj bi nûçeyeke din a qiririna siyasî re dikeve rojevê. Bi van xeberên li pey hev tên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku hesabê alîkariya Xezîneyê ya HDP’ê bi demkî were blokekirin. Lê belê AYM’ê ev biryara xwe teblîxî parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê nekir.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Amedê Gulîstan Atasoy têkildarî geşedanên pêk tên nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir û diyar kir ku ew ê bi kongreya di 15’ê Çileyê de pêk tên re rêxistina xwe li dijî êrişan qat bi qat zêdetir bikin û got wê îktidar bi êrişan tu encamê ji hilbijartinan negirin.
 
‘Ev biryar xespkirina vîna gel e’
 
Gulîstanê diyar kir ku di demên dawî de êrişên li ser siyaseta kurd zêde dibin û wiha domand: “Biryara AYM’yê ya blokekirina hesabê HDP’ê bi tu awayî eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye û ne hiqûqî ye. Bi kurtasî em dikarin bêjin ev xespkirina vîna gel e. Ev biryar bi temamî di bin emrê îktidarê de hatiye dayîn. Sedema biryarê jî siyasî ye. Ji ber vê sedemê jî pêwîst e em di aliyê siyasî de binirxînin. Ji ber ku di warê hiqûqî de tu şîroveya vê mijarê nîne. Biryar ne hiqûqî ye. Ger em di vê çarçoveyê de binirxînin jî her tişt ji xwe eşkere ye. Ji dema îktidarê startarta hilbijartinê daye ve  êrişên li ser partiya me bê navber berdewam in. Hemû xebatên xwe bi tasfiyekirina siyaseta kurdan re dan destpêkirin. Qirkirinên siyasî, binçavkirin, girtin û zextên hatine rewşa sîstematik, êrişên li hember DBP’ê, girtina hevserokên me hemû weke silsileya xebatên îqtidarê yên hilbijartinê divê werin nirxandin.”
 
‘Me ji gel peyamên piştgiriyê yên xurt girtin’
 
Gulistan blokekirina hesabên HDP’ê jî weke silsileya polîtîkayên li dij siyaseta kurd tê meşandin nirxand û got: “Di pêvajoyek wisa de armanc dûrxistina hilbijêrên HDP’ê ye. Têgeha girtina HDP’ê ya di nava gel de hatiye belavkirin dixwazin bi hêz bikin. Têgeha ku wê HDP nekeve hilbijartinê tê belavkirin. Dixwazin bi vî rengî dengên HDP’ê xwe belav bikin. Bi vî rengî hesabên berdewamkirina îqtidara xwe dikin. Lê herkes bertekên li dijî van êrişan dibînin. Me ji gel peyamên piştgiriyê yên xurt girtin. Beşên ku demokrasiyê ji xwe re kirine xem piştgiriyek xurt dane me. Ev jî diyar dike ku tiştê tê xwestin wê pêk neyê.”
 
‘HDP hêza xwe ne ji alîkariya xezîneyê ji gel digire’
 
Gulistan bi bîr xist ku HDP’ê piştî sala 2015’an şûn ve alîkariya xezîneyê distîne û wiha berdewam kir: “Ji vê jî em dikarin derxînin holê ku HDP ne partiyek li ser vê çandê xwe bi rêxistin kiriye. Li ser bingehek aborî xwe bi hêz nekiriye. Ji mêj ve xwedî çandeke rêxistinkirina ji nava gel tê. Vê siyaseta ji nava gel jî baş himbêz kiriye û fam kiriye. Xwe bi vî rengî rêxistin kiriye û gihiştiye vê astê. Ger ku bifikirin ew ê bi riya aboriyê HDP’ê bin bixin jî gelek şaş in. HDP ne ji tabelayekê yan jî ji avahiyekê pêk tê, ne jî ji alîkariya ji xezîneyê tê, pêk tê. HDP partiyek demokratîk a hêza xwe ji gel digire ye. Wê bi vê hêzê jî ruxmê hemû zordestiyan hebûna xwe bide berdewamkirin. Di vê mijarê de bila gumanên kesî tunebe. Çi zext pêk werin bila werin heya girtina partiyê jî be wê hilbijêrên HDP’ê vîna xwe nîşan bidin. Wê vê îqtidara heyî jî bin bixe.”
 
‘Gel wê çi biryarê bide baş dizane’
 
Gulistanê diyar kir ku HDP’ê herêm bi herêm civînên xwe yên gel li dar xist û got:"Herî dawî jî li Amedê tax bi tax, gun bi gund rêxistina HDP’ê li gel parlementeran geriya, li pirsgirêk û pêşniyariyên gel guhdarî kirin." Gulîstan van xebatên pêk hatine destnîşan kir û got: “Di xebatên hatine lidarxistin de jî me bersiva gel a li hemberî îktidarê eşkere fam kir. Ji bo me xebatên gelek serkeftî bûn. Di her warî de me têr û tije kir. Gelê Amedê ji ber pêvajoyên tê re derbas bûye ji xwe gelekî polîtîk e. Ji ber rewşa xwe ya politîk jî wê çi biryarê bide baş dizane. Pêwîstî bi daxuyaniyên me jî nîne, ew dizane wê çi bike. Gel dizane encamên kiryarên xwe baş binirxîne. Di hemû civînên gel de em dubare bûn şahidê van. Ya herî girîng jî parastinek gele a bi hêz hebû. Rastiya gelekî ku xwedî li siyaseta xwe derdiket hebû. Em ê bi hev re jî encamên baş bi dest bixin.”
 
‘Em ê li hemberî zextan tifaqa demokrasiyê pêş bixin’
 
Gulistan diyar kir ku di her hilbijartinê de îktidar bi awayên cuda derket pêşiya me û wiha pê de çû: “Bi lîstina pusulayan heyanî dizînê her tişt kirin. Lê li hemberî hemû tiştên Osmaniyan, em bi serkeftî derketin. Di şert û mercên roja îro de em bawer in em ê bi hêsantir li hemberî van lîstikan serkeftinê bi dest bixin. Her tim rêyek ji bo me heye. Rêya sêyem, tifaqa demokrasiyê wê bi ser bikeve. Em bawer in wê gelê me jî xwedîderketinek bi hêz bike.”
 
‘Em bi hemû hêza xwe di nava mezinkirina rêxistina xwe de ne’
 
Gulistan da zanîn ew rêxistina xwe xurt dikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ew çiqasî di nava xebatên tasfiyekirina siyaseta kurd de bin jî em bi hemû hêza xwe di nava mezinkirina rêxistina xwe de ne. Em ber bi Kongreya xwe ve diçin. Em xebatên wê dikin û em ê pêl bi pêl heya hilbijartinê xebatên xwe bi dawî bikin. Em amadekariyên xwe dikin û em dizanin hêza klît em in. Di 15’ê mehê de Kongreya me ya 4’emîn a li Otela Demîrokê heye. Bi rêya we em hemû gelê xwe vedixwînin kongreya ku dê di 15'ê mehê de saet di 10’an de dest pê bike.”