Rojnameger Şehrîban ji mirinê filitî, dozgeriyê biryara neşopandinê da

  • 11:16 10 Çile 2023
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Rojnameger Şehîrban Aslan a ku di dema çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê dişopand de ji ber êrişa leşkeran ji serê xwe bi giranî birîndar bû û diyar kir ku derbarê dosyayê de biryara neşopandinê hatiye dayîn û got: "Dema ku tu di Çapemeniya Azad de dixebitî hertim bedelan didî. An tê girtin, an tê qetilkirin û yan jî tê înfazkirin. Em ji kevneşopiyekê tên. Em ê heta dawiyê dengê jin û zarokan ragihînin."
 
Li Tirkiye û Kurdistanê bi salan e êrişên li ser çapemeniya azad berdewam dikin. Îro bi dehan rojnameger 10'ê Çile Roja Rojnamegerên ku Dixebitin di nava çar dîwaran de pêşwazî dikin. Bi taybetî rojnamegerên li qadan dixebitin ji aliyê mêr û dewletê ve bi êriş, tacîz, tundiya devkî û fîzîkî re rûbirû dimînin. Rojnamegerên ku nûçeyan dişopînin li cihên ku şer lê heye di encama êrişan de yan birîndar dibin yan jî tên qetilkirin.
 
Di sala 2014’an de DAIŞ êrişê Kobanê kir. Li dijî vê yekê Gelê Kurd ji bo vê protesto bike li gundê Zarêya Serxetê ya navçeya Bîrecîk a Rihayê ku sînorê Kobanê ye, konên xwe vedan û dest bi nobetê kirin. Di saetên serê sibehê de leşkeran bi TOMA û maşîneyên zirxî êrişê gel kir. Li dijî êrişan têkoşîna gel jî mezin bûbû. Gelek welatî ji ber bombeyên gazê yên leşkeran birîndar bûn. Ji wan yek kesan jî Şehrîban Aslan a ku wê demê xebatkara JINHA’yê û niha jî nûçegihana JINNEWS'ê bû.   
 
Bi giranî birîndar dibe 
 
Şehrîban, 2014’an de diçe navçeya Bîrecîkê ku sînorê Kobanê ye, dest bi xebatê dike. Li sînor ne tenê Şehrîban, her wiha ji cîhanê jî gelek rojnameger li sînor bûn. Şehrîban, di 20’ê tîrmeha 2014’an de dema nûçe dişopand di encama êrişa polîsan de bi giranî birîndar dibe. Têkoşîna jiyanê ya mayîn û nemayînê ya Şehrîbanê li vir dest pê dike. Di  vê serpêhatiyê de astengiyên li hemberî Çapemeniya Azad bêtir xwe nîşan dide. 
 
Biryara ‘bêşopandinê’ hat dayîn
 
Piştî ku Şehrîban bi giranî birîndar dibe parêzerên wê ji serî li Serdozgeriya Komara Bîrecîkê dide. Di ser bûyerê de her çixwasî 9 sal derbas bûye jî, di lêpirsînê de bi hinceta demboriyê heye biryara bêşopandinê hat dayîn.
 
‘Ji bo Kobanê çalakiyê nobetê hatin destpêkirin’
 
Şehrîban, anî ziman ku li dijî êrişên li hemberî Kobanê li Bîrecîk û Pîrsûsê Gelê Kurd kon vedabûn û dest bi çalakiya nobetê kiribûn û got: “Nêzî salekî ev nobet berdewam kir. Li dijî qetilkirina welatiyan û sekinandina êrişan çalakiya nobetê hat destpêkirin. Li hemberî êrişan li her derê bêdengiyek hebû. Li wê derê hem ji Çapemeniya Azad û hem jî ji cîhanê gelek rojnameger hebûn. Ji bo bûyerên Kobanê bişopînim ez li vir bûm. min xwest neheqî û serhildana li wir tê jiyîn bikim nûçe.”
 
‘Çûm sînor’  
 
Şehrîban, destnîşan kir ku ji navenda Rihayê ber bi Bîrecîkê ve çûye û li sînor heya serê sibê xebitiye û wiha axîvî: "Min firsend nedît ku ez bêhna xwe vedim qêrîna jineke hat. Min berê xwe da cihê ku qêrin tê. Dema ez çûm cihê ku qêrîn tê, min dît ku leşker ser konan de girtiye û dixwazin konan rakin. Parlamenter ketin navberê lê leşker yecar êriş bir ser konan. Welatiyên li vir bertek nîşandan û lê belê piştî demekî agir berdan konên welatiyan. Bi gaza îsotê û ava şîd jî êri birin ser welatiyan."
 
‘Ez ê tu carî wê demê ji bîr nakim’
 
Şehrîban, da zanîn ku ji ber gazê nekarin dîmenan bikişînin û wiha bi lêv kir: "Me nezanî em berê xwe bidin li ku, ji ber ku çav çavê nedîdit. Ji bo em dîmenan bikişînin bi rojnamegerên li vir re me berê xwe da cihek din. Min dît ku kesekî di nava xwînê de berbi me ve tê. Ez çûm cem wî. Me bang li leşkeran dikir 'Em rojnameger in, kevir nevêjin' lê feyde bû. Tişta trajîkomîk jî ew bû ku gaza wan a îsotê wan xilas bibû û ew jî bi keviran êriş dikirin. Dema ku min ê dîmen bikeşanda min dît ku tiştekî li serê min ket. piştî wê çibû ez nizanim. Dema ku ez ketim hevalên ligel min, min girt. Ger wî min negirta ez ê biketima Çemê Firatê. Piştre çend saniyeyan min çavên xwe vekir. Min dît ku kesek min daye pişta xwe û dibe. Di wê navberê de polîsekî dît ku ji min re dikene. Piştî min vê dît çavên min carekedin hat girtin. Ez ê tu carî wê demê ji bîr nekim.”
 
‘Ez ji ser sedyeyê ketin xwarê' 
 
Şehrîbana ku di encama êrişê de birîndar bûyî gelek xwîn winda kir û nedihat ser hişê xwe û Şehrîban wiha behs dike: "Min dîsa çavên xwe vekir û min dît ku weke avê di serê min de xwîn tê xwarê. Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan hewl da ku min û çend birîndarên din jî bibe nexweşxaneyê. Lê leşkeran destûrê nedida. Ligel gelek nîqaşan destûr hat dayîn û me birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê. Bijîşk ditirsiyan ku mudaxele bikin. Ji ber vê yekê min sewqê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan ku li navenda Rihayê ye kirin. Bi ambûlansê sewq kirin. Lê di dema sewqkirinê de ji ber sersariya ekîba ambulansê ez ji ser sedyeyê ketim xwarê. Tişta ku vê demê tê bîra min gelek serê min diêşiya û vê demê min dixwest ez bimirim. Dema min sewqê nexweşxaneyê kirin jî min nedizanî ku rewşa min ewqas cidî ye.”
 
‘Ez mucîze me…’
 
Şehrîban, destnîşan kir ku li nexweşxaneyê bijîşkan digot ger emeliyat bibe dê ji sedî 50 felç bimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dîkîş avêtin serê min û piştre min birin beşa lênêrîna giran. Bijîşkan digotin nikarin emeliyat bikin. Ji ber rîska wê gelek zêde ye. Ji ber ku tehlûkeya min a jiyanê berdewam dikir, malbata min di nava wê tirsê de bûn. Min nêzî hefteyekê kesekî nedît û ez wisa dirêjkirî mam, tenê ji bo tetkîkan min radikirin û datînin. Piştî min ji beşa lênêrîna giran derxistin kirin odeyekî. Gelek êşa min hebû. Dayikan min ji bijîşk re got êşa keça min gelek zêde ye. Bijîj lê zivîrî got 'Keça te ji mirinê filitî. Tu dia bike niha dijî. Serê wê normale biêşê’. Piştî du hefteyan ji nexweşxaneyê min tabûrcî kirin ez hatim Amedê mala xwe. Li vê jî êşa min hîn berdewam dike. Sê mehan ji cihê xwe nekarîbûm rabûma. Her roj li nexweşxaneyê bûm. Malbata min pêdiviyên min ên şexsî bi cih dianînin. Her wiha ez gelek ditirsiyam ku carekedin rojnamegeriyê nekaribim bikim. Ji ber vê jî ez gelek caran wek henek ji hevalên xwe re dibêjim ez mucîze me." 
 
‘Baş e ku ez dengê jinan radihînim' 
 
Şehrîban, diyar kir ku ji bo ragihandina rastiyan li qadê bû û got: "Bi  vê êrişê xwestin bedelekî giran ji Çapemeniya Azad bidin dayîn. Em ji bo rastiyan ragihînin li wê derê bûn. Nêzî salekî nikaribûm bixebitim. Li Amedê Enes Ata yê 8 salî hatibû qetilkirin. Piştî wî min biryar dabû ku ez ê bibim rojnameger. Rojnameger ji bo min tiştek gelek hêja ye. Beriya hemû tiştî ez karê xwe gelek hez dikim. Malbata min nedixwestin vê karê bikim. Ji ber ku ew jî zanibûn ku min ê wê derê wê neheqiyê binivîsanda. Malbata min ji televîzyonê bihîstibû ku ez birîdar bûme. Ji ber salekî nexebitîm derûniya min xirap bû. Çapemeniya Azad her tim bedel dide, avahiyên Çapemeniya Azad hatin bombekirin, rojnameger hatin qetilkirin û hatin girtin. Dema tu Çapemeniya Azad de dixebitî nahêlin ku tu rastiyan binîvsîni. Dixwazin sê meymûnan bilêyizî. Ji ber vê yekê başe ku ez di nav Çapemeniya Azad û JINNEWS'ê de dixebitim. Başe ku dengê jinan radigihînim.”
 
‘Em ji kevneşopiyekê tên' 
 
Şehrîban, niha ligel nexweşiya xwe pîşeya xwe didomîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev nexweşî hem bandorê li jiyana min kir û hem jî karê min kir. Niha ez nexweşê epîlepsiyê me. Piştî ku ez başbûm min şûnde îfade da. Lêpirsîna ku 9 salan berdewam kir de ji min re tu agahî nehat dayîn. Beriya du hefteyan jî dozgeriya Bîlecîkê zarfek şand û ji lêpirsînê re biryara bêşopandinê daye. Îfadeyên ew leşkerên ku li cihê bûyerê bûn nehatiye girtin. Lê bi parêzerê xwe ve li dijî vê biryarê îtîraz kir. Ev nêzîkatiya li dijî Çapemeniya Azad e. Dema ku tu di Çapemeniya Azad de dixebitî hertim bedel didî. An tê girtin, an tê qetilkirin an jî tê înfazkirin, an jî tê binçavkirin kirin. Herî dawî li Amed û Enqerê hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Nêzî saleke îdîanameya wan nehatiye amadekirin. Bi girtin û binçavkirinê dixwazin rojnamegeran bitirsînin. Em ji kevneşopiyekê tên. Em ê heta dawiyê dengê jin û zarokan ragihînin. Tu astengî nikarin paşve gav bi me bidin avêtin."