Jinên ku hatin qetilkirin li Îzmîrê hatin bîranîn

  • 15:39 9 Çile 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê ji hêla TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ve bernameya bîranînê ji bo Sakîne, Fîdan, Leyla, Sêvê, Fatma û Pakîzeyê hat lidarxistin û di bernameyê de banga mêzinkirina têkoşînê hat kirin. 
 
Bi pêngiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li avahiya HDP'ê ya bajêr bernameya bîrananî hat lidarxistin. Di bernameyê de endama Meclîsa HDP'ê ya bajêr Nerîman Bîrlîkler daxuyanî da. 
 
Nerîman, bal kişand ser têkoşîna jinan û qetilkirina jinan û got: "Felsefeya 'Jin jiyan azadî' li tevahiya cîhanê li hemberî pergala serdest a mêr bû tirsek. Li hemberî serîrakirina jinan tu carî îqtîdarên faşîst ser piyan neman. Li hemberî serhildana jinan jî êrişeke pir tûnd dike. Di 9'ê Çileyê de li Parîsê qetlîamek pêk hat û qetlîam hêj jî nehatiye ronîkirin. Her wiha li Silopiyê jî qetlîamek pêk hat. Jinên ku hatin qetilkirin mîrateyeke mezin ên berxwedanê ji me re hiştin."
 
Ji Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz jî axivî û diyar kir ku di qetilkirina şoreşgeran de rola Dewleta Tirk û MÎT'ê heye û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Medîne, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê rêya heqîqetê û edaletê ye û got: "Ev sal dê bibe sala serkeftinê." 
 
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Îdîl Ugurlu destnîşan kir ku bi qetlîaman dixwazin kurdan bêhêz bihêlin û wiha bilêv kir: "Hevalên me ji hêla koplogeran ên navneteweyî û MÎT'ê ve hatin qetilkirin. Em ê ji bo rakirina tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin. 'Jin jiyan azadî' di têkoşîna jinan de bû felsefeyek." 
 
Piştî nîşandana sînevîzyonê bernameya bîranînê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.