Li Gever û Wanê çalakiya bîranînê

  • 15:38 9 Çile 2023
  • Rojane
COLEMÊRG/WAN - Siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li Geverê û Wanê di pêşengiya HDP û TJA'yê de de hatin bîranîn.
 
Rêxistina Partiy Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gever a Colemêrgê ji bo bîranîna siyasetmedarên Kurd ku  yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Netweyî ya Kurdistan (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li avahiya partiya xwe merasîma bîranînê û nîşandayina sînevîzyonê li dar xist. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê, Hevserokên Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê û gelek endamên partiyê tevli bernameyê bûn. Di çalakiya bîranînê de wêneyên siyasetmedar û welatparêzên hatine qetilkirin hat daliqandin, gulên sor li ber wêneyan hatin danîn û mûm hatin pêxistin. 
 
Di bernameya ku pîştî  deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de endama PM’ê ya HDP’ê Leyla Atsak axivî û diyar kir ku wan têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane ji xwe re mînak girtin e û got, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ne em, lê yên ku ev êrîş organîze kirine dê biqedin.”
 
Soza mezinkirinatêkoşînê
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Fatma Temel  got, “Em têkoşîna rêhevalên xwe yên li Parîsê hatine qetilkirin ti carî ji bîr nakin. Em hemû hêzên navneteweyî yên di vê êrîşê de cih girtine û tiliyên wan tê de heye, bi taybetî jî dewleta  Fransayê şermezar dikin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”
 
Hevşaredarê HDP'ê yê Geverê Îrfan Sari ku ji erka xwe hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, êrîş şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê da. 
 
Wan
 
Li Wanê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de jinên ku hatin gel hev, jinên şoreşger ên hatin qetilkirin bi bîr anîn.  Di merasîma ku li avahiya Şano Wanê hat lidarxistin de, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl jî cih girtin. Li eywana bîranînê jinên wêeneyên jinên li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin hatin daliqandin û mûm hatin pêkxistin. Çalakî bi merasîma ji bo şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin û dirûşmên. Di merasîmê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Çalakiya ku bi pêşandana sînevîzyonê berdewam kir bi guhdarikirina helbest û muzîkê bi dawî bû."