Li Amedê şehîdên komkojiya Parîsê bi girseyî hatin bibîranîn

  • 13:41 8 Çile 2023
  • Rojane
 
AMED - Jinên TJA’yî di salvegera komkojiya sê jinên siyasetmendar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan de komkojiya Parîsê ya dûyem û  sê jinên li Slopyayê hatin qetilkirin bi bîr anîn.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di salvegera şahadeta sê jinên siyasetmendar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şoylemeza de ku di 9’ê Çileya 2013’an de li payitextê Fransa Parîsê hatin qetilkirinê, sê jinên siyasetmendar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar ji bo bîranîna hemû jinên di oxira azadiyê de canê xwe dane li aywana Şanoya Bajêr a Peyasa Amedê çalekî li dar xistin. Çalekvanên TJA’yê, hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Komeleya Jinan a Rosa yê, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd û bi jimareke zêde jin tevli çalakiyê bûn.
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û sînevîzyona jiyana şehîd Sakîne, Leyla, Fîdan, Sêvê, Pakîze û Fatma vedibêje hate nişandan.
 
‘Vedişêrin û rê li ber komkojiyên nu vedikin’
 
Parlementer Meral Daniş Beştaş di bîranînê de axivî. Meral komkojiya beriya 10 salan li Parîsê pêk hat û nehatiye ronîkirin bi bîr xist û got: “Mixabin di dema komkojiyê de lêpirsînek bi bandor pêk nehat û ji bo ku ser bûyerê bigrin hertiştî kirin. Tirkiye û hikumeta Fransayê xwestin ser bûyerê binixumînin. Ji bo em xwe bigihînin encamekê me gelek hewl da. Me di serî de jî berpirsyarên qetlîamê baş nas dikirin. Ger wê rojê ev komkojî hatiban ronîkirin wê îro bi heman rengî li heman deverê komkojiyek din pêk nehata. Wê Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê nehata qetilkirin. Ev encamên bê cezahiştinê ne. Heta ku kujerên kurdan bên veşartin û ser komkujiyên li dijî kurdan bê niximandin wê êriş jî berdewam bikin. Sedema sereke ev e û li pêş çavê cîhanê ev qetlîm tên kirin.”
 
‘Têkoşîna jinên Kurd li cîhanê belavbûye’
 
Meral diyar kir ku îqtidara heyî bi taybetî ji hêza jinê ditirse û ji ber wê jî herî zêde zext li ser jinê tên meşandin. Meral wiha berdewamkir: “Em vê yekê ne tenê dizanin. Em dijîn. Em rûxmê vê, li hemberî vê têkoşînek mezin didin û ji bo cîhanê dibin nimûne. Ger ku îro diruşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemû deverên cîhanê weke felsefeyekê belavbûbe ew bi saya têkoşîna van jina ye. Yek ji nimûneyên berbilçav jî pêşengiya jinan ya di têkoşîna Rojava de ye. Jinên kurd li her deverê bi têkoşîna didin re tên naskirin. Di hevdîtinên xwe yên dîplomasiyê yên bi welatên derve re jî em bûn şahid ku ev têkoşîna jinan gelek tê naskirin. Herî zêde partiya HDP’ê dihat naskirin. Ji ber ku herî zêde HDP li ber xwe dide. Ew dibêjin ka em tune dikin. Lê em ji nü de bi têkoşîna xwe zêde dibin.”
 
Çalakî bi dirûşma "Wê jin azad bibin, azad bikin" bi dawî bû.