Dayika du girtiyên nexweş: Heke tedawiya keça min neyê kirin wê gelek dereng bibe

  • 09:01 6 Çile 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
SÊRT - Dayika du girtiyên nexweş Leyla Taşçi destnîşan kir ku girtî terkî mirinê tên kirin û got:“Nexweşiya keça min a dil heye. Rewşa wê her diçe xirabtir û bi xeter dibe. Dilê wê her diçe mezin û fireh dibe heke neqîla dil çênebe wê ji bo wê gelek dereng be.”
 
Li ser girtîgehan cûrbecûr polîtîkayên taybet tên meşandin. Li dijî girtiyan mûameleyên kêfî tên kirin, girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtî terkî mirinê tê kirin. Her wiha gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane bi hincetên cûrbecûr infaza wan tên şewitandin û tehliyekirina wan tê astengkirin.
 
Leyla Taşçi ya ku li Sêrtê dijî dayika du girtiyên nexweş e. Yek ji wan Kasim Taşçi 7 sal in girtî ye û li Girtîgeha Êlîhê ya Beşirî de tê girtin. Gulê Taşçi jî li Girtîgeha Amedê girtî ye û jê re 5 sal ceza hatiye birîn. Nexweşiya Gulê ya dil heye. Dayika wê Leyla Taşçi destnîşan kir ku heke tedawiya wê neyê kirin û neqîla dil neyê kirin dê ji bo wê gelek dereng be.  
 
‘Dewleta tirk heqeratê li girtiyan dike’
 
Leyla, anî ziman ku li ser girtiyan zilmek mezin tê kirin û ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin. Leyla, got: “Gelek girtî li ber tehlîyekirinê ye. Cezayê wan xelas bûye lê înfaza wan tê şewitandin. Ev zilmek mezin e. Dewleta tirk heqeratê li girtîyan dike. Zarokên me nexweş in em ji bo tenduristiya wan di nav fikaran de dijîn. Derfetê me ji bo hevdîtina wan nîne. Piştre gava girtî jiyana xwe ji dest dan dibêjin girtiyan xwe întîhar kirine. Her kes jî dizane ku girtî tişên wisa nakin. Em tenê azadiya zarokên xwe dixwazin. Em vê heqerat û zilma li ser wan qebûl nakin.”
 
‘Heke neqîla dil nebe wê dilê wê bisekine’
 
Leyla, diyar kir ku cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in û destnîşan kir ku divê demildest girtiyên nexweş werin dermankirin. Leyla, wiha axivî: “Nexweşiya keça min a dil heye. Divê li Enqereyê tedawiya wê were kirin. Divê ne di girtîgehê de be. Rewşa wê her diçe xirabtir û bi xeter dibe. Gulê gelek nexweş e, gava em diçin gel wê em nizanin çi jê re bêjin. Dilê wê mezin dibe û fireh dibe. Dibêjin heke neqîla dil çênebe wê dilê wê bisekine. Ew li wir ez jî li vir im û ji êşa wê xew nakeve çavên min û tim dilorînim. Ji me re dibêjin em tedawiya wê dikin lê derewan dikin, li benda mirina wê ne.”
 
‘Li benda mirina girtiyan in’
 
Leyla, bi lêv kir ku dewlet li benda mirina girtiyan e û wiha pê de çû: “Gelek girtiyên nexweş hene ku şert û mercên wan ji bo girtîgehê ne guncav e. Girtî, çavên wan ji ber diçe, seqet dibin û an jî nexweşiyên din bi wan de çêdibe. Piştre ku jiyana xwe ji dest dan dibêjin werin cenazeyê xwe bigirin. Gelo çima gava di wextê nexweşiya wan de tedawîya wan nakin û li benda mirina wan dimînin. Tu dilê dayikê raneke ku zarokên wê li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide. Ew ji miriyan jî ditirsin ji girtiyên nexweş ditirsin û ji îradeya girtiyên me ditirsin.”
 
‘Divê dengê malbatên girtî were bihistîn’
 
Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser Nobedên Edaletê yên ku xizmên girtiyan dane destpêkirin û got: “Kurê min jî enerjîya wî gelek qels dibe. Nikare li ser piyên xwe bisekine û her diçe pê re nexweşiyên nû peyda dibe. Gelek malbatên girtî ji bo rewşa girtiyên nexweş Nobedên Edaletê dabûn destpêkirin. Ez wan hemûyan silav dikim û berxwedana wan pîroz dikim. Divê malbatên girtiyan li hemû bajaran  dest bi çalakiyên wisa bikirana û bibana dengê girtiyan. Malbatên girtî ruxmî hemû êrîş, şert û mercan dîsa nobeda xwe girtin. Divê dengê malbatan were bihîstin. Jixwe dewlet naxwaze bibihîse lê qene hemû civak divê piştgiriyê bidin malbatan. Em ê hemû malbat deng bidin dengê hevdu û li dijî vê zilmê derbikevin.”
 
‘Ji bo girtiyan têkoşînek mezin divê’
 
Leyla di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû kes ji rewşa girtiyan re hesas nêz bibe û ev tişt got: “ Zarokên me di bin tecrîdek mezin de ne. Ligel vê tecrîdê li ser malbatên girtî jî tecrîd tê kirin. Em heta diçin hevdîtinê herî kêm 3 caran lêgerînê li ser me ferz dikin. Di lêgerînê de zilmê li malbatan dikin û heqaretê li me dikin. Gava em tiştekî li dijî vê zilmê dibêjin gefê li me dixwin. Ji me re dibêjin heke hûn tiştekî bêjin em ê nehêlin ku hûn zarokên xwe bibînin. Divê gelê me bi qasî ku ji destê wan hat têbikoşin û bibin dengê girtiyan.”