Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê ji bo avakirina jiyaneke nû têbikoşin

  • 09:08 5 Çile 2023
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
AMED - Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dêrsim Dag, diyar kir ku di pêvajoyekî wisa de li dar xistina 3'yemîn Konferansa Ciwanan girîng bû û got: "Di konferansê de li dijî desthilatdarên faşîst, me bang li hemû ciwanan kir ku bila xwe bi rêxistin bikin, xeta sêyemîn ava bikin û bi hev re jiyanek nû ava bikin." 
      
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3’yemîn Konferansa Asayî di navbera 24-25’ê kanûnê de li Amed û Stenbolê bi tevlibûna gelek ciwanan û bi dirûşma “Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi pêşeroja azad ve” li dar xist. Her wiha li bajarên Îzmîr, Mûş, Riha û Mêrsînê jî konferansên xwe li ser xistin. Di konferansan de li ser gelek mijaran nirxandin hatin kirin û Meclisa Ciwanan a HDP’ê di rojên derbasbûyî de encamnameya xwe bi raya giştî re parve kir.  
 
Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û Parlamentera Amedê Dêrsim Dag, li ser konferansê, nîqaşên ku di konfernasê de hatin û derbarê plansaziya pêşerojê ji ajansa me re axivî.  
 
* Hûn dikarin behsa atmosfera konferansê bikin? Di pevajoyeke êriş, girtin û binçavkirin heyî de li darxistina konferansê divê mirov çawa binirxîne? Asta tevlîbûn û nîqaşan li gorî ve çawa bû? Ciwan pêvajoya heyî çawa dinirxînin? Di konferansê de herî zêde kijan mijar hat nirxandin û çima?
 
Me wek Meclîsa Ciwanên HDP’ê li 6 bajaran konferansan hatin lidarxistin. Li Amed û Stenbolê jî konferansa navendî pêk hatin. Lê Îzmîr, Mersîn, Mûş û Rihayê jî konferansên me yên bajaran pêk hatin. Me di van konferansan de hem rewşa xwe ya rêxistinê nîqaş kir, hem jî ev pêvajoya ku her ku diçe şer zêde dibe, her ku diçe qeyranên li Tirkiye û Rojhilatê Navîn kûr dibe me nîqaş kir. Sedema li dar xistina konferansên me jî nîqaşkirina pêvajoyê û di heman demê de jî sekna me ya li hemberî pêvajoyê bû. Rol û mîsyonên xwe dê çawa bilêyzin û rêxistina xwe çawa xûrt bikin û têkoşînê çawa mezin bikin. Em bêtir li ser van mijaran sekinînin. 
 
Elbet êrişên ku li ser ciwanan jî di vê pêvajoyê de zêdetir dibin. Me jî di pêvajoyekî wisa de konferansên xwe li dar xist. Bi dehan hevalên me hatine binçavkirin û girtin. Kîjan ciwan dema li dijî mafê xwe, xîzanî û şer derbikeve kolanan tên binçavkirin û girtin. Yên ku di nav têkoşîn û rêxistinê de jî bi sîxûrtiyê dixwazin bitirsînin û paşve gav bidin avêtin. 
 
Lê me di pêvajoyekî wisa de konferansên girseyî li dar xist. Ji bo ku em rêxistinbûyîna xwe xûrt bikin me van konferansan li dar xist. Her wiha ev konferansên me ji îktîdara AKP-MHP’ê re jî bû bersiv ku ew desthilatdariya faşîst dixwaze ciwanan ji rêxistinê, têkoşînê û rastiyê heyî dûr bixe. Dixwazin ciwanan jî tecrîd bikin. Ew sînorên ku desthilatdar ji bo ciwanan xêz dike, dixwaze ciwan di nav wan sînoran de bijîn. Li hemberê vê yekê ciwanan di bi wan konferansan nîqaşên xwe nûkirin, fikr û ramanê xwe anîn ziman, konferansek bi coş û heyecan bû. 
 
Em ber bi hilbihartinê ve diçin. Di vê hilbijartinê de em dizanin ku rewşa ciwanan rewşekî girîng e. Ji ber ku em dikarin bêjin ku desthilatdariyê dê ciwan diyar bikin. Ciwanan di van konferansan de destnîşan kirin ku dê li dijî faşîzmê seknekî bidin nîşandan. Ji partiyan, tifaqan û desthilatdaran ew e ku demokrasî pêşbikeve. Di vê pêvajoya hilbajartinê de jî dê ji bo vê rewşê xeta rêya sêyemîn dê xûrt bikin. Ji bo xeta rêya sêyemîn bi ser keve dê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Me di van konferansan de dît ku li hemberî ciwanan ewqas polîtîkayên şerê taybet tên meşandin, tên tirsandin û dixwazin ji têkoşînê tên dûrxistin û mêjiyê wan tên pûç kirin. Zanîngeh, kargeh, wargeh û kolan bi polîtîkayên şerê taybet hatiye dorpêç kirin. Ciwan jî li dijî dorpêçê li ber xwe dide. 
 
* Li Kurdistan û Tirkiyeyê asta rêxistinbûna ciwanan di çi aste de ye? Kêmasiyên li ber rêxistinbûne çi ne? Di rêxistinkirinê de herî zêde bi kijan pirsirêkan re rûbirû dimînin?  
 
Faşîzm roj bi roj zêde dibe. Faşîzm li ser gelan xwe ferz dike. Dema ku em dibêjin faşîzîm zêde bûye pêwîste em rexnedayîna xwe jî bidin. Eger berxwedana me di asta têkbirina faşîzmê de bûya wê demê faşîzm nikaribû xwe li ser gel ew qas ferz bike. Ew polîtîkayên şerê taybet ku li ser ciwanan û jinan tên ferzkirin dê ne di vê astê de bûna. Di vê pêvajoyê de pêwîste mirov li xwe jî binêre û rexnedayîna xwe jî bide. Niha rêxistina di asta rexnedayînê de ye. Hem li erdnîgariya Rojhilata Navîn, hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê dema ku mirov lê dinêre li her derê qirkirin û faşîzm zêde dibe. Lê beramberê vê berxwedana ciwanan ne di wê astê de ye ku faşîzmê têk bibe. Ji ber vê yekê gava ku em rêxistina Meclîsa Ciwanan a HDP’ê dinêrin em dikarin li ser meclîsê jî rexnedayînê bidin. 
 
Dema em hemû ciwanan dinêrin, em nikarin bêjin ku me wan hemûyan di bin sîwana Meclîsa Ciwanên HDP’ê de rêxistin kiriye. Dema ku rêxistinbûna ciwanan kêm be, dema ku di rêxistinkirina ciwanên de şoreşgerî kêmbe wê demê faşîzm, qirkirin jî zêde dibe. Wê demê desthilatdar jî bi awayek hovane êrişê ciwan, jin û gelan dikin.
 
Em lê dinêrin ku li Tirkiyeyê ji her aliyê ve qeyranekî heye. Sedema vê qeyranê sedema mezibûna faşîzmê û ferzkirina AKP-MHP’ê ye. Li hemberî vê yekê eger dengê demokrasiyê, azadiyê, aştiyê û wekheviyê zêde bibe wê demê faşîzm paşve gav bavêje. Ji ber ku rêxistina ciwanan îro qelse, ne di wê astê de ye ku ji faşîzmê re paşve gav bide avêtin. Lewra jî em nikarin ku bibêjin rêxistina ciwanan tiştekî ji rêzê ye. Rêxistina ciwanan qedera gel, erdnîgarî, welat, jin û ciwanan diyar dike. Îro yên ku gelan rizger bike û ciwanan ji vê tecrîdê rizgar bike rêxistinbûyîn û têkoşîna ciwana ye. Lîstina rol û misyona pêşengtiyê ya ciwana ye. Ji ber vê yekê em nikarin bêjin rewşa rêxistinî ya ciwanan bi hêz e û xûrt e. Lê ji bo ku em rêxistina xwe xûrt bikin dê xebatên me bidomin. Konferansên me jî parçeyek ji van xebatên me bûn.  
 
* Em îro dibînin ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê tundiya li hemberî jinê gihîştiye asta herî jor, her roj jin tên qetilkirin. Bi destdirêjî, tundî, fihûş û bikaranîna tiryakê bêtir jinên ciwan hedef tên girtin. Di vê pêvajoya nû de xeta têkoşînê ya meclîsê dê çawa be?
 
Polîtîkayên şerê taybet, rojeva me ya sereke a konferansan bû. Îro bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin rol û mîsyonan ciwanan ji wan bigirin û dixwazin ciwanên îtaatkar ava bikin. Vê jî bi polîtîkayên şerê taybet dikin. Ev polîtîka jî bi sîxûrtî, tiryakê û destdirêjiya li ser jinê pêş dixin. Me di konferansê de mînakên Îpek Er, Gulîstan Dokû da û di vir de me wan polîtîkayên şerê taybet bi zelalî şîrove kir. Yên ku jinên ciwan ên kurd ji bo xwe wek cihê ku bêdagirkirin dibînin, çawa ku xaka kurdan dagir dikin bi heman hişmendiyê êrişê jinên ciwan ên kurd jî dikin. Ev polîtîka bi taybetî li ser jinên ciwan tên meşandin. Di konferansan de ev rojeva me ya sereke bû.  
 
Me li dijî polîtîkayên taybet dem demî kampanya û xebatên taybet da meşandin. Her çixwasî ev kampanya û xebatên me qels jî mabin jî, ji niha pêve ji bo ev kampanya û xebat xûrt bibin em ê di nava hewldanan de bin. Çawa ku ew têkçûna azadiya Gelê Kurd û têkçûna demokrasiyê bi têk çûna ciwanan de dibînin, em zanin ku derketin ji vê derê çêbibe. Eger em bixwazin van polîtîkayan têk bibin û desthilatdariyê têk bibin pêwîste em di serî de rêxistinbûna ciwanan xûrt bikin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û li her deverê van polîtîkayên taybet teşhîr bikin. Em ji niha pêve kolan bi kolan, gund bi gund, zanîngeh bi zanîngeh bigerin û van polîtîkayên li hemberî ciwanan teşhîr bikin. Em ê bi taybetî polîtîkayên li ser jinên ciwan ku tên meşandin teşhîr bikin.    
   
* Wekî ku hûn jî dizanin ev 22 meh in bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin nayên kirin û tecrîdeke giran heye. Di konferansê de mijara tecrîdê hat nirxandin, di dirûşmeyan de tecrîd derket pêş û di encamnameya konferansê de jî mijara tecrîd cih girt. Di pêvajoya nû de ciwan dê li dijî tecrîdê têkoşînek çawa bidin meşandin?
 
Di konferansên ku me li dar xistî de pir aşkere me dît ku ciwan azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelê Kurd de dibînin. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tê wateya tecrîdkirina ciwanan. Vîn, nasname û zimanê ciwanan nayê nasîn. Her tim di nav şer de jiyana xwe didomînin. Lê ciwan ji bo azadiya xwe bi dest bixin, ji bo jiyaneke araman û aştî ya li ser vê erdnîgariyê divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe. Di konferansê de, di dirûşmeyan de û her nirxandinan de mijara tecrîdê sereke bû. Ji ber ku me dît ku polîtîkayên şer bi tecrîdê ve girêdayî ye. Polîtîkayên antî-demokratîk ku desthilatdariya AKP’ê dide meşandin bi tecrîdê re girêdayî ye. Ji ber ku hemû çavkaniyên xwe ji Îmraliyê ve digirin. Ciwan nikarin debara xwe bikin. Ciwan nikarin kar bikin û di nav xîzaniyê de ne. Ciwan bi zimanê zikmakî perwerde nabînin. Nikarin perwerdeya zanistî bigirin. Sedema van hemûyan jî ji ber polîtîkayên şer e.
 
Ji ber ku li dijî kurdan dijminatî di meriyetê de ye. Sedema vê dijminatî û şer jî tecrîd e. Pêwîste ew polîtîqayên ku hêza xwe ji ku digirin, polîtîkayên li dijî gel, jinan û ciwanan hêza xwe ji ku digirin mirov li wir hûr bibe. Em hemû jî baş dizanin ku çavkaniya van polîtîkayan Îmralî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ciwan dema ku her rojevê nîqaş dikirin çavkaniyê ber bi çav dikirin. Ev tişt di encamnameya me de jî cih girt. 
 
Heta ku tecrîd neyê şikandin dê ciwan azad nebin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd bi awayek fîzîkî azad nebe dê jin û gel jî azad nebe. Ji ber ku faşîzm li Îmraliyê derdikeve û li wir xwe xûrt dike. Faşîzm bi tecrîdê xwe xûrt dike. Eger em bixwazin faşîzmê têk bibin pêwîste em tecrîdê jî têk bibin. Eger ku em bixwazin azadiya civak, gel, jin û ciwanan bi dest bixin pêwîste em tecrîdê bişkînin. Ji ber vê yekê di konferansê de mijara me ya sereke tecrîd û şikandina tecrîdê bû. Li hemberî tecrîdê xûrtkirina têkoşînê bû. 
 
* Em ketin sala nû û bi vê yekê re hilbijartin jî nêz dibe. Di vê hilbijartinê de bi mîlyonan ciwan dê biçin li ser sindoqan. Yanî bi kurtasî qedera vî welatî di destê ciwan de ye. Her wiha ji aliyekî dinê ve jî kampanya we ya “Em ê jiyanek nû ava bikin” jî berdewam dike. Ji bo jiyanek nû ava bikin di hilbijartinan de rol û misyona ciwanan divê çawa be?
 
Li ser ciwanan her cûre polîtîkayên qirêj tên ferzkirin. Lê li hemberî van hemû êriş û polîtîkayan em dibêjin em ê jiyanek nû ava bikin. Em ê jiyanek azad, aram û wekhev ava bikin. Jiyanekî ku ciwan wek vîn tên qebûlkirin û ji bo jiyana xwe mafê wan ê axaftinê û meşandina siyasetê hebe. Em îro ber bi hilbijartinê ve diçin. Yên ku encama vê hilbijartinê diyar bike ciwan bi xwe ne. Ji ber vê yekê em dibêjin di vê pêvajoyê de çiqasî tesîra jinan zêde be dê tesîra ciwanan jî ew qas zêde be. Çawa ku jin encamê diyar bikin jî ciwan jî bandorê encaman bike. Yê ku vê hilbijartinê û desthilatdariyê diyar bike dê jin û ciwan bin. Ji ber vê yekê banga me ji ciwanan ew e ku li hember polîtîkayên ku desthilatdariya faşîst li ser ciwanan ferz dike jiyanek nû em dikarin bi hevdû re ava bikin. Em ji ciwanan re dibêjin werin em jiyanek azad û nû bi hev re ava bikin. Jiyanekî ku em tê de azad in, wek vîn tên qebûlkirin, wek şexs û gel, civak û ciwanên bi zanist bi hevdû re dikarin ava bikin.
 
Ji bo ku em jiyanek nû ava bikin pêwîste em xeta sêyemîn xûrt bikin. Em di xeta sêyemîn de xebatên xwe bidin meşandin. Em dizanin ku xeta sêyemîn tê wateya jiyanek nû. Li hemberî desthilatdarên faşîst ku li ser ciwan, jin û gelan polîtîkayên qirêj tên ferzkirin em dibêjin xeta sêyemîn heye. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bila bên di nava meclîsê de xwe bi rêxistin bike, xwe xûrt bike, xeta sêyemîn ava bike û bi hev re jiyanek nû ava bike.