Jinan gotina xwe anîn ziman: Divê berxwedana topyekun bê hûnandin

  • 09:05 5 Çile 2023
  • Rojane
WAN - Jinan diyar kirin ku desthilatdarî her tim jinan hedef digire û sedema vê jî ev e ku ji hêza jinê ditirsin. Jinan bi lêv kir ku  divê jin li dijî polîtîkayên desthilatdariyê berxwedanek topyekun bihûnin. 
 
Di 9’ê Çileyê 2013’yan de li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Piştî vê li navçeya Sîlopî ya Şirnexê endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Sêvê Demîr, aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir di 4’ê Çileyê 2016’an de piştî qedexeyên derketina derve bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin, hatin qetilkirin. Edîtora jineolojiyê rojnameger Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hat qetilkirin. Herî dawî Emîne Kara (Evîn Goyî)di 23’yê Kanûnê de di êrîşa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê bi Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil re hat qetilkirin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Yildiz û Endama Lijneya Navenda Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê Oznur Evîn mijar nirxandin.
 
‘Desthilatdarî gumanbaran diparêzin’
 
Dîlanê da zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê li hember jinan polîtîkayên dijminahiyê dimeşîne û got: “Desthilatdarî piştgirîyê dide qetilkirinan û gumanbaran diparêze. Kujerê Nagîhan Akarsel talîmat girt û qetilkirin pêk anî. Em dizanin ku di esasa biryara desthilatdariya AKP-MHP’ê de ev komkujî pêk tên.”
 
‘Divê berxwedana topyekun bê hûnandin’
 
Dîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em li dijî qetilkirin û qirkirna jinan bisekinin. Hem li Ewropa hem li welatên din jin di bin xetereyan de ne. Li her qadê polîtîkayên qetilkirinê li hember jinan pêk tê. Ji bo vê divê xeta topyekun bê hûnandin. Bi taybet li hember jinên Kurd êrîşek mezin heye. Jinên Kurd perspektîfa azadiyê danîne pêş xwe. Ev hem bi çalakî hem jî bi teoriyê li qadan bûn. Ji ber vê jina Kurd hedef tê girtin. Ev di esasê de tirsa li hember jina Kurd nîşan dide.”
 
‘Êrîş li hember hêza jinê ye’
 
Endama Lijneya Navenda Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê Oznur Evîn jî bertek nîşanî qirkirina siyasî ya li hember jinên Kurd da û wiha domand: “Jinên Kurd bi tundiya desthilatdariyê re rû bi rû ne. Herî dawî Evîn Goyî li Parîsê hat qetilkirin. Li Parîsê qetilkirin didomin. Ev êrîş li hember hêza pêşeng a jinên Kurd e.”
 
‘Tirkiye û Fransa bêdeng e’
 
Oznurê destnîşan kir ku di komkujiya Parîsê de Tirkiye û Fransayê hevkar in û wiha bi lêv kir: “Bi hevkariya Tirkiye û Fransayê cara duyem li Parîsê komkujî hat jiyîn. Her du komkujî dişibin hev. Em dibêjin ku êrîş li hember pêşengên Kurd pêk tê. Lê bila vê baş bizanin ku êdî jinên Kurd bêdeng namînin. Ew hewl didin bi qetilkirinan bidin sekinandin lê em bêdeng namînin.”