'Li her deverê cîhanê jinên kurd hedef tên girtin'

  • 09:03 4 Çile 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’ê Guler Tunç, diyar kir ku qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar tê wateya hedef girtina nasnameya jina azad û got: "Qetlîama ku li Parîs, Silopî û li Silêmaniyê pêk hatî bi heman hişmendiyê hatin kirin. Ji ber ku îro têkoşîna jinên kurd li her deverê cîhanê belav dibe û hedef tên girtin.”
 
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di 9’ê çilê ya 2013’yan de, di 4’ê çilêya 2016’an de li Silopiyayê Sêve Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir, di 4’ê cotmeha 2022'yan de li Silêmanî Nagîhan Akarsel û herî dawî jî di 23’ê kanûna 2022’yan de jî li Parîsê Emîne Kara hatin qetîlkirin. Pêşengên jinên kurd ne tenê li Kurdistanê li welatên cuda jî her tim dibin hedefa desthilatdaran. 
 
Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Uyar, bi têkoşîna xwe di nava têkoşîna azadiya jinan de bûn sembol. Her sê jinên têkoşer li dijî qedexe û êrişên hovane li ber xwe dan û bi sekna xwe bûn mînak. Bi minasebeta salvegera qetilkirina Sêvê, Fatma û Pakîzeyê, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç ji ajansa me re axivî. 
 
‘Gelê Kurd bi qirkirin û wêrankirinê re rûbirû ma’
 
Guler, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser pêvajoya qedexeya derketina derve û got: “Pêvajoya qedexeya derketina derve di çarçoveya planên çokdanînê ya MGK’e hat pêkanîn. Wê demê êrişên Dewleta Tirk bi tevahî li bajarên Kurdîstanê bi polîtîkayên qirêj a cûrbecûr hat meşandin. Li hember Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopî, Şirnex, Gever û gelek deverên din qedexeya derketina li derve hatibû ragihandin. Ew qedexe di bin navê ewlehiyê de hat ragihandin. Lê belê ew ne di bin navê ewlehiyê de raste rast operasyon bû. Ev şerekê li dijî kurdan û wêrankirina deverên kurdan bû. Gelê Kurd di wê pêvajoyê de bi qirkirin, qetlîam û talankirinê re rûbirû ma. Wê demê bi welatî sîvîl hatin qetîlkirin. Li hin deveran ev qedexe bi mehan berdewam kir.”
 
‘Nasnameya jinên kurd hedef hatin girtin' 
 
Guler, di axaftina xwe de wiha behsa hedefgirtina siyasetmedarên jin kir: "Li deverên ku qedexe heyî gelek siyasetmedarên jin hebûn û xebatên xwe didan meşandin. Pêşengên jin jî di nav qada tevgera jinan de cih digirt. Li Silopiyayê Sêve, Fatma û Pakîze endamên Tevgera Jinên Azad bûn. Li gelek navçe û bajaran bi taybetî siyasetmedarên jin hedef hatin girtin. Li Cizîrê Asya Yuksel Hevseroka Meclîsa Gel bû, Berjîn Demîrkan di rêveberiyê de cih digirt, bi awayekî hovane hatin qetîlkirin. Di wan êrişan de armanc ne tenê tunekirina Gelê Kurd bû, di heman demê de qirkirina nasnameya têkoşîna jinên kurd bû. Hedefgirtina Tevgera Jinên Kurd bû."
 
‘Bi heman hişmendiyê ev qetlîam tên kirin’
 
Qetilkirina pêşengên kurd ên li Parîsê jî Guler wiha nirxand: "Bi nêzbûna salvegera qetîlkirina 3 jinên siyasetmedar ên li Parîse 3 kurdên din jî hatin qetilkirin. Ev ne tiştek tesadûfî ye. Qetlîama li Parîs, Silopî û li Silêmaniyê ku Nagîhan Akarsel hat qetîl kirin bi heman hişmendiyê hat kirin. Ji ber ku şorej û têkoşîna jinê îro li her deverê cîhanê pel bi pel belav dibe. Îro li Rojhîlatê Kurdîstanê serhildana ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin heye. Ji me re peyamek tê dayîn. Li hemberê van jî yê ku em bikin mezinkirina têkoşîna jinan e.”
 
Bernameya bibîranîna jinên siyasetmedar
 
Guler, dawiya axaftina xwe li ser bernameya bibîranîna her sê jinên siyasetmedar rawestiya û got: "Wekî her sal di 5’ê çilê de bernameya bîranînê tên lidarxistin. Em ê di bernameyê de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sêve Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir û Evîn Goyî yê bibîr bixin. Li Silopiyayê bernameyê sînevîzyonê dê were pêşandan. Piştî sînevîzyonê wê axaftin bên kirin. Herî dawî jî bernameyê bi serdana gorîstanan bi dawî bikin. Ne tenê di salvegera wan de em ê hertim wan her sê têkoşeran bi bîr bînin û bi mîrateya têkoşîna wan em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”