Kurê wê bi kîmyasalê hat qetilkirin: Bila vê hovîtiyê bidin sekinandin

  • 09:03 3 Çile 2023
  • Rojane
 
AMED - Kurê Sureya Încî Mehmet Şenol Încî di encama bikaranîna çekên kîmyewî de hat qetilkirin û got: "Dema ku bejna kurê min ê dirêj tê bîra min dilê min bêtir dişewite. Heta mirinê ez vê birînê ji bîr nakim. Wekî min dilê gelek dayikan dişewite. Dewleta tirk lidij ehleqê şer dike. Ez vê şerê şermezar dikim."
 
Êrişên Dewleta Tirk a bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hemberî Zap, Metîna û Avaşîn a başûrê Kurdistanê bênavber didome. Di dema êrişan de hat diyarkirin ku di êrişan de çekên kîmyewî hatiye bikaranîn. Endamê HPG’ê Mehmet Şenol Încî, di encama êrişên bi çekên kîmyewî de hat qetilkirin ye.
 
Malbata Mehmet Şenol ê ku bi eslê xwe ji gundê Şêxan a navçeya Hezroya Amedê ne, di 6’ê îlona 1975’an de dema erdhêja Licê bû jê bandor bûne. Ji ber erdhêjê xaniyên malbatê xirap bûye û berê xwe dane navçeya Rêzana Amedê û li vir bi cih bûne. Mehmet Şenol di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. 10 xwîşk û birayên wî hene. Ligel şert û mercên zehmet ên jiyanê, Mehmet Şenol û malbata wî bi zext û zordariya dewletê re jî rû bi rû dibîne. Ji ber vê yekê di navbera salên 2012-2016’an de tê girtin û di sala 2020’yan de jî tevlî PKK’ê dibe. Di sala 2022’yan de di encama êrişên dewleta tirk a bi çekên kîmyewî de tê qetilkirin. 
 
Her wiha di sala 2013’yan de dotmamê wî Bêrîvan Încî li Rojava û biraziyê wî Pelda Încî jî di sala 2020’an de li Çiyayê Gabarê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest daye. Dayika Mehmet Şenol, Sureya Încî (68) behsa kurê xwe kir û bertek nîşanê şer da.
 
‘Zarokek bi rûken bû’
 
Sureya, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zarokatiya Şenol û got: "Hêj zarok bû malbat û hevalên xwe re gelek baş bû û tu carî dilê kesekî nedihişt. Zarokekî gelek kêfxweş û dilgerm bû. Tu carî zirarê nedida hevalê xwe û civaka xwe. Hertim ji bo hevalên xwe tiştên baş dikir. Zarokekî bi rêzdar bû. Her tim li ser rêya baş bû û her carî alîkariya kal û pîran dikir. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Tu carî dilê hevalên xwe nedihişt. Min tu carî xirabiya kurê xwe nedît. Zarokekî bi rûken bû. Dema zarok bû çi li cem wî hebûya bi hevalên xwe re parve dikir.”  
 
2012’an de hat girtin
 
Sureya, bibîrxist ku di sala 2011’an de dema Komkujiya Roboskî pêk hat li Amedê çalakî hatin lidarxistin û wiha bi lêv kir: “Wê demê kurê min di nava xebatan de jî cih bigirtina jî agahiya min jê çênedibû. Li dijî komkujiyê çalakiya ku hat lidarxistin de kurê min jî tevlî bû. Kurê min di sala 2012’yan de hat girtin û 5 salan cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di sala 2016’an de jî ji tahliye bû. Nêzî salek û nîv li girtîgeha Amedê de ma û piştre jî sirgûnê girtîgeha Sêrtê hat kirin. Em her hevdîtinê diçûn serdana wî. Di dema serdanê de hevalên wî tim behsa kurê min dikir. Di nav hevalên xwe de gelekî dihat hezkirin. Dema ez diçûm hevdîtina kurê xwe hemû hevalên wî li dora min kom dibûn. Kurê min piştî sê salan şûnde ji girtîgehê derket. Roja ku ji girtîgehê derket ji min re sûprîz kir.”
 
'Dilê min her birîne...' 
 
Sureya, destnîşan kir ku piştî kurê wê ji girtîgehê derketiye şûnde çend mehan xebitiye û wiha axivî: “Rojekî hat malê got ‘Ez ê ji bo kar biçim Mêrdînê. Lê li wir telefon nakişîne’. Piştî ku çû şûnde tu agahiyek me jê negirt. Piştre me bihîst ku tevlî Tevgera Azadiyê bûye. Ev qas sal bû min ji kurê xwe tu agahî negirt. Di sala 2020’an de tevlî bû û di hezîrana 2022’yan de jî li Zapê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin. Roja min bê Şenol derbas nabe. Dilê min birîne.”
 
‘Dewleta tirk lidij ehlaqê şer dike' 
 
Sureya, bal kişand ser şerê ku bi hevkariya PDK’ê û dewleta tirk li Başûr bi çekên kîmyewî tên meşandin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Kurê min jî li wir şehîd ket. Gelek zarokên me li wir şehîd ketin. Ez vê şerê şermezar dikim. Ez li dijî şer û bikaranîna çekên kîmyewî me. Dema ku ez dibinim dilê min dişewite. Ez li dijî mirinê me. Ew bi ehlaqî şer nakin. Cenazeyên zarokên me ji ber çekên kîmyewî hemû dihelin. Dema ku bejna kurê min ê dirêj tê bîra min dilê min bêtir dişewite. Heta mirinê ez vê birînê ji bîr nakim. Dema ku ez mirim bila zarokên min bên ser tirba min û pirs bikin ku min Şenolê xwe ji bîr kiriye yan na. Bila vê hovîtiyê bidin sekinandin. Em dayik li dijî bikaranîna çekên kîmyewîne. Wekî min dilê gelek dayikan dişewite. Dewleta tirk bila bi ehlaqî şer bike. Ew çekên ku bikartînin sûc e. Ew encax bi hewayî û çekên kîmyewî êriş dikin. Bila vê şerê demildest bidin sekinandin. Ez naxwazim dilê tu dayikek din bişewite.”
 
'Ez bi kurê xwe serbilind im' 
 
Sureya, bang sekinandina şer li dewleta tirk û PDK’ê kir û wiha pêde çû: “Kurê min li dijî zilm û neheqiyê çû. Dema zarok bû jî bi kesekî re şer nedikir. Lê tu carî neheqiyê jî qebûl nedikir. Dema neheqiyek bidîta li dijî wê disekinî. Bila êdî şer bisekine û xweşî bê vê welatî. Êdî bes e ciwanên me bên kuştin. Dayik zarokên xwe mezin dikin ne ji bo bên kuştin. Em dixwazin demildest ev şer bisekine. Em heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe ne. Zarokên me tu carî ne li ser rêya xirap û qirêj bûn. Ew li ser rêya heqiyê bûn. Ez bi kurê xwe serbilind im.”
 
'Hesreta dilê min...'
 
Sureya, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Neviya min Pelda Încî jî di sala 2009’an de tevlî tevgerê bû û di sala 2020’an de li Çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest da. Piştî neviya min şehît ket şûnde kurê min tevlî tevgerê bû. Neviya min dema şehîd ket, ji hevalên xwe re wiha wesiyet kir 'Dema ez şehîd ketim cenazeyê min bişînin li ser axa Amedê’. Hesreta di dilê min de ew e ku gorên neviya xwe û kurê xwe bînim Amedê."