Ji bo rakirina tecrîdê bi israr in

  • 09:02 2 Çile 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê ku ji bo rakirina tecîdê çalakî pêk anîbûn û çalakiya wan hatibû astengkirin, diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan neyê rakirin wê têkoşîna xwe bidomînin û li qadan bin.
 
 Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe û 21 mehe ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li heman girtîgehê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yidirim nayê girtin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de  malbata wî hevdîtinek telefonê ya kurt pêk anî.  Komiteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT)  daxuyaniyek da û diyar kir ku navbera 20-29’ê îlonê de çûye Tirkiyeyê û Îmrali ziyaret kiriye, Lê derbarê naveroka hevdîtinê de tiştek negot. Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî vê daxuyaniya CPT, diyar kir agahî girtine ku Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtina bi CPT re.
 
Dayikên Aştiyê li navçeya Gever a Colemêrgê der barê rakirina tecrîdê de xwestin çalakiyê pêk bînin. Lê çalakiya wan hat astengkirin û hatin derbkirin. Dayikên Aştiyê bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê têkoşînê bidomînin.
 
‘Em şûnde gavê navêjin’
 
Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi da zanîn ku AKP-MHP di salên dawî de li Geverê  hemû çalakiyên HDP’ê ateng dikin û li kesên tevli van çalakiyan dibin jî tundiyê dikin û wiha dirêjî dayê: “Li dijî zext û tundiyê em ê her tim li qadan têbikoşin. Em dayikên aştiyê kengê biçin daxuyaniyan polîs li me didin. Çend roj piştî vê jî gazî îfadê dikin. Ew çiqas gazê bavêjin, çiqas bi copan li me jî bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li qadan bin. Ji ber ku em tecrîdê, mirinê qebûl nakin em li qadan têdikoşin. Cesareta me ji rêbertiya me tê. Em jin û dayik heta tecrîd rabe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Tecrîd rabe wê azadî bê’
 
Gulbeyazê di berdewamiya axaftina xwe de tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha bidawî kir: “Em dixwazin tecrîd rabe. Tecrîd li ser hemû gelê Kurd belav bûye. Ger tecrîda li ser serokatiyê rabe wê hemû cîhan azad be. Bi mehan e em ji serokatiyê agahiyê nagirin. Malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê. CPT çû Îmraliyê lê tiştek negot. Mifteya aştiyê Birêz Ocalan e.”
 
‘Ez ê li dijî tecrîdê têbikoşim’
 
Dayika Aştiyê Nazdar Çelîk jî daxuyakirin ku çiqas tevli çalakî û bernameyan bûye polîsan tundî li wan kiriye û anî ziman ku wê ji bo aştiyê her tim li qadan bin. Nazdarê wiha dirêjî dayê: “Herî dawî di 9’ê cotmehê de lingê parlamenter şikandin. Li wir ez jî avêtim erdê û li lingê min xistin. Ji ber em aştiyê dixwazin em tundiyê dibînin. Tundî li me kirin. Li me xistin. Li şûna em li wan gilî bikin ew gazî îfadê dikin. Ev 30 sale têdikoşim. Ji bo tecrîd bidawî bibe ez têdikoşim.”