Dayika Sêvê Demir: Jinên Kurd divê wek Sêvê rabin ser piyan

  • 09:01 1 Çile 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Dayika Sêvê Demîr ku yek ji jinên têkoşîna azadiya jinên Kurd dimeşand û di 4’ê Çileyê 2016’an de li Sîlopiyê bi du hevalên xwe re hat qetilkirin, Sakîne Demîr diyar kir ku divê gelê Kurd hişyar bibe û got: “Ez bang li jinên Kurd dikim. Divê ew jî wek Sêvê rabin ser piyan.”
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Sêvê Demîr, aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir di 4’ê Çileyê ya 2016’an de piştî qedexeyên derketina derve bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin hatin qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara ‘kêmasî hene’ dan ser dosyayê û şand Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê. Dadgehê got qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên Kurd li ser gumanê pêk hatiye û serê dosyayê girt.
Yek ji siyasetmedarên hatibû qetilkirin Sêvê Demîr bû. Sêvê Demîr di 7’emîn salvegera xwe de jî ji têkoşîna azadiya jinên Kurd re dibe ronahî. Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr keça xwe vegot.
 
Sêvê di temenê biçûk de li van zext û heqeretan dipirse
 
Sêvê li gundê Şûtê yê Stewrê ya Mêrdînê di 1977’an de hat dinê. Di 5 salî de malbata wê ji ber polîtîkayên zextê koçî Bismil a Amedê kirin. Malbata wê 5 salan li wir dimîne. Wê demê Sêvê naçe dibistanê. Tevî vê tirkî fêr dibe. Gelek caran bi ser mala wan de tê girtin û heqeret li malbata wê tê kirin. Sêvê di temenê biçûk de li van zext û heqeretan dipirse.
 
Asîmîlasyon, koçberî û têkoşîn
 
Malbata wê di 1995’an de ji ber zextan wek karkerên demsalî koçî Salîhlî ya Manîsayê dike. Dayika wê Sakîne diyar dike ku zext li wir jî berdewam dikin û wiha got: “Ava me dibirîn, ceyrana me dibirîn. Xanî bi kirê nedidan me. Piştî partî li wir vebû Sêvê di rêveberiyê de cih girt. Piştre çû navenda Manîsayê xebat meşand. Gelek ji xebatê hez dikir. Rojekê got ‘ez diçim’. Min got tu çima diçî? Got ‘Li vir ji min re welatparêzî tune, ye ez diçim welatê xwe’. Ewil çû Enqereyê. Me li vir gelek zilm dît. Lê me serî netewand, me têkoşîna xwe meşand.”
 
‘Sêvê derdê Kurdan fêm kiribû’
 
Sakîneyê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Li vir li ser Kurdan polîtîkayên nîjadperest û asîmîlasyonê di dewrê de ne. Sêvê derdê Kurdan fêm kiribû. Derdê vî welatî fêm kiribû. Piştî Sêvê şehîd ket mirovan dihatin em tehdîd dikirin. Zilma li ser me li ser kesî tune ye. Lê dîsa jî me serî netewand.”
 
‘Sêvê jinên Kurd bi rêxistin kir’
 
Sêvê bi malbata xwe li ser erdên pembo dixebite û di vê navberê de jî têkoşîna jinên Kurd nas dike. Li taxa lê rûdinê zextan dibîne û ji ber vê di HADEP’ê de cih digire. Sêvê ji ber buroya hilbijartinê ya HADEP’ê  li Manîsayê tune ye, mala xwe dike buro. Sêvê wê demê di baskên jinan de cih digire û ji jinan re pêşengiyê dike.
 
Tevli grevan bû
 
Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê girtin, bandorek mezin li ser Sêvê dibe. Sêvê ku têkoşîna jinê de cih digire dibe endama Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD). Di 18’ê Nîsana 2009’an de di bin navê KCDK’ê de tê girtin û 5 salan girtî dimîne. Di 2011’an de li girtîgehê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin di grevên birçîbûnê yên bêdem û dorneveger de cih digire. Piştî ji girtîgehê dertê li Şirnex û Mêrdînê wek endama PM’ê ya DBP'ê di xebatan de cih digire.
 
Dayika wê Sakîneyê di berdewamiya axaftina xwe diyar kir ku tevî keça wê çek li ser tunebû jî hatiye qetilkirin û got: “Gelê Kurd wek dijmin tê dîtin. Lê exlaqekî dijminahiyê jî heye. Mînak Dayika Taybet 7 rojan li kolanê li erdê ma. Gelo me ji vê çi fêm kir? Ji ber Kurd bû , welatparêz bû hat qetilkirin. Li ber deriyê xwe bû, tu tiştek nekiribû. Ev ji exlaqê dijminahiyê jî dûr e.”
 
‘Divê Kurd bibin yek’
 
Sakîneyê her wiha ev tişt anî ziman: “Yekîtiya gelê Kurd girîng e. Divê gelê Kurd serî hilde. Gelo wê heta ku derê wisa be? Dewlet me dikuje, dibêje qey wê me wisa biqedîne. Nikarin me tune bikin. Em ê hebin. Wê serkeftin ya me be. Divê gelê Kurd hişyar be. Em êdî mirinê naxwazin. Em bang li gelê tirk jî dikin. Ew jî tên kuştin. Bila ew jî dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Divê tecrîd bê şikandin’
 
Sakîneyê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: “Divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Rewş çawa ye em nizanin. Gelo heta ku derê wê wisa bidome? Di zindanan de girtiyên nexweş hene. Dayik li ber deriyan e. Agahiya kesî ji girtiyan tune ye. Divê em bibin yek û destên xwe bidin hev. Li her derê jin tên astengkirin, ji ber vê divê zêdetir jin têbikoşin. Sêvê ji bo welatê xwe ji bo zimanê xwe ji bo vî gelî dixebitî. Ez bang li hemû jinên Kurd dikim bila wek Sêvê rabin ser piyan. Ez her sal diçim Şirnexê diçim ser gora Sêvê. Ez neçim dibêjim qey tiştekî min li cîhanê nemaye. Sêvê jiyana min e, xewa min a şevê ye, li derve siya min e. Sêvê jina vî welatî bû, ji bo gel dixebitî. Ne ji bo Kurdan ji bo her kesî dixebitî. Lê serkeftin nêz e. Ez bang li Kurdan dikim;  ji xewa xwe şiyar bibin.”